“Heger ev giyanê berpirsiyariyê di ser pîvanên partiyan re neyin girtin, em ê tûşî bobelat û fişarên mezin wekî li Şingal û Kobanê li rû dayîn û em ê ber bi kîmeyabaran û jinosaid ve herin, ji ber ku şerê di heremê de tê kirin, hîna ji şerê cîhanê yê duyemîn dijwartir e”.
Gurkirina pêla pevçûn û rûxandinê li seranserî Sûriyê, nemaze piştî rûxandina hewldanên pêkanîna aramiyê – heta radeyekî- ji hêla kiwalisyona navnetwî bi serkêşiya Emrîka û hevbendiya Rûsiya, ya tenê li ser vehesîna şer diyalog dihate kirin, hemû hêvî berba çûn, û doza miletên Sûrî ji çareseriya siyasî re ber bi kêşeyek mirovî ve herikî û ew jî berba çû.
Ev lîstoka navdewletî hem bi rêjîmê û hem bi opsizyonê, bi hostatî leyst û dileyze, xuya bû ku şoreşa Sûriye derewk nixumandiye û ekterên di pişt perdan de sûde ji mantelîta rêjîma totalîter wergirt û ajendeyên xwe xistin bazara wêraniya Sûriye wekî dewlet xwedan derfet, ango pirtikên rêjîmê şînhatibûn û pêwiste were pirtikandin, di encamê de welatek kavil û civakek rûxayî bê ser û ber, bi dehan sal nikaribe birînên xwe bide hev.
Niha miletên Sûrî gihane wê asta bêhêvîtiyê, êdî ew li jiyana xwe ya rojane digere, eve jî wê serpêhatiya kurdan a resen disepîne (îskê mirinê şanî bide, wê qîma xwe bi taya nexweşiyê bîn e).
Di vê derbarê de pêwiste em bala xwe berdin ser rola tevgera kurdî di van qunaxan de, ew dikarin çi bikin û çi mesajê bighînin destwerdana hêzên navnetewî û bibin fakterê çareserkirina kirîza Sûrî bi tevahî .
Ev dîmenê reşbîn û bêhêvî di tabloya siyasî de mirov dixe nava gomanan, hele rewş wê ber bi kuve here û encam wê çibin?.
Giringiya rola kurdî di van qunaxên hestiyar de xwe dide pêş, hem ji ber taybetmendiya doza kurdî di Sûriye de, di warê pênase û pejirandina hebûna wî, ji rexekî helwesta rikeberiya Sûrî, û helwesta rêjîmê ya neyênî ji rexê din ve, nemaze ku heremên kurdî hîna neketine nava cengeke etnîkî û olî de û heta radeyekî herêmên kurdî mane parastî ji tund û tûjîtiya hindurîn, lê beramberî vê yekê hîna nakokiyên mezin di nava cada kurdî de peyda dibin û ne yekrêzî fişarê li cavakê bi tevahî dike û bandorek neyînî ji pêşeroja miletê kurd re tîn e, her weha helwesta dewletên bi bandor ji doza kurdî di Sûriye de.
Kêmasiya mezin ya tevgera kurdî, hîna nekariye cudahiyê bêxe navbera xebat û tekoşîna li ser astê kurdistanî û peydakirina alternatîfa kurd wekî netew li ser xaka xwe û di hidurî Sûriye de, em di wê baweriyê de ne ku doza kurdî li hemû parçên kurdistanê hev û din tekûz dikin, lê nabe diruşmeya axaftina siyasî ji çavkaniyên kurdistanî û xweparastinê xwe bidin pêş,
Her çendî tevgera kurdî a leşkerî li pêşe û bizavek siyasî çalak heye, lê di warê diplomasî de, xebat bi têrê nake, hîna hilsengandina zilehêzên gerdûnî bi çavê şervanên baş wan dinerxînin, wekî çawa hêzên navnetewî kirîza Sûrî wekî kirîzek civakî û mirovî dibînin, wisa doza kurdî wekî doza netewek berxwedêr û xudan kêşe nedîtin e, eva jî girêdayî ye bi berjewendiya wan û têkiliyên wan bi dewletên herêmî re, bi taybet dewleta Farisî a veşartî û Turkiye ku li hember hebûna hemû destkeftiyên ketîn yan wê bikevin destê kurdan de.
Dagirkirina bakurî Sûriye ne yasayî ye û herdu leystikvanên mezin – Rûsiya û Emrîka- hevnêrînin di vê derbarê de, herdu rex li hêzek hindurîn digerin da projeyên xwe di riya wan re pêk bînin, li ser zemînê hêza kurdî tenha dikare bibe fakterê veguherînê ji hindur ve, ji lewra ev nêzîkbûn têne kirin û herdu rex dixwazin sûdeyê ji hebûna kurdan hem di Êraq û hem di Sûriye de bigrin.
Pîvanên navnetewî ji nirxandina rewşê re li ser du beşan belavin, yek hebûna leşkerî, du tevgera siyasî ye, heger herdu rex pêkhatî bin û tekûz bin, wê dûzana kêşanê bi pîvanên rast werin kirin.
Bi lavlav û gazinan daxwaz pêk nayin, li vir pêwistiya tevgera siyasî bi hêzek xudan rol û çalak heye, her çendî li ser hev kom be û mezin be, ew qasî wê di dîmenê paşeroja Sûrî de aktîf bin û xwedan rol bin, Heger ev giyanê berpirsiyariyê di ser pîvanên partiyan re neyin girtin, em ê tûşî bobelat û fişarên mezin wekî li Şingal û Kobanê li rû dayîn û em ê ber bi kîmeyabaran û jinosaid ve herin, ji ber ku şerê di heremê de tê kirin, hîna ji şerê cîhanê yê duyemîn dijwartir e.
Ev gotar di hejmara”52″an de ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.10.2016