Berî ku em bi şêweyekî lêkolîvanî şaristaniya islamê dabaş bikin, pêwîst e dem û cihê tê de peyda bûye bê nirxandin.
Çîrok ji bajarê Mekka weke çavkaniyek bazirganiyê destpê dike. Bajarê Mekka navendek bazirganiyê ye, dikeve navbera derya sor “Hebeşê-Yamen”, deverên kendavê û herêma Şamê de.
Hoza Qureyşî, hozek pûtperest e hêdî hêdî di bingeha sermayedariya bazirganî de, li ser bîra Zemzem cihê Ismaîl Elxelîl kurê İbrahîm û diya xwe lê bi cih dibin tê avakirin. Her wiha di gel olên cihû, Zeredeştî, Xiristyanî hinek baweriyên din jî hene. Li vê derê cara yekemîn perestgehek ava dibe û sê pût lê têne danîn” Ellat,Elmenat,El’eza”. Selman Ruşdî di pirtûka xwe ya bi navê”Ayat şeytaniyê” de wiha dibêje:
– Muhemmed ji hoza Qureyşî, ji malbateke xizan ve tê jiyanê
Heta niha welatên islamî newêrin kesayeta Muhemmed û ola islamê têxin bi ronahiyeke sosyolojî de.
Tu dibêjî qey tiştek heye naxwazin bê naskirin û ditirsin çaxa bê naskirin. Li gor nêrîna min, eger lêkolînên wiha dernekevin holê dê welatên misilman û Rojhilata Navîn bi şêwazekî gelemperî tim her û her wê bimînin cihê pê lîstinê dibin destê Amerîka û Israîl de.
Awrupa bi xwe dema dest bi şoreşa ronakbîrî kir, hingî li pêş ket, ji ber vê çendê eger Rojhilata Navîn tevgera ronakbîrî xweser nede destpêkirin ewê tu car neçe pêş. Bê guman bi şirovekirina kesayeta Muhemmed dibe ku şoreşa ronakbîrî destpê bike.
Muhemmed kî ye?
Muhemmed ji hoza “Ebdulmenaf Haşimî kurê Ebdullah e” ber hemberî parekê herdem bi karwanê bazirganî yê Xedîcê re diçe Şamê û tê, di vê derbarê de dikeve bin bandorek mezin ji rebendarên Suryanî de, ji aliyekî din ve cihû dibin cihê navkokiyê, ji ber ku rolek bazirganî pir mezin dilîzin. Şokirina wî di gel Xedîcê rewşek nû bi xwe re tîne, ji ber ku Xedîcê bazirganek mezin e û pir zengîn e û jê fêrî gelek tiştan dibe.
Di vê demê de peyva weke peyxemberê dawî li ser zimanan pir dihate gotin, ev peyv bi xwe cara yekemîn Xedîcê bi dengekî kur û pist di guhê wî de, jê re dibêje.
Muhemmed bi xwe mirovekî agahdar e, li ser rewşa hemî ola û baweriyên serdem û berî serdema xwe. Ew dibîne rewşa heyî ne pêkane ku karibe armanca damezrandina yekîtıya siyasî di nav welatên ereban de pêk bîne. Ji ber vê yekê xwe weke namzet ji bo rêbazeke nû bi piştgirî û destek dayîna Xedîcê dibîne û bi vî awayî cara yekemîn surûş wî agahdar dike û jê re dibêje” tu pêxemberî di sala 610 ê zayînê de. Li aliyê din herdû şahinşahiyên mezin û hevdem” Bîzens û Sasanî” ketine pêxîla hev de bi nakokiyên tund û tûj û ev yek ,rê li ber derfetek mezin ji bo Muhemmed vedike .
