“ez ji van kesan dipirsim gelo çi cûdahî di navbera wan û Daîşê de heye, yek dijminayê eşkere dike, yê dinê bi dizî dike..belê ez dibînim ya bi dizî xetera wê zêdetir e. xwîna şehîdên me ne arzan e ku bê sebeb bê rijandin, ji loma me gelek bedêlên giranbuha di ber vê aramiyê de danîne”
Teqîn…hewar û qêrîn, ewrekî reşî tarî girte ser jiyana Qmişlokê, bajarê evînê dengê zarokan qîreqîrê dayikan,ax û nalîna birîndaran, ezmanê 7’an diçirîne, dîsa çi bû wê kî sersaxiyê bide kê, wê kî sûcdar be, kî wê bê cezakirin. teqîn giran bû dilê me ji kokê de hilanî, ziman neçar e maye lal, ew xewn bû yan rastî bû….!?
Dîsa li Qamişlo komên terorê komên tarîker, dijminê mirovahiyê kirasên reşî tarî bi ser xwe de berdan li ti ol û pêximberan nepirsîn, kesên sivîl ji xwe re kirin armanc. belê vê carê ne wekî carên din bû, gelek avahî hatin rûxandin, hejmara şehîd û birîndaran zêde bû, gelek ziyanên canî û madî çêbûn. ji ber mçîna bumbeya barkirî pir mezin bû 14 ton teqemenî tê de hatibû bicihkirin, ta ku ev zirara mezin gihşte cihê teqînê, ku bi dehan şehîd û zêdî 175 birîndar ji bilî hilweşandina gelek mal û avahiyan.bi rastî vê komkujiyê gelek tiştên balkêş anîne holê, bersivdaîn jê re dive. ji ber êdî mîna vê teqînê rewşa aramiya devdrê dixe xeterê de, ev yek divê baş li ser bê lîkolînkirin. lewra vê teqînê gelek pirs anîne ziman, gelo ev kemyon ji ku de hat..kê derbas kir..çilo derbas bû..li ku hate hazirkirin..kê rê nîşan da…gelo çav kaniyên Daîşê di nav me de hene yan na..kî ne..heger destê kesên bi me re dijîn tê de hebe wê hesabên wan çi be..û gelo endamên parastinê di amadebaşiyê de bûn ya na…..!?
Ev pirs pirsên her welatiyekî Kurd e, bersiva wan divê bê diyarkirin, ji ber li gorî zagonan nabe wekî vê kemyonê derbasî bajaran bibe, bi taybet di van şert û mercan de, ku her kes dijberiya Rojavayê Kurdistanê dike, dixwazin vê çirûska roniya di Sûryayê de vemirînin. ji ber ne di bercewendiyên wan de bû ku kurd van destkeftiyan bi dest bixin, li gorî fikr û xeyalên xwe Sûriya pêşerojê ava kirin, lê xewnên wan tev li ber ba çûn. dibe ev kemyon di bendên kontirolê re derbas bûbe, dibe jî di devereke ne diyar re derbas bûbe, çawa di ku ve hatibe rênasî û zanebûn jê re divê, ne hema çav girtî hatiye, derbasî taxa Xerbî bûye komkujî pêk aniye, ev yek balê dikşîne ser xalin giring.
Yekem, ez di wê bahweriyê de me ku girêdanên pir xwirt di navbera Daîşê û kesin di bajar de bicih bûne wê hebin, dibe ku ji bajarin cûda hatibin, ne dûr e ku ji pêkhatiyên deverê bin, ji ber li herêmên me gelek tevlihevî heye, nema baş û nebaş ji hev têne derxistin.
Duyem, dibe ku kesin tevlî hêzên parastinê bûne di heman demê de hevkarê Daîşê û hevalbendên wan bin.
Sêyem, gelek hene bi berpirsyarî li ser karê xwe nasekinin. Çarem, gelek bermahiyên razayî di bajarê me de hene kengî tevli hevî rû bide xwe destnîşan dikin, wekî di dema dawî de li bajarê Amûdê dixwestin teqîniyan pêk bînin ew kes jî diyar in bê kî ne. lê ya cihê mixabiniyê ku ev bi dehê salan me ew himbêz kirine, kesekî ji wan re negotiye siha we xwar e, mane divê mêhvan sînorê xwe nas bike, em bi qencî bi wan re dikin, lê ew bin me dikolin. Pêwîst e ji îro pê ve xetê sor ji van kesan re bêne danîn, çekên di destên wan de bêne desteserkirin da di sînca me de neyê bikaranîn, xuya ye çi kesê em qedir û qîmet didine wan, bersevdayîna wan çavsorî û dijminahî ye.
ez ji van kesan dipirsim gelo çi cûdahî di navbera wan û Daîşê de heye, yek dijminayê eşkere dike, yê dinê bi dizî dike..belê ez dibînim ya bi dizî xetera wê zêdetir e. xwîna şehîdên me ne arzan e ku bê sebeb bê rijandin, ji loma me gelek bedêlên giranbuha di ber vê aramiyê de danîne, dema ku bi hesanî tê xerakirin em pir pê dêşin, ji xwe dema destê kesên di nav me de dijîn tê de hebe wê çaxê ferz dibe her tişt bêne guhertin, ew destê dirêjî gelê me bibe bê jêkirin da bibe mînak ku tu kesên dinê van kiryarên xerab di mafê me de bikar neyne. Yê bixwaze dijminahya me bike wan e çeperên şer ew ji sed û yek bavê xwe bê minet be, qey şerm nakin sivîlan hedef digrin, yan dixwazin bi van komkujiyan me bitirsînin. ma naxwe me nas nakin, em kurd in yên ku zilma Ezdehak ji holê rakirin, em in yê ku bi hezarên sala li ber xwe didin, bi hezaran şehîd dane, lê ticaran serî netewandine ev destkeftiyên bi xwîna pakrewanan bidest xistine ti caran ji dest xwe bernadin. komkujiya Qamişlo îsbat kir ku teror ti dîn û mezheb jê re nîne, diyar bû ku komên tarîker li îflasê ketine tiştek di destên wan de nemaye ji êrîşên ser sivîlan pê ve. Lê em soz didin wê bi tûndî bersev dayîna wan bê dan, divê tola şehîdan ji wan bê hilanîn, bi saya serê şervanên me ew yên hesabên giran bidin di demeke nêzîk de. belê ya herî giring ku ev bûyer bibe sebeba çareserkirina nakukiyên navxweyî, destê biratiyê dirêjî hev bikin, pêwîst e mala kurdî ji nû ve bê avakirin, rûpeleke nû bê vekirin, îro destekbûna me giring e, divê yekdeng, yekhelwest, û yekhêz bin, îro dema hev girtinê ye, dijmin yek e armancên wî têkçûna gelê kurd e. ji ber vê divê biryarên lazgîn bêne sitendin, êdî wê qedera gelê kurd heta kengî di destê xelkê de be, divê her kes ji me xwedî li mafê xwe derkeve. ji ber tu kes li deriyê me naxe nabêje eve mafê we, her kes dizane ku azadî û serxwebûn bê qelen nayên sitendin, ya giring şiyarbûn e, her yek ji me xwe serkêş bibîne, wê çaxê her tişt wê li gorî xwesteka gel bê bicihkirin tu kes wê nikaribe vîna kurdan bişkîne û kiryarên xwe li ser ferz bike.
Ev gotar di hejmara (50) ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1/9/2016