Hêzên Leşkerî yên ku li Şehbayê Şerê çeteyan dikin, encamên şerên ku di navbera wan û çeteyan de qewimîn eşkere kirin. Hat diyar kirin ku di van şeran de ku 3 gund ji çeteyan hatin rizgarkirin, bi 34 çeteyên ku serçeteyê bi navê Mihemed El-Ednanî jî di nav de ye, hatin kuştin û miqdarek mezin ji çek û cebilxaneyê hatine bidestxistin. Hêzên Ceyş El-Siwar, Cebhet El-Ekrad, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Tugaya El-Şemal El-Demokratî, encamên şerên ku li herêma Şehbayê di navbera wan û çeteyan de qewimîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin. Daxuyanî wiha ye: “ Roja Sêşemê (30) tebaxê Saet di 02.00’an de hêzên me ji çar aliyan vex we berdan nava gundê Um El-Hoş ku çete tê de bûn û li nava gund belav bûn. Piştî ku hêzên me di nava gund de belav bûn, di navbera wan û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan. Şerê ku destpê kir heta êvara Sêşemê dom kir. Di encamê de hêzên me yên şoreşger gundên Um El-Hoş û Um El-Qura ji çeteyan rizgar kirin. Di sibeha roja çarşemê de 31’ê tebaxê hêzên me yên Meclîsa Leşkerî ya Babê, Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jin a Şehbayê, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqrtî, Lîwa 99, Lîwa El-Selacîqe, Lîwaa Peywirên Taybet, Mexawîr Humis, Mexawîr Seîfra, Lîwaa El-Hemza, Hêzên Eşîreyên Gundewarê Helebê, Hêzên Cebhet El-Ekrad, Tabûrên Şoreşgerên Arfad û Azadxwazên Keyîbê girtin ser nuqteyên DAIŞ’ê yên li gundê Herbil. Çete ji sê aliyan ve hatin dorpêçkirin. Şoreşgerên me ji du aliyan ve derbasî gund bûn û şer derket. Di encamê de sibeha çarşemê gund bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin. Di şerê li gundê Herbilê de sê şervanên şoreşger û 4 jî li gundê Um Hoş û Um El-Qura şehîd bûn. Hêzên me niha li van hersê gundên rizgarkirî xebatên lêgerîn û vekirina mayînan didin meşandin. Di herdu rojên derbasbûyî de çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin. Cenazeyên 34 çeteyan li van gundan ketin destê şervanên me û bi dehan çete jî birîndar bûn. Her wiha Berdevkê Fermî yên DAIŞ’ê ku bi navê Ebû Mihemed El-Ednanî li gundê Herbilê hate kuştin. Çek û cebilxaneya ku hatiye desteserkirin: Çekên klaşnikov, çekeke BKC, çekeke RBG, hawaneke 120 mm a Rûs û rokete wê, Bernoyek, 3 hawanên 160 mm tevê roketên wê, 4 roketên katyoşa, hejmareke mayîn, hejmareke cercûrên klaşnikov, qenasek û gelek cebilxane