Mala Êzîdiyanli Kantona Cezîrê Kongirê xwe yê sêyemîn roja Înê 28 Cotmehê li hola Beylesan li bajarê Amûdê lidar xist. Û bi amadebûna Hevserokê Encûmena Damezrêner ê Fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Mensûr Elselûm, Endamê Desteya Cîbicîkirinê di “Tev – Dem”ê de Aldar Xelîl, Kongira Star, şanda Rêvebeiya Xweser, Hevserokê Ofîsa Karûbarê Olan Mihemed Elqadirî, şanda ÊzîdiyênŞengalê, Yekîtiya Rewşenbîran- beşê Amûdê, Endamê Komîta Têkiliyên Diplomasî Ebdulselam Ehmed, Serokê hoza Edwanan Mihemed Eledwanî, herweha hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî.
Piştî rawestana kêlîkeke bêdeng li ser canê şehîdan, gelek gotin hatin xwendin, paşê dîwana birêvebirina karê kongir hat destnîşankirin, û rapora salane ya Mala Êzîdiyanli Kantona Cezîrê hate xwendin, dûv re tozikname hat xwendin û deriyê diyalogê li pêş endaman hate vekirin.
Di dawiya kongir de hejmarek ji biryaran hate standin ji wan: danhev û belgekirina kultûrê ola Êzîdiyan, misogirkirina mafê jinê, rakirina qelen, vekirina şaxên Mala Êzîdiyanli Tirbe Spiyê û Hesekê û Serê Kaniyê, destnîşankirina temenê zewacê bi 18 salan. rahênankirina ciwan û zarokan di koma Laleş de a girêdayî Mala Êzîdiyan.