Taybet – Buyerpress
Çil û şeş helbestvan beşdarî di 21emîn Mihrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê de ya ku li gundê Mistefawiyê li bajarê Girkê Legê, roja înê 28.10.2016 li dar ket, kirin.
Mihrecanê bi gotara Komîta Amadekar ya ku ji hêla Brahîm Qasim ve hat pêşkêşkirin destpê kir, û navbirkên mûzîkî ji hêla herdû hunermendan, Masûm Şikakî û Xalid Dawûd ve dihatin pêşkêşkirin, her weha parçevîdyoyeke infografîk derbarê dîrok û serbora Mihrecanê û rewşên lidaexistina wê di salên bûrî de hat pêşkêşkirin.
Mihrecanê wek rêweresmê xwe yê her sal, xelata Mihrecanê ya şahnaziyê da, û îsal ji para helbestvanê Kurd “Xemgînê Remo” bû.
kurte-gotarek derbarê jiyan û berhemên “Xemgînê Remo” ji hêla endamê Komîta Amadekar Dildarê Aştî ve hat xwendin.
Ev nûçe di rojnameya Bûyerpress de hejmara (53)an 1/11/2016 hatiye weşandin