Rapirsîn û Dewleta Serbixwe
Serokê başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî di parlementa Kurdistanê da axaftinek kir. Ji parlementê daxwaz kir, ku bi mebestê pêk anîna rapirsînê rojek bê çespandin, daku di barê dîyar kirina dewletek serbixwe ya Kurdistanê da raya gel bê pirsîn.
Demek e, ku gellek caran ji rayedarên başûrê Kurdisatanê di vê mijarê da peyam tên dayîn û taybetî, di çend mehên dawî da ev peyam pirrtir bûne. Peyamên rayedarên Başûr, wekî hinek fêlxirab dibêjin, ne tenê piştê êrişên DAİŞê digehêjin rayagiştî, herweha berê jî hebûn, lê çi heye ku îsal bêhtir bûne.
Axaftina serok Barzanî hem di qada navneteweyî da û taybetî, li paytextên dewletên dagirker û him jî, di nav Bizava Siyasî ya herçar parçeyên Kurdistanê da deng veda. Ji vana hinek erênî bûn, hinek bêlay ango çavdêrîya rewşa herêmê û cîhanê dikirin, lê hinek, yekser dijber û bi hestên dijmanahî hatibûn daxuyandin.
Mirov dengvedanên ji paytextên dewletên dagirker, daku Tirkiyê helwestek “erênî” nîşan da, kane fam û şîrove bike. Herweha dengvedanên navneteweyî jî … Ji lewra, sazumana navdewletî li ser berjewendîyên dewletan hatiye damezrandin û dengê dewletên xwedî hêz û şîyan ji yên din bilintir derdikeve.
Bertekên qada navdewletî weha ne, lê ya kurdan? Bi bawerîya min, di barê mijara dewleta serbixwe ya Kurdistanê da, helwesta kurdekî rewşenbîr, siyasetvan, partiyekî Kurdistanî an derdorek siyasî, bona welatparêziyê ez, wekî kaxizê turnûsolê dibînim. Bala xwe bidin helwesta hinek partî û keseyatiyan, ji dijmin jî bêhtir bertekên wana yên xerab hene.
Hişmendiyek beredayî aqli wana rizandiye, serê û dawîya gotinên wana dijberî û reş kirina “dewleta neteweyî” ye. Eger ji kesên weha bê pirsîn ka “netew dewlet”, an “dewlet netew” çi ye? Ewê hinek dewletên Rojhilata Navîn û taybetî dewleta Tirk mînak bidin. Hemû hişmendiya wana ya siyasî, bi çend mînakan ve hatiye dorpêç kirin. Çi heyf e, ku tenê dema qala dewletek serbixwe ya Kurdistanê tê kirin, ev derdor (PKK û saziyên di bin sîwanga wê da) dest bi qêwat û dijberîya xwe dikin. Mirov dibêje qey tenê di cîhanê da Kurd daxwaza dewletek serbixwe dikin û ew jî tiştekî pirr xerab e! Heyfa pênce hezar gencên Kurde ku canê xwe dan.
Ma, li seranserê cîhanê çend dewletên “yek netew” hene? Di hêla din da, çima em dewletên bi rastî demokratîk ji xwe ra mînak nagrin, her li ser dagirkerên Kurdistanê disekinin, daku ew dewletên nijadperest in. Bo mînak, ji dewra Îttihat Teraki virda mafên miletê Kurd hatine xesb kirin, ew bi darê zorê hatiye pişavtin. Dîsa, ev çend salên ku bi bergindek gellekî giran, siyaseta Tirkiyê di nav xweguhertinekê da ye û hê nûh qala “Kurd kardeş” tê kirin.
Hêj îro panzdeh sal temam nebûye, ku li başûrê Kurdistanê Kurd li ser axa xwe desthelatin, lê kêmjimar, ol û rêolên din azad in û hem jî di qada fermî da. Siyaseta başûrê Kurdistanê di vê barê da bi serê xwe şayanê pesnê ye.
Îro jî eger Kurd bibin xwedî dewletek serbixwe, bila herkes zanibe ku mafên gel, kêmjimar, ol û rêolên din nayên binpê kirin.
