Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Cerablusê ragihand ku agirbestek di navbera wan û artêşa Tirkiyeyê de pêk hatiye, lê ev yek nayê wateya ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl bikin.
Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Cerablusê derbarê agirbesta ku di navbera hêzên wan û Artêşa Dagirker a Tirkiyeyê de pêk hatiye, daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî şêwirandinên li gel Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û ji bo sekinandina gola xwînê û parsatina sivîlan ji encamên şerê artêşa Tirkiyeyê em radigihînin ku bi sponseriya Koalîsyona Navneteweyî em bi hev re gihiştin agirbestekê.. Aliyê ku sponseriya vê agirbestê dike dixwaze ku wê veguherîne agirbesteke dayîm.
Em ji her kesî re radigihînin ku agirbest nayê wateya ku em dagirkeriya Tirkiyeyê ji bajarê Cerablusê re qebûl dikin.”
HAWAR…