Di sala 2004an de, xortekî temen 17salî, afrandinek kir, riwê gerdûnê pê guhert navê wî Mark Zogirbêrg bû!.
Di toreya wî ya civakî de ya ku navê wê kir” FAECBOOK”, xwesteka wî ya yekem ji afrandina vê malperê ew bû, ku ew û hevalên xwe yên zanîngeha”Hafrêd têkiliyên xwendinî bi hev re bikin, û di wê malperê de hemû tiştê xwe yên xwendinî, û zaniyarî belav bikin, û hemû hevalên şagirt ji wê malperê sûd bigrin.
Di heyamê çend mehan de, heval û kesayetiyên ku dixwestin derbasî vê malperê bibin bûne bi hezaran, xwediyê wê Mark Zogirbêrg mecbûr ma ku ew şêweyeke din bafirîne da ku ewqas kes derbasî malpera wî bibin, û ji wir malper bi navê xwe tomar kir, û lîsta mihvanê malperê vekirî hişt, û wek agir xwe berde tepan di gerdûnê de belav bû, û Mark li ser nivîsî: ” Belaş e, û wê belaş jî bimîne”. Û bi milyaran kes niha di vê malperê de rojane karê xwe dişopînin, di hemû cûreyên kar de” Abûrî, Siyasî, Civakî, Çandî, mirovatî….”.
Di Rojihilata Navîn de bêtirî ji 250 melyon mirovî navê xwe di vê malpera bê pere de nivîsîn, û bûn endamê vê malpera ku bi nirx û wata hatiya afirandin. Di despêka belavbûna vê malperê di Rojhilata Navîn de, û hîn welatiyê wê bi vekirina vê malperê taze agahdar nebûbûn, Buhara Erebî li welatê Tûnisê vêket, û ev malper bû sedema sereke di rûxandina rêjîma Tûnisê de, jiber ku ew alava herî lezgîn bû ku nûçeyên, xwepêşenad û liv û bizava hemwelatiyên tûnisê diweşand, û vê malperê di riya belavkirina nûçeyên lezgîn ji “Wêne û Vîdiyoyan”, hişt ku Buhara Erebî li hemû welatên Ereb pêkeve.
Xelkê ev malper ji bo xwestekê xwe, mafê xwe, kar û xwendin û bazirganiya xwe bikar anî, lê miletê me yên Kurd ev malper ji bo gurkirina nakokiyan di navbera civaka xwe ya sivîl, û ya siyasî, û rewşenbîrî de xurt û har bike kir!, û mixabin!, hetanî gihan ku nakokiyan berdin nav hêzên kurdan yên leşkerî de jî!.
Niha di nav rûpelê Facebookê de, bûye bê minetî, çi navê naskirî bin, û çi navên ku ne naskirî bin, rojane, kesayet, partî, rêxistin, komele, yekîtî, dezgeh…. Êrîşê hev dikin li ser hin tişt û nerînên pûç û vala, û li ser mijarên hestiyar ku çarenûsa kurdan pê ve girêdayî ye nafikirin û nanivîsin!!.
Ya herî giring qelskirin, û poçkirina tevgera siyasî ya Kurdî ye, her tevgereke siyasî xwedî zemînek baş ji alîgiran e, û rojane li ser vê malperê êrîşên tund li dijî hev û partiyên hev dikin.
Civaka me ya kurdî pir bi rêz û sinc bû, hetanî ku te di riwê hevalê xwe de gotinek bigota, yan te rexneya tiştekî bikra, bi se’eta tu diramiya hetanî ku te ew gotin yan rexneya xwe dida riwê hevalê xwe, yan serkirdeyên xwe, yan nivîskar û rewşenbîrê xwe!?.
Niha bêminetî ye, riwê duyem tê bikaranîn. Di civaka me ya Rojavayê Kurdistan de bûriye, û çêbûye, ku em di riwê hev de naxivin, lê çaxa ku em diçin li ser Facebookê em hevdû bêminet dikin, û em riwê xwe yê duyem şanî hev dikin, û her roj em jehra nehezkirinê û kînê di nav vê malperê de belav dikin. Dive ev karê bê rêz bête rawestan û em li ser mijarên giring û bi sûd û wate baxivin, û civakek bi sinc mafxwaz ava bikin.