Amadekirin: Mihemed Hiso
Ziman wek mirov zindewer e, dijî, dizê û dimre, di qonaxên jiyana xwe de, wekû mirov geş dibe, hejar dibe, nexweş dikeve û carnan derdê giran jî dikşîne, her ziman rêbaz û destûrên xwe yên taybet hene ku xwe pê ji nesaxî û mirinê diparêze û agirê jiyana xwe hildike û gur dike.
Çi zimanê ku heye û yên mirî jî, di qonaxekê ji qonaxên jiyana xwe de, têra xelkên xwe dikir, bi hêsanî hest û nestên xwe pê derdibirîn, xewn, stran, helbest, çîrok û çîvanokên xwe pê digotin, li derdora wan navê her tiştî hebû, li hev digihiştin û fikr û ramanên xwe pê vediguhestin.
Ji destpêka bicîbûna mirovan û çêkirina alav û amûran û peydakirina têgehên nû, pêdiviya mirov bi peyvan çêbûye, ne bes ji bo binavkirina alav û dahênanên nû, belkî ji bo guherîna bîr û ramanan jî, bi vî rengî mirov bû peyvçêker û her tiştê ku heye û her tiştê ku çêkir nav lê kir.
Zaravesazî wekû zanist li dawiya sedê 19ê peyda bû û li destpêka sedê 20ê cîgîr bû.
Ji ber kaniya zanist û teknolojiya ku li sedê 20ê teqiya, pêwistiya mirov bi peyvên nû çêbû, û civak û ekadîmiyên ziman û zaravedanînê peyda bûn, ta ku mirov ji firtona bi navkirina şaş xwe rizgar bike.
Bêguman danîna zaraveyan di her babetekê de, zehmetir e ji wergerandina babetê bi giştî, çunkî wergerandin bi hiş zanîn û rewşenbîriya wergêr ve girêdayî ye, û li gor pêwîst dikare rêya xwe kurt û dirêj bike, ta ku bighêje mebesta wê têkista ku werdigerîne, lê bêjeya bi tenê û bi taybetî zarave warê dilxwestinê tê de yekcar teng e.
Zarave: Peyveke zana û pispor li ser rêkdikevin ta ku wateya ramaneke taybet bi hûrî û kûrî bide, bê ku giranî û aloziyê di fikr û ramana xwendevan û guhdaran de, yan di nav têkistên zanistî de, peyda bike.
Em dikarin Zarave bi vî rengî pênase bikin: Peyvek e, ji bo wateyeke taybet bi kar tê.
Taybetiyên Zarave:
1-Her zarave peyv e, lê ne her peyv zarave ye, bêjeya asayî di çi zimanî de be, berhemeke civakî mirovatî ye, tenê yek mebestê digihîne, bi rêkeft kurdan gotiye (kevir) û ereban gotiye (hecer), lê bi mebest û erk û lêkdan li şûna (Qewa`id El-luxe û Qewa`id El-imla), rêzman û rênivîs lêkdane.
Kurd dema tên û li gor şiyan û bîrkirina xwe peyveke lêkdayî yan dariştî durist dikin, li ser rêçeke zirav ya zimanê zikmakiya xwe ber bi mebesta xwe ve diçin, û tu caran şaş nebûne ji ber rêberê wan ew çira ya hundirê ziman e ku bi tiktika dilê wan re lêdide, ne ku lempeyekê ji der ve vêdixin û li ziman dinerin.
2-Ji encama pêwistiya jiyana rojane û ji bo pêwendîkirinê bikar tê.
3-Ji bo binavkirina dahênanan tê danîn.
4-Rêkeftin li ser heye.
5-Pêwîst e Zarave ligel dengsaziya (fonîtîk) ziman biguncê.
6-Nîşanên rêzmanî werdigre wek nîşanên nasîn û nenasînê û komê.
7-Ta radeyekê wateya wê ji wateya pêyvên ku wê durist dikin dûr dikeve. (ser+ketin:serketin) wateya serketin ji wateya herdû bêjeyên ku ji wan pêk tê dûr e.
Mercên danîna ZARAVEYAN:
1-Pêwîst e zaravesaz bi kêmanî di du zimanan de pispor be, zimanê ku zarave tê de heye, û zimanê ku wê zaraveyê jê re deyne.
2-Şareza be di babeta zanistî de, ya ku zarave jê re tê danîn (nabe mafnasek zareveyên tenduristî deyne)
3-Nabe peyv û zaraveyên resen hebin û em wan bimrînin û bikinqurban ji bo bikaranîna zaraveyên biyanî. (Egzîma: Bîrov)
Rêbazên pêkanîna zaraveyan:
Her zimanek li gor taybetmendiya xwe û bi rêbazên cuda zaraveyan pêktîne û durist dike.
Bi giştî rêbazên pêkanîna zaraveyan ev in:
1-Dariştin:
Ji bêjeyeke sade û pêşgir an paşgiran durist dibe, bo nimûne: pêşgir + nav= ra+hatin, pêşgir+hevalnav= bê + hêvî= bêhêvî, pêşgir+ cînav= bê + kes= bêkes, herweha ligel hemû beşên axaftinê wek: Nivîser, Kujer, Ciwanî, Xemsarî, Navdar, Rêba ….htd
2-Lêkdan:
Zaraveya lêkdayî ew e, a ku bi kêmanî ji du peyvên watedar pêk hatibe.
Dest+ Xet= Destxet, kendav, xwekuj, serdan, xweragir…htd
3-Wergirtin:
Ji nebûna peyveke kurdî beranber peyveke biyanî, yan diyardeyek yan têgehekê, ji neçarî peyva ne kurdî ji zimanên din tê bi karanîn.
-Peyv wek ku di zimanê biyanî de tê bikaranîn: Titên, Benk, Sînema, Hambirgir…
-Wergirtina perçeyî: Reha peyvê yan verêjek wê ji zimanê biyanî wergirin û bixin ber sîbera dariştina zimanê kurdî: Kopîkirin, Fobiya tarîkî
-Wergirtina bi guncandin: Peyva biyanî bi zarvekirina kurdî, Tebat, Kitêb, Remezan…
4-Wergêran:
Heger bi rêbaza lêkdan û dariştinê bêjeyek munasib bi dest neket, divê ew têgeh bê wergerandin, lê divê li gor mebest û wateya bêjeyê be. Derhênan , Kombûn, Rûniştin.
5- Pîvan:
Li gor rêbaza pêkhatina peyvên resen yên zimanê kurdî, em dikarin peyvên pêwîst ji bo jiyana rojane pêk bînin. Li ser kêşeya Havînge: Jîngeh, Rêjgeh, li ser kêşeya Dûrbîn: Hûrbîn…
6-Dataşîn:
Rêbazeke ji bo sazkirina zaraveyên nû ye, ji du peyvan pêk tê piştî birrîna tîpekê yan bêhtir ji peyvekê yan ji herdû peyvan: Ast +Teng= Asteng, Dest+ har = Destar
7-Kurtkirin: Bêjeyeke ji çend tîpan pêk tê ku ew tîpên yekem ên çend peyvan e û ji encama lêkdana wan tîpan peyveke nû pêk tê, hinek ji van bêjeyan bi temamî şûna zaraveya dirêj digre û dikevin her zimanî de. UN. NATO, ….
Li dawî dixwazim bêjim ku peyvên pîroz û helal û heram tune ne, buhayê peyvê di erkê li ser milên wê de ye.
…………………………………………………………………
Ev gotar di hejmara”53″an de ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1 .11.2016