Ji destpêka nakokiyên di nav her du hêzên Kurd de, li Rojavayê Kurdistanê, hewldanên rêkfetina di nav wan de destpê kirin, û bi taybet insiyatîfên serokê Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) Mesûd Barzanî, di encama wan hewldanan de, rêkeftinên Hewlêr û Duhokê hatin imzekirin, lê ew rêkeftin jî negihiştin serî, û her aliyekî yên din bi têkbirina rêkeftinan tewanbar dike.
Niha Tev-Dem piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Demoqratîk, bi hêzên xwe yên siyasî, leşkerî, û ewlehî û wek desthilat xwe ragihand. Beramberî vê, ENKSê û hin partiyên din tevlî Rêvebiriya Xweser nebû, û wek partiyên siyasî qedexekirî destnîşan bûn, jiber ewan destûra Rêveberiyê bo çalakiyên xwe nestandin, û ew nexwedî hêzeke leşkerî ye.!
ENKS’ê tiştê di destê wê de, çalakiyên sivîl ûaştiyan ne, lê ji ber girtin, û dûrxistina endamên wê ji Rojava li ser destê asayîşa Rêveberiyê, karê wê jî êdî asteng bûye.
Niha em li ber du hêzan e, yek bi çek û dezgehên xwe yê ragihandinê xwe ye, û li aliyek din hêza din tenê dikare bi daxuyanî û mangirtin û xwepêşandanan himber wê derkeve.
Alîgirên her du aliyan, bi şêweyê gelêrî dixebitin, ku hev xayin derdixînin, û nakokî û cudabûn di civakê de roj bi roj pirtir dikin, di di dijberiyê wan de, ENKS’ê rêbaza aştiyane bikar anî, himber çareya ewlhî ya Rêveberiya “Tev-Dem”ê.
Şaşîtî û çewtiyên her du aliyan hene, Ku ENKS’ê heta vê demê, helwesta wê di hindirê Hemahengiya Rikberiyê ya Sûrî ku Tev-Dem wek dijimin dibîne, ne diyar e, partiyên di hindirê ENKSê de lihev nakin, cudahî di nav axaftinên ENKSê di hindir û derve de hene, nexasim rêxsitinên bi ser wê ve li Ewripa ku tenê dijberiya Tev-Dem ji xwe re kirine kar, û arîşeya Kurdî bi giştî jibîr kirine, û tevî wan têbîniyên ku her dem me dida rûyê ENKSê, û ji berî ku rewş weha aloz bibe.
Li aliyeke din Tev-Dem ku roj bi roj sîstema wê dibe sîstemek asê li dijî jiyana siyasê di Rojavayê Kurdistan de, bi rêgirtina wê himber çalakiyên sivîl û polîtîk yên hêzên dijberî wê û bi taybet ENKSê, dezgehên Rêveberiyê ta niha li xwe nanerin ku ew desthilat in, û divê li hemî welatiyan binerin ku ew wekhev in, dûrî ramanên wan, û ev ne di hemî dezgehan de heye, lê piranî weha ne, Rêveberî heta niha projeyê wê ne diyar e, ku ew rêveberiyek Kurd de, an rêveberiyeke Sûrî ye, û navnetewî ye?!
Ji bo her kes vê zanibe ku her du alî dema berê xwe didin alîgirên xwe, tenê behsa Kurdewariyê, û pêkanîna xewna Kurdî dikin, û xwe pêşkêş dikin ku ew siwarên hespê azadiya Kurdistanê ne, lê dema tu daxuyanî û axaftinê serkirdeyên wan di civînên mezin li ser asta Sûriyê, û herêmê û navdewletî dibîne û dixwîne, tenê ew dibin xwedî projeyek niştimanî Sûrî, û doza mafê Kurdan di Sûriyê de dikin.
Ev lîstika bi hestên gel her du aliyan bikar tînin, lê rastî ku her du alî jî Kurdistanan ava nakin, ez nabêjim divê Kurdistnan ava bikin, çimkî lîstik navdewlatî ye, û eger rêkeftin li ser avakirina Kurdistanê çê nebin, ti hêz nikarin vê yekê pêkbîn in, lê ya girîng ku her du alî bi rastî ligel alîgirên xwe biaxivin.
Nakokî berdewam in, û xiyanetkirin jî berdewam in, lê eger Rêveberiya xweser rastî xwe desthilat dibîne, û rastî xwe demoqrat dibîne, weke ku radighîne, divê ew bi gelê xwe re rast be, û her weha bi nirxên xwe re jî rast be, ku bi rastî jiyana siyasî li devera wê dijî û sax e, ne demoqratiya wê jî bo hin kesan be, û ji layengerên din asteng be. Partiyên ENKS’ê xwedê alêgir û cemawer in, û partiyên wê ji mêj ve di Rojavayê Kurdistanê li himber rêjîma Be’esê derdiketin xwepêşendanan, û xebatek wan heye, û himber vê yekê jî ENKS’ê jî divê baweriyê bi “Tev-Dem” ‘ê, bike, jiber niha hale hazir ew xwedî hêz û dezgehe nexasim li ser zemîna xwe û hin zemînên di di Sûriyê de.
ENKSê bi hilbijartina çareya çalakiyên sivîl û xwepêşandan gog xist lîstikgeha Tev-Demê de, û divê Tev-Dem çavê xwe ji vê yekê negire, û netenê dengê awazên xwe bike, çimkî ew ne tenbûrvana bi tenê divê holê de ye, û eger wê guhê xwe girt, dê awazên wê jî nexweş derkevin, û wê her du alî cemawer dûrî xwe bixin, eger aheng tev de xera nekirin!!
Ev gotar di hejmara”52″an de ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.10.2016