Ol, encama tirsa hebûnê ye. Lewra her hebûn xwedî encamekê ye û ew encam, bingeha hemû tirsên mirovan e.
Tirs, pirê caran weke têgîneke neyînî û daxwaz weke têgîneke erênî tê têgihîştin. Herdu jî afirîner û motorên herî mezin ên enerjî û dînamîzma mirovan e. Mirov herî zêde ji ber van herdu hestên xwe yên bingehîn dînamîk û wêrek in. Her du jî hestên pir xurt in ku serdestiyê li jîyana mirovan dikin û xet, reng û teşeya jîyana mirovan dîyar dikin, dihûnin.
Pirê caran ev herdu aliyên mirov bi hev re di nav aştiyê de xuya bikin jî, ev di rastiya xwe de ne aştî, lê encama serdestiya tirsê ya li ser daxwazê ye. Caran tirs daxwazê diafirîne jî û caran daxwaz, tirsê weke çek bikar tine. Lê di rastiyê xwe de ew jî, her tim bi hev re di nav şerê desthilatdariyê de ne ku ji xwe yekem şerê desthilatdariyê di nav mirovan de, ji wan dest pê dike û mora xwe li jiyanê dixe. Ew şer çendî giran be, encam serkeftina kîjan alî be jî, bandora xwe ya li ser der û dora mirovan jî ewçendî xurt û mezin e.
Li gel rastiya şerê di navbera tirs û daxwazê de jî, tirs û daxwaz di heman demê de hevkarên hev ên herî mezin û baş in. Lewra tirs bingeha xwe ji wendakirinê û daxwaz jî bingeha xwe ji bidestxistinê digire. Wendakirin û bidestxistin her çendî du tiştên dijberî hev xuya bikin jî, ew di heman demê de destbirakên hev û axretê ne jî û bêyî hev nikarin bibin. Şer û hevkariya navbera tirs û daxwazê jî li ser bingeha vê nakokiyê şîn dibe.
Tirs jî û daxwaz jî du çekên herî mezin ên mirovan in. Mîna hemû çekan ew jî dikarin xwe jî û der û dora xwe jî bikujin, ango tune bikin. Mîna hemû çekan, ew jî bi temamî girêdayê armancê ne. Armanc berê çekan bide ku derê, çek di xizmeta wê derê de ne û her kêliyê jî, li gor guherîna armancê, amade ne ji bo bikevine xizmeta tiştekî din. Loma jî mîna hemû çekan ev çek jî bi metirsiyan dagirtî ne û ji bûyîna me û heya mirina me jî bi me re ne. Ne çekên bi destên mirovan hatine çêkirin in. Loma jî ne pêkan e mirov xwe ji wan rizgar bikin. Lê mirov dikarin wan xweşik bikar bînin û nehêlin ji aliyê kesên din ve bêne bikaranîn ku ji bo vê jî beriya her tiştî zanebûn û pişt re jî birêxistinî divê.
Mirov, bi hebûna xwe ya fîzîkî, hebûna herî reben, lawaz û bêparastin e. Lê ji ber mêjiyê xwe, xwedî çeka herî mezin û bi bandor e jî. Ol, encama tirsa hebûnê ye. Lewra her hebûn xwedî encamekê ye û ew encam, bingeha hemû tirsên mirovan e. Tirsa encama hebûnê, bixwe re ne tenê olan, lê gelek lêgerîn, raman û kiryarên cuda jî afirandiye. Lomaye ku her lêgerîn, raman û kiryar ji bo bikaribe xwe bigire û tune nebe, pêdivî bi hêzgirtinê û pê re jî xwebirêxistirinkirinê dîtiye.
Ol, bi tenê dikare bi bidestxistin û pişt re bikaranîna tirsa mirovan xwe li ser lingan bihêle û bi pêş bixe. Yek ji taybetiya herî mezin û bi bandor a olan jî ew e ku pir bi hostetî dikarin tirsên mirovan piştî demekê veguhezînin û bikin wekî daxwazên mirovan. Piştî demekê, mirov êdî teqez ji xwe û baweriya xwe piştrast e, lewra sînyalên tirsê ewçendî zêde û bi hostetî çûne binhişê mirovan ku giyan, kesayet û daxwaz, li gor wê tirsê teşe girtine. Tirs êdî bûye bawerî, daxwaz û yekane hêvî ji bo mirovan. Lê tirs, weke tirs, tu carî ji binhişê mirovan dernakeve û ew e ku vê hêvî, daxwaz û baweriyê xurt jî dike(!) Li gel vê jî, ol caran pêdivî pê dibîne ku bi “tirsa Xuda”, “tirsa agir”, li vê jîyanê tirsa belavbûna bêexlaqiyê û pê re malbatiyê û gelek tiştên din. Li ber vê û pê re jî, nîmetên bihiştê û bi olê re paqijî û birêkûpêkî û biexlaqiya li vê jîyanê jî bi taybet tê kirin. Îcar birêkûpêkî, paqijî û biexlaqî çendî bi olan ve girêdayî ye?
Ev gotar di hejmara (50) ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1/9/2016