Ola nû li ser navê gelê ereb û li ser nûjenkirina îdolojî ya cihûyatî li her çar aliyên cîhanê belav dibe. Piştî derbasbûna wî ji bo ” Medîne Elminewere” di navbera xwe de peymanek civakî li gel şîniyên bajêr de çê dike û tê de bercewendiyên hemû hozan tê parastin, ji bilî komikek ji çîna eristiqratî. Buhişta ku Muhemmed dabeşa wê dike dibin destê Bîzens û Sasanî de ye û dojeh bi xwe ew terzê jiyana kevnar e û çolistana ereba ye. Di navbera buhişt û dojehê de û ji bo pêkanîna armancê xwe Muhemmed dest bi şerê hebûn û nebûnê dike.
Ji van hidek şer û cewşenan jî, ev in:
1- Cewşena Uhid di sala 625an de ye, Muhemmed tê de birîndar dibe û apê wî Hemze tê kuştin.
2- Cewçena Elxendeq, Qureyşî û cihû yên Benî Qureyza 20 rojan Medîne dorpêç dikin, lê ji ber ba û baranê bi ser nakevin û vedigerin di sala 626an de yê zayînê .
Piştî mirina Muhemmed û kuştina ‘Elî’ ew mirovê emîndar û bawermend û her wiha piştî komkujiya Kerbelayê ku hemû endamê malbata Muhemmed tê de hatin qirkirin, Dawî li isalma Muhemmed jî hat. Êdî islam dikeve destê eristiqratiya ereb de û malbata “mû’awiye” ev malbat û çîna eristiqrata bazirgan û sermayedarên ereb, ne bes welatê ereb, lê belê di sala 650î de hemû niştimanên Sasan û Bîzens, Bakurê Afrîkayê û ta sînorê Qustentîniyê dikeve bin destê wan de.
Bi kurtasî ji civak û bazirganên qonaxa klanan imperatoriyek gewremend hat avakirin, ji nîvgirava sîbîrya ta welatên endonîz û malîzya dixin bin destê xwe de.
Gelo ev hemû ji çi hat?
İslamê di destpêka xwe de, hemû civîn û rêxistinên xwe di mizgeftan de durist dikirin, gelo çima di dawiyê de mizgeft dibin cihê nimêj û merasîmên olî? Bi wateyek din, islam tevgerek siyasî ye, çima kirasekî olî li xwe kir?
Ji bo bersivdayînê peyvek Marks bala min dikşîne, tê de dibêje” Eger çi tiştê li ber çavan û rastî weke hev bûya, hîngê wê pêwîstî bi zanistê nebûya”.
Lê tiştê balkêştirîn, li gor nêrîna min navê (islamê) ye, ango aşîtî, ev nav bi xwe ji bo rastiyê reşkujtine, ji ber ku peyvek sexteye rastiyê ji hev belav dike û vedişêre, ewên, islamê di bin ol û dirûşma xwedayek li asîmane û xelîfeyek li erdê ye şerên dijwar û xwîndar li dijî mirovahiyê pêkanîn, weke îro Daîş ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, li dijî miletê Kurd di bin heman ol û dirûşman de.
Taha Husên di pirtûka xwe de ya bi navê” Xulefaa Elraşidîn” wiha nivisî ye:
Muhemmed ji partîzanên xwe re bi hêvotin digot: Eger dema dijmin ji we xurttir be, dîlên wan yên di destê xwe de serjê bikin.
Ji ber vê yekê dema Daîş wan kiryarên kirêt dike û hêsîran serjê dike ne ji valatiyekê tê, belê ji binçîneya wê çand û davokê ve hatiye.
Di dûmahiyê de ez dixwazim peyvînek ramangerê kurd Abdullah Ocalan bînim ser ziman ku tê de wiha dibêje: eger islam nebûya wê Urûba jî neba û eger Urûba nebûya wê Baas jî neba û eger Baas nebûya wê Seddam û Beşar jî nebûna.
Her di vê rê de feylesûfê yehûdî Spînoza wilo dibêje: Azadî zanistî ye û penda gelê kurd jî gotiye: dîtin û gotin nabin yek.
Ev gotar di hejmara”52″an de ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.10.2016