Şervanên Ceyş El-Siwar piştî şerekî dijwar bi çeteyan re gundê Um Hoş ê li herêmên Şehbayê ji çeteyan rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din ji gundên Um Hoş û Herbil êrîş birin ser nuqteyên şervanên Ceyş El-Siwar ku dikevin derdora bajaroka Ihris ê girêdayî herêmên Şehbayê. Şervanên Ceyş El-Siwar bi piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Babê û Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî berisv dan êrîşa çeteyan. Di encama şerê ku derketiye de gundê Um Hoş ji çeteyan hate rizgarkirin.
Piştî ku çete ji gund hatin qewitandin hê jî li derdora gund şer di wan û şervanan de dewam dike.
Çeteyên DAIŞ’ê li vî gundî 3 welatiyên sivîl kuştin û 7 kes jî birîndar kirin. Kesên birîndar ku jin û zarok jî di nava wan de ne ji bo dermankirinê rakirin cihên bi ewle yên nuqteyên Ceyş El-Siwar û hin jî rakirina Nexwexaneya Avrîn a bajarê Efrînê