Ev bû çend sal Rojhilat di rewşeke awarte re derbas dibe, û ev bûyer bêguman ne wilo bi hesanî wê di ser dewletên wê re derbas bibin, lê sed ji sedî wê guhertinin mezin jî bi xwe re bîne.
Sedemên vê rewşa awarte pir in, siyasî,civakî û aborî ne, û tekez roleke navdewletî jî tê de heye. ji piştî şerê cîhanî yê diwemîn ve Rojhilat di rewşeke wilo re derbas nebûye tevî ku gelek bûyer li gelek cihên dî çêdibûn û bûne sedemên guhertiin mezin li wan welatan. ev bûyer wê jîwariyek nû li herêmê peyda bike û wek her guhertinan wê hinin biser bikevin û berjewendiyin baş qezenc bikin û hinin dî wê gelek tişt ji nav destê wan derkeve.
Li gorî rewşa kurdî ya îro wê kurd karibin çi sûdeyê ji wan guhertinan wergirin di pêşerojê de, û gelo kurd dipîvanên hêzên navdewletî de hene an wek hemî bûyerên berê wê bêpar bimînin ji wan guhertinan.
Ez dixwazim bêtir li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê rawestim, li gorî wan pîvanan. piştî krîza Sûriyê destpê kir û xwepêşandan seranserî wê rabûn, çav bêtir li ser aliyê kurdî bû û belkî ew bû ya ku dikarîbû her tiştî li Sûriyê biguhere, wilo hêvî hebûn ta gelek ji aliyên rikberiya Sûriyê bi xwe jî wilo li partiyên kurd dinerîn, ji ber kurd ji hemî aliyîn dî yên Sûriyê xwedî bizavek dirêj bûn di kar û xebata siyasî de û partiyên kurdî ji kevintirîn partiyên siyasî bûn li Sûriyê. lê piştî rewşa sûriyê dirêj kir hate diyarkirin ku ev pêşbînî ne di cih de bû û wan nedikarîbû di vê dema hestiyar de rola xwe bilîzin, ji ber nikarîbûn xweşik rewşa navdewletî bixwînin an riyek û nerînek wan hebe di vê krîzê de, rast e rewşa Sûriyê ji her alî ve taybet bû û wek kurd dibêjin bû girêka kora, û bi tenê partiyên kurdî li bendî demê man, û bi nakokiyên xwe yên navxweyî mijûl bûn.
Kurd bûne du parçe di vê bûyerê de û hewlwesta herdû aliyan gelekî ji hev dûr bû ta em dikarin bibêjin ku di gelek nerînan de bûne dijminê hev jî, aliyekî xwe sparte rikberiya Sûriyê û mixabin bêyî ku hêza wê hebe û karibe daxwaz û mercen xwe bi rikberiya Sûriyê bide pejirandin, û alîyekî destê rikberiya ku helwesta wê nêzîkî ya rêjîmê ye girt, û wê dikarîbû dest deyne ser gelek tiştan û hêzeke xwe yî leşkerî çêbike û xwe wek desthilatdar nîşan bike, bêguman ev ne wilo ji xwe ve hat, lê gelek aliyan alîkariya wê kir û dixwestin wê diyar bikin ku ewe yê ku dikare bibe berpirs di ber kurdan de li her hevdîtin û giftûgoyan, lê ev yek neçû serî û aliyê dîtir jî tevî bêhêzbûna xwe ma aliyek ku binavê kurdan danûstandinan dike, ango ew parçebûn kûrtir bû.
Bi demê re zelal bû ku aliyek ji wan bi tena xwe nikarîbû nûnertiya kuradn bike û berjewendiyên kurdî bi hevpeymaniyên xwe bide pejirandin, hîna rêjim wek berê dibêje ku kurd parçakji pêkhatî û rikberiya Sûriyê ne, nikare helwestek zelal diyar bike li ser pirsgirêka kurd ji bilî tarîbûna nerîna dewletên ku roleke mezin di kirîza sûriyê de dilîzin, ji ber her aliyek ji wan têkiliyên wî bi bihtir ji dewletekê re hene ku berjewendiyên wan dijî hev in û belkî bi tenê li ser rewşa kurdî nerînên wan yek in ku tev de naxwazin dewleteke kurd li herêmê peyda bibe, lê dîse leystikên navdewletî diyar nebûne ka pilana wan çi ye û wê çawa ta dawiyê danûstandinê bi vê rewşa awarte re bikin di pêşerojê de. lê kurd bi vê parçebûnê îro ewin aliyê herî lawaz û bêhêz.
Wek min di destpêkê de got, wê ev bûyer ne wilo wek tavekê zû bifirike lê tekez wê şapekê bi xwe re bîne di barandina xwe de û hêdî hêdî encamên wê diyar dibin. Gelo kurd bi vî şêweyî wê karibin berjewendiyên kurd misoger bikin û mafê kurd bidest bixin?
bêtir ew aliyên siyasî dikarin bersiva van pirsan bidin..!
Ev gotar di hejmara (50) ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1/9/2016