Wergerandin: Mihemed Zekî Mihemed.
Ji devê Eliyê Miradê Mişko yê ku di sala 1941ê di li gundê Dêrûna Axê jidayik bûye, û ji sala 1945an ve li gundê Babasiyê cîwar bûye, hatiye giritin..
Babasî ew navê gund ê rasteqîn û resen e û hemî şêniyên herêmê bikar tînin, paşê ji hêla rêjîma Sûriyê ve kete ber siyaseta Erebîkirinê, bi Sîna’i hate bi navkirin.
Ev gundê bi xurista xwe ye qeşeng û spehî, sînorbire di navbera herêma (Aliyan) û herêma (Cerehê)de, ew ji aliyê rojava ve gundê dawî ye ji herêma (Aliyan) û ji Bakur ve sînordaşê gundê (Şêtika) û sînorê Turkiyê ye, ji Başûr ve gundê (Maşoqa)e, Rojhilatî wî gundê (Elî Bedran) e.
Ji hêla kargêriyê ve û Li gorî dabeşkirina hikumeta Sûriyê bi navça (qeza) Çilaxa ve girêdayî ye, lê li gor dabeşkirina kantona Cizîrê bi navça (qeza) Tirbespiyê ve hatiye girêdan, Babasî dora (25)km an ji Çilaxa û dora (21)ê ji Tirbespiyê dûr e.
Gundê (Babasî) di navbera sala ( 1930-1935)an de hatiye avkirin û ji cîwarbûnê re amade bûye.
Berê rûbera xaka çandiniyê (4000) donim bû, Birinc,Pembû, Darên bergir û deştane (Spîndar , Sindiyan….) û hemî cureyên şînkayî û çandinyên bejî, lê dihatin çandin, lê bi sedma kêmbûna baranê çandina wan cureyên şînkayî rawestiye, û ji wê rûbera çandiniyê tenê (800) donim mane, ji ber ku gunda kete ber pirojeya xeta dehan ya ku (Zinara Erebî) ya nijadperest û kirêt de, ew pirojeya rikgîr û kotek ku rijêma Sûriyê di herêma Kurdî de cî bi cî kir û bi wê bihaneyê xakên wan ji destê wan derxistin û ji (800) donimê ku mayî (400) donim li malbata (Kini’o) û (400) li malbta Hecî Hesen hate belavkirin.
Lê belê, nîvê arziya gund a ku li malbata Kini’o vedgeriya, Hisênê Osê kirî û nîvê dî yê Elî Zilfo û malbata Haco bû, piştî demekê malbata Haco dest danîne ser û (80%) ji berhemê çandiniyê dibirin weke bacê bû (Hasil) dihate binavkirin, niha gundî bi keda destê xwe û xwedîkirna sewal û cureyên din ji ajelan jiyana xwe dibûrînin.
Berî ku şoreşa Sûryê di sala 2011an de destpê bike hejmara xaniyên ku jiyan di wan de dibû (50)î xanî û (600) kesî bûn lê niha jimara xaniyên ku jiyan di wan de berdewame (30)î xanî û (150) kes in, piraniya jimara ku mayî, jin, zarok û kalmêrin ango ji xort û ciwanên berhemdar vala ye.
Lê yên mayî arziyên xwe diparêzin û bi xaka bav û kalan ve girêdayî ne, û puxteya kocberiya ku çêbûyî , bêpariya şêniyan ji mafê welatînî, xakê ye, û stem, belengazî û leşkerî jî di vê rewşê de xwedî bandor e.
Hêjayî gotinê ku piraniya şêniyên gund ji hoza (Saliha) ne, tevî ku hin malên ji hoza (Dil Memka û Seyida) jî ne û gundî hemî bi ola xwe Misilman in.
Hin xizmetguzariyên sivik li gund peyda dibin, mîna Bîreke Tirwazî, dibstenke qunaxa sertayî û rêyrke qîrkirî di ber gund re diçe.
Ji bilî xursta gund a sur û spehî gelek sernavên din hene ku Babasî kirine gundekî awarte ye, yek ji wan Ciwa Hezexe, ku xirstyanên (Filehê) Hezexê kola bûn, ji Babasiyê destpê dike û bi aliyê gundê Maşoqê de diçe, wisa jî kaniyeke lê heye û bi (Kaniya Borangeh) tê binavkirin, hewheha gundekî pîroz e ji ber ku gora (ziyaret) a Şêxekî ku bi navê (Şêx Miheme) navdar e di gund de ye.
Tevî spehîtî û sernavên Babsiyê jî, xwedî dîrokeke berçav e di xebat û têkoîne de, serê mirov ji ber bilind e, ku ji kevn de navendeke netewayetiyê bû, ji ber vê xebat û rûmet bi (Gelala) di nav gundên herêmê de di hate naskirin, ango Babasî ya mêrxas û wêrek gundê pêşîn bû ku bi hawara gundê (Dêrûna Qulnga) ve çû , dem ku hêzên turkiyê êrîşî wî gundî kirin, di encama wî şerî de ku bi (Şerê Dêrûna Qulinga) navdar e, efserekî Turk hate kuştin.
Tevî nîrên zor û dijwar ku ev herêma Kurdî tê re derbas dibû, kongirê diwem yê yekemîn partiya Kurdî (Partiya Dîmqrat a Kurdistnî) di sala 1977an de li Babasiyê hate lidarxistin.
Hêjayê gotinê ku apê Ehmed Yasîn ji gundiyên herî kevnar û temen dirêrj e, li ser avkirina vî gundê mêraxas û pêşewebîner e .
Ji rûpela facebookê ya Çar çira.
Ev Gotar Di Hejmara ” 53″ An De Ya Rojnameya Bûyerpress De Hatiye Weşandin 1.11.2016