Newafê Bişar
Lê sed mixabin ku tevî em dizanin Imperatoriya Sefewî û ya Osmanî bi hev re şerê Kurdan kirine, Keleha Dimdimê dagîr kirine, îro jî neyarên gelê me, tevî ku nakokiyên wan di gelek waran de hene jî, lê ew li ser doza gelê me, gelek civînên nehênî lidar dixin, û bi hev re pilanên tunekirina me datînin, ta roja îro jî, hişê me Kurdan nehatiye serê me, em tu giraniyê nadin dek û dolabên wan, dîsa wekî her car, em şerê hev dikin
Li ser asta kufletê malekê, dema ku di wê malê de şer, pevçûn û qerebalix hebe, piçûk rûmeta mezinan negrin û dilovaniy mezinan jî li ser piçûkan tune be, zarokên malê perwerdeyeke çewt fêr dibin, û li ser rêya şaş bi rê ve diçin. Ew malbat di civaka xwe de, riswa, bê rêz û rûmet dibe, yan ku bi çavekî nizm û piçûk lê temaşe dike.
Lê, eger ew malbat hevgirtî be, dê û bav- ku ew sitûnên malê ne- li hev bin, piçûk rûmeta mezinên xwe nas bikin û mezin jî li ser piçûkên xwe dilovan bin, ji hev hez bikin, mal bê deng, bê pevçûn û aram be, rûmeta wê malbatê di civakê de bilind dibe, bi payebilindî tê pesindan, û tu kes nikare xwe bi ser de bide, zêdegaviyan derheqê wê bike.
Herweha, dema ku miletek bi şer û pevçûnên xwe-xwetî û berberiya li dij hev mijûl be, kes rûmeta kesî negre, bê rêkeftin be, dilê keç û layên wî li ser hev neêşe û hesta wî ya netewî lawaz be, ew bê hêz û hiner dibe, gelên derdorê derfetê dibînin ku zêdegaviyan bikin, xaka wî dagîr bikin, û welatê wî bi ser welatê xwe ve berdin, herwekî ku ew welatekî bê xwedî be!.
Di encam de, ew gel dikeve bin nîrê bindestî û koletiya reş a malwêran, gerdûn li serê wî teng dibe û jiyan lê dibe dojeha reş.
Pisporên civaknas û derûnasiyê teqez dikin ku derûna mirovan dema nû têne jiyanê mîna gilokek hevîrê nerm e, li gora jîngeha civakî, mercên jiyanê û şêweyên perwerdeyê derûna mirovan durvê xwe yê dawî distîne. Vêca, ne şerm e ku em rastiyê bêjin, li hin nexweşiyên xwe mikur bên û hewl bidin derman ji wan re destnîşan bikin. Ji ber bindestiya demdirêj a gelê me yê Kurd û sedemên şer, kuştin û kerxên mezin ku dijminên hebûna wî derheqa wî bikar anîne, derûna wî êşiya ye, durvekî taybet wergirtiye. Bêgomane ku nexweşiyên me gelek in, pêwist e pispor û zaniyarên me dest hilînin, bi lêkolîn û gotarên xwe yên belgekirî, bi zanistî, sedemên wan nexweşiyên dîrokî bidin zanîn û bi firehî ji gelê xwe re şirove bikin û nerînên xwe ji bo çareseriyê pêşkêş bikin. Yek ji nexweşiyên me ew e ku baweriya me bi hev kêm e, em Kurd, xwe bê nirx û ji gelên din kêmtir dibînin!.. Helbet, ev jî kokên wê yên zanistî hene, ji ber ku baweriya kesê bazadyî, bi mirovekî mîna wî bazdayî kêm e. Ev kêmbawerî, dibe egera ku gelê me bibe mîna hevîrê bê nişa, hev nagire û bela-wela bimîne, nikare hevgirtina xwe ya netewî saz bike. Lê, ev yeka han, nayê wateya ku ev nexweşiya han derdekî bê derman e, ew ketiye xwîna me, em bê hêvî bibin, kerr û lal bibin û serî ji neyarên gelê xwe re deynin!…Na. Helbet, ew nexweşî ji pransîpên zanistiyê ne dûr e, çareseriya wê jî zanîn e.
Ji bo saxlemkirina civakê, barê giran dikeve ser milê pisporên derûnî, civaknas, rewşenbîr û tevgera siyasî ya Kurdî, ku bi xebata xwe ya hevbeş, gava pêşî bavêjin û bingeha çanda hezkirin û rêzgirtinê di civakê de bi xurtî belav bikin, çanda zikreşî, berberî û şerxwaziyê binax bikin, da keç û lawên gelê me dest bidin hev û rêya jiyaneke nû, jiyaneke azad biqelêşin, hêvî û armancên gelê xwe pêk bînin.
