Min ji pirsê dipirsî bi zanîn min dizanî
Rêwîiyê rêka dirêj, Qet dare xwe dananî
Te jibir nakim tu carî Bavê şiyar tu kanî
Comerdî bi hina pir buha ye, tee v merdî ji ku anî
Tu carî naherife ew esasê te danî
Tu jîr û aştîxwaz bû wek Isayê nûranî
Zimanzan û rêber bû navdarê vî zemanî
Tu kesî qet netewand, qiloçê vî beranî
Li diya te pîroz bî, çok dane erdê te anî
Tu buharek dev li ken, dildarê kurdistanê
Lehengê jîr û çeleng şagirtiyê Berzanî
Rengê Sîpan û Cûdî, tê her bimîne li banî
Em rêça te naberdin, da neçike ev kanî
Stêrek geş qurijî hat xwarê ji ezmanî
Eyûbê kurma xwarî, te rêçeke nû danî
Ev tiştê hatiye desta tev de xwîn û xwêdanî
Mêr û jin şiyar kirin bimre bimre nezanî
Bimrin kesên tirsonek, patû xur û erzanî
Te soza xwe bir serî rêberê vî kerwanî
Ev diyariya Dilbirîn ji bo te pesindanî
Hezar rehmet ji yezdan li bavê şiyar bibarî