Salî Mehmet Aytaç ê di înşaeta Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê de dixebitî û ji hêla hevalê xweyî odê M.A. ve bi benzînê hat şewitandin, dîmenên kamerayê yên şantiyeyê derketin holê.
Welatiyê bi navê Mehmet Aytaç ê ji Amedê û bavê 2 zarokan, dema li înşaeta Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê dixebitî, ji hêla kesê bi navê M.A. ve di odeyê de bi benzînê hat şewitandin û jiyana xwe ji dest da. M.A. piştî hovîtiyê li taxa Îhsaniyeyê ya Eyupê ji hêla cencirmeyan ve hat binçavkirin.
Ekîbên lêkolînê yên cendirmeyan piştî destên M.A. lêkolîn kirin, derket holê ku mûyên destê wî şewitî ne, li ser vê cendirmeyan kamerayên li herêmê lêkolîn kirin. Piştî îfadeyên M.A. ji hêla cendirmeyan ve hat girtin, M.A. buyer qebûl kir û îdia kir ku ji ber Aytaç ji dergîstiya wî re peyam şandiye, wî jî bi benzînê dema ew di odeyê de raza bû şewitandiye.
Piştî îfadeya M.A. ji hêla dozgeriyê ve hat girtin û sewqî dadgehê hat kirin, li vir bi tewambariya “bi zanebûn mirov kuştiye” hat girtin.
Dîmenên li cihê buyerê di kamerayan de jî derket holê. M.A. dema ji marketê derdikeve, piştî diçe benzînxaneyê û bi kûpik çawa benzînê distîne û çawa dikeve konteynirê jî tên dîtin. M.A. dema li odê benzînê dirije di kêliyê de agir bi odê dikeve û Mehmet Aytaç di wê demê de dişewite.