Ji ber vê hindê jî, û da ku rê li pêş azadiya gelê Kurd bixetimînin, da her û her ew kole û bindest bimîne, dema ku neyarên Kurd û Kurdistanê pêjna mirovekî xebatkarî zîrek di civaka Kurdî de dikirin, bi lez û bez pilan dirstin û ew têkoşer dikuştin!.. Û di vî warî de mînak nayên jimartin. Bi kuştina wî kesê hêja, serî li gelê me yê reben digeriya û careke din dikete derya tarî û bindestiyê.
Bêtîfaqa Kurdan, ne derdê diho û pêr e, bi rastî jî, ew derdekî dîrokî ye. Hêj berî derdora 400 salî, bavê netewa Kurd Ehmedê Xanî bi dilêşî gazindên xwe di Mem û Zîna xwe de anîne zimên , gotiye û bilandiye:
Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêk ra bikira me înqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî / Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet / Tehsîl dikir me ‘îlm û hîkmet
Lê mixabin, çiqas hewldan ji bal têkoşerên Kurdan ve li dirêjiya dîrokê ji bo rêkeftin û yekrêziya hoz û eşîrên Kurdan li hemberî neyaran hatine kirin jî, lê wan hewldanan ber negirtine, û her ew têkçûne. Yekîtiya Kurdan, ew xewn û xeyala xweş û şêrîn bi sedê xebatkarên me re çûye gorê!…
Herweha di vî warî de, pêwist e em hest û kela dilê xebatkar û rewşenbîrê Kurd ê mezin Ebdirehman Bedirxan Begê, layê mîrê Botanê bînin zimên, çawa ku wî di hejmara 9an ya rojnameya Kurdistan-Çilleya 1898an- de, ramana xwe derheqa yekîtiya Kurdan gotiye:
“ ..lê heger ûn hemî bi tifaq bûn, tu kes nikare we. Heger ev bêtifaqî ser we dewam bike, qebîlên Kurda hemî yek û yek wek Hemawenda wê ji Kurdistanê cuda bibin hir de wê de, bin destê zulma mamûrên hikûmetê jar û feqîr bibin… Êdî bese, çavê xwe vekin destê xwe hilînin, şîrên xwe bikşînin, welatê we nav agirî de maye...”.
Lê sed mixabin ku tevî em dizanin Imperatoriya Sefewî û ya Osmanî bi hev re şerê Kurdan kirine, Keleha Dimdimê dagîr kirine, îro jî neyarên gelê me, tevî ku nakokiyên wan di gelek waran de hene jî, lê ew li ser doza gelê me, gelek civînên nehênî lidar dixin, û bi hev re pilanên tunekirina me datînin, ta roja îro jî, hişê me Kurdan nehatiye serê me, em tu giraniyê nadin dek û dolabên wan, dîsa wekî her car, em şerê hev dikin. Her em ji hev re serhişk û tûj in, agir in, bê dilovanî hev dişewitînin. Em fêrî danûstandin û çanda nûjen nebûne. Di hişê me de, Kurdê baş î qenc tenê ew e yê ku mîna me dirame, rabûn û rûniştina wî mîna ya me ye, hilwest, nerîn û boçûnên wî, ji yên me ne cuda ne!!…Eger na, ew nezan e, Kurdîtî û welatparêziya wî jî li nik me cihê gomanê ne!.
Pêwist e em li xwe vegerin, destê biratiyê bidin hev û hemû bi hev re ji bo belavkirina çanda hezkirin û mirovheziyê li şûna çanda berberî û zikreşiyê bixebitin û alavên ragihandinê, şano, helbest û hemû reng û cûreyên tore û hunerê di vê rê de têbikoşin.
Lê, çerxa felekê ber bi paş ve nazîvire, û her nifşê nû li pêşiya nifşê kevin e çiku ew başî û qenciyên nifşê berî xwe dibe, li ser ava dike, û xwe ji şaşiyên wî jî dûr dike, diparêze. Ji ber vê rastiyê jî ez geşbîn û bwer im ku pêşeroj(dahatû) ji gelê me yê aştîxwaz re ye û nêzîk ev dîwarên ku neyaran di navbera biran de hildane dê biherifin, û ev rêl û kelemên ku di rêya pêşketin û azadiya gelê me de danîne dê bêne hilkirin, ew raman, bîrbaweriyên şaş û nexweşiyên civakî ku bi destên xêrnexwazan di hişê civaka me de hatine çandin dê bêne avêtin û li şûna wan, biratî, hezkirin û rêzgirtina hev cih bigrin, civaka me saxlem bibe û berê gelê me dê têkeve pêşketin û avakirina jiyaneke aram, bê şer, bê kuştin û wêran.
Her kes dizane ku gelê Kurd ji bo azadî û serbestiya xwe bi mêrxasî têdikoşe û ji mêj ve ew qurbaniyên giran li ser vê rêyê pêşkêş dike, lê di heman demê de jî, ew gelekî aştîxaz û mirovhez e, dij teror û tundûtûjiyê ye, û her ew ji bo azadî, aştî û wekheviyê, ji kar û xebata hevbeş re amade ye.
25.08.2016 Z
Ev gotar di hejmara 50’î de, ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1/9/2016