Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a ku herêma Cerablusê dagirkiriye ve pêk tên, şermezar kir.
Desteya Serokatiyê ya MSD’ê derbarê êrîş dagirkeriyê yên dewleta tirk ku li Bakûrê Sûriyeyê pêk tîne û komkujiyên wê yên li herêma Cerablusê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Artêşa Turkiyê ji roja ku bajarê Cerablûsê dagir kir, li cihên wekî gundên Bîr El-Kusa û Sirîsar komkujî li pey komkujiyan bi serê sivîlên gundên başûrê bajar pêk tine. Tenê li gundê Bir Kusa 40 sivîl bûn qurbanî. Em wekî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk van êrîşên hovane û terrorîst yên ku Artêşa Tirkiyeyê û çeteyên wê pêk tîne, şermezar dikin.
Hikûmeta Erdogan bang li hêzên herêmî û navnetewî dikirin da ku şerê DAIŞ’ê bike, lê ev êrîşên hovane mebesta wî ya berejavjî vê yekê nîşan dide. Ne şerê DAIŞ’ê dike, lê belê sivîlan hedef digire, bi hemû rêbazan piştgiriyê dide DAIŞ’ê, di heman demê de, balafirxaneyên xwe ji bo ku terora xwe derbasî hemû dewletan bike bikar tîne. Her wiha welatê wan bûye bargeheke perwerdeya çeteyên DAIŞ’ê.
Hêzên ku şerê DAIŞ’ê li Bakûrê Sûriyeyê dikin, di dema niha de ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve têne hedefgirtin. Armanc jê vê yekê ew e ku destwerdanê di Sûriyeyê de bike.
Em bêdengiya civaka nevnetewî ya li hemberî van kiryaran şermezar dikin û bang li aliyên têkildar dikin ku helwestên xwe zelal bikin. Em vê bêdengiyê wekî sûcekî li dijî gelê Sûriyeyê bi nav dikin, her wiha em bang li hêzên Kaolîsyona Navnetewî yên ku piştgiriyê dide van hêzan dikin ku ew jî helwesta xwe diyar bikin.”
HAWAR