Ne pirr deh salan berê, dema qala dewleta serbixwe ya Kurdistanê dihate kirin, bertekên dijmanahî çendin qat ji yên îro firehtir bûn. Di vê navberê da rewş hat guhertin, parsenga siyasî ya herêmê û ya cihanê ji nuh ve saz dibe, li herêmê grupên terorîst hêztir bûn û hinek herêm kirin bin desthelatiya xwe, ev ne tenê bona gelên herêmê, herweha bona dewletên ku peywendiyen xwe bi herêmê va hene û dîsa, bona aştiya cîhanê xeterek mezin e. Di rojên ku grupên terorîst herêm kirin gola xwînê, cihanê rewşa Kurdistanê û helwesta gel û birêvebirîya Kurdistanê bi nêzîk ve dişopîne. Serjimara Kurdistanê 5 miliyonên, lê nêzikî yek milyon koçber xwe spartinê. Cîhanê hay ji vê heye. Di hêla din da, tevî ku seranserê sînorê başûrê Kurdistanê di destê grupên terorîst daye jî, lê li Kurdistanê aramî heye. Ew pîvanên girîng in.
Divê her kurdekî welatparêz, ne tenê piştgirîya daxwaza serok Barzanî bike, herweha divê hewl bide ku gelê Kurdistanê beşdarê rapirsînê bibe û bêje “ERÊ”. Miletê Kurd çendin derfet ji dest dan, ya herê girîng jî mafê ku di Peymana Sêvres’ê da cih girtibû. Eger wê demê Kurd xwedî hişmendiyek neteweyî bûna, hay ji rewşa cihanê hebûna, derdorên siyasî bi yek amancê tevbigerîyana, îro, dê ne di vî halî da bûna, ew jî dê xwedî dewleta xwe bûna. Lê mixabin ew derfet ji dest çû û Rojhelata Navîn bi peymana Sykes-Picot hat parve kirin, Kurd li ser axa xwe bê par man.
Kurdistan herêmek dewlemend e, jêderkên wê taybetî yên enerjiyê firehin, herweha di herêmê da qîmeta rûbarên wê bilind e. Deşt, çîya û zozanên Kurdistanê bi hêsayî dikanin bersiva pêdivîyên gelê Kurdistanê bidin. Dîsa gêlê Kurd xebathêz û jêhati ye û eger bêkêmayî bê perwerdekirin gelekî berhemdêr û afırandêr e. Rêjeya nifşên genc gellekî bilind e û ew derfetek xweş dide civakê.
Berî hertiştî, bêşik mafê miletê Kurd heye, ku li ser qedera xwe biryarê bide. Ti cara ev maf ne cihê niqaşê ye. Eger Kurd vî mafî bi gel û dewletên din ra gengeşî bike, ev dibe nîşana vînek lawaz û rê li ber êrişên dijmin û hevkarên wana rast dike.
Siyaseta dewletên dagirker bi mînakên ku divê em jê dersan bigrin dagirtiye. Bala xwe bidin siyaseta Bexdadê ya di barê xala 140î da, bala xwe bidin siyaseta dewleta Tirk ku di Bakurda “pêvejoya çareserî” dest pê kirîye, lê tevî vê jî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî naye bilêv kirin. Dîsa bala xwe bidin peyamên dijminahî yên Komara Îslamî. Divê em rîya xwe bi xwe sererast bikin.
Di saz kirina rapirsînê da divê tirs nebe. Bila em zanibin ku pêdivîya Kurdistanê çiqasî bi dewletên cîran ve hebe, ewqas jî pêdivîya wana bi Kurdistanê heye. Ti dewlet tenê bi serê xwe ne mifteya cîhanê an, herêma Rojhilata Navîn in.
Sala tê sedsala Peymana Sykes-Picot e, ango salvegara parvekirina Kurdistanê ye. Sed sal bi derengiye be jî divê Kurd, di sedsalîya vê peymana da, bi serfirazî dewleta xwe dîyar bikin.
Bila bi xêrê be. Ez bawerim bi miliyonan Kurdan ji îro ve qurbana xwe amede kirine.