Desteya Çandê li Kantona Cezîrê roja Çarşembê, nozdê Cotmehê/ Uktober, û bi amadebûna hejmarek ji guhdêr, hunermend, û hezker, salvegera yekemîn ji koçkirina hunermendê cîhanî Umer Hemdî li navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo lidar xist.
Destpêkê, hezkerên hunermend li hola pêşengehan civiyan, ku kêlîkek bêdeng li ser canê wî rawestiyan û parçeyek mûzîkê ji hêla kemanjen Azad Dawûd ve li ser Kemanê hate pêşkêşkirin.
Pişt re kurtejiyana hunermend Hemdî hate xwendin, tê de hemû astengiyên di jiyan û hunera xwe de dîtibûn hatin diyarkirin.
Gotina Desteya Çandê ji Hêla Seroka Desteyê Bêrîvan Xalid ve hate xwendin, û gotina malbata hunermend Umer Hemdî ji hêla birayê wî Irfan Hemdî ve hate xwendin, tê de spasiya hemû kesên beşdar kir, û hindekî li ser hunera birayê xwe axivî.
Di dawî de kesên amadebûyî hatin vexwendin bo pêşengeha ku ji hêla hejmarek hunermendê Rojava ve li ser giyanê hunermend lidar ketibû, û imzekirina pirtûka ku li ser jiyana hunermend û berhemên wî û herweha tiştê ku di rojnamegeriya cîhanî de li ser hatibû nivisandin.