Li bajarê Girkê Legê welatiyê bi navê Şêrwan Îbrahîm (32), li pêşiya mala xwe ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kuştin.
Li gorî agahiyên ku buroya têkoşîna li dijî Sûcên rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Asayşa Girkê Legê, Ciwanê bi navê Şêrwan Îbrahîm, dema ku şevê din saet derdora 02.30’an de ji şahiyeke xizmên xwe ku li bajarê Amûdê hatibû lidarxistin vedigeriya, mala xwe ji aliyê kesên ku nasnameya wan nediyar ve li pêşiya mala wî tê gulebarankirin.
Li gorî buroyê 6 gule li Şêrwan Îbrahîm ketine û di encamê de jiyana xwe ji dest daye. Hêzên Asayşê lêpirsîna derbarê kesên sûcdar de didomîne.
Cenazeyê Şêrwan Îbrahîm îro li goristana Girkê Legê hat veşartin.
HAWAR