Piştî ku temenê wî gihişte 63’ê salan, û bêtirî ji 50’î salî ku jiyana xwe ji bo huner û mûzîka Kurdî terixandibû, bi sedan stranên gewre di pirtûkxaneya mûzîka Kurdistanî de çesipandin, û wek stranên nemir wê bên hilandin.
Reşîd Sofî dawî li jiyana tenêbûnê anî, û di roja 22.10.2016 xwestina wî bi keçeke Kurd ji bajarê Qamişloyê re bû.
Bi dehan kes nivîskar, helbestvan, rojnameger, bûne xêliyê Reşîd Sofî û pê re şahiya wî geş û xweş kirin. Reşîd Sofî ku ji bajarê Kobaniya berxwedêr e, niha bûye zavayê Qamişloka Evînadar, û wek ku li ser riwê wî di ahenga wî de diyar dibû, ku hemû hêviyên wî pêk hatine, û êdî pêwîst e ew nema bêje: “Xweziya Hêvî Pêk bihatana”.
Hêjaye gotinê ku wê daweta hunermend Reşîd El sofî di 3.11.2016an de, li bajarê Kobanî û wek ku Reşîd Sofî di malpera xwe de ragihandiye ku vexwendin giştî ye.
Bi navê malbata sernivîsê ya rojnameya Bûyerpress em vê kêfxweşiyê li hêja Reşîd Sofî pîroz dikin.
Ev nûçe di rojnameya Bûyerpress de hejmara (53)an 1/11/2016 hatiye weşandin