Artêşa Tirk a dagirker tevî alavên xwe yên leşkerî ya sînor derbas kir û ket nava axa Kobanê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji Kobanê ragihandine, leşkerên Tirk tevî alavên xwe yên Leşkerî sînor derbas kirin û ketin nava axa Kobanê û avakirina dîwarê şermê yê di navbera herdu perçeyên Kurdistanê de didomîne.
Her wiha şêniyên Kobanê jî çalakiya xwe ya protestoyî ya li ser sînor didomînin. Liv û tevgera leşkeran li hember cihê ku çalakvan lê ne, didome.
HAWAR