Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Sertaç Bucak got ku ewê di Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de dengên xwe bidin Serokwezîrê Tirkiyeyê û berendamê Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan.
Bi navê xwe yê fermî “Turkiye Kurdistan Demokrat Partisi (TKDP)” demek berê hatibû avakirin. Sekreterê wê Sertaç Bucak e. Bucak beşdarî bernameyeke Rûdaw TV bû û got ku di Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de ewê dengê xwe bide Erdogan.
Bucak ji bo Demirtaş dibêje, “Demirtaş kesek kurd e. Demirtaş ne wekî berendamê hemû kurdan, wekî berendamê hemû gelan derket. Qet li ser serxwebûna Kurdistanê deng ji wan dernakeve.”
Heta îro li tu derê nehatiye dîtin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan qala serxwebûna Kurdistanê kirine, yan piştgiriya vê yekê kiribe. Bucak ji bo Demirtaş dibêje “qet qala serxwebûna Kurdistanê nake” lê ji bo Erdogan heman heman tiştî nayne ziman û pêre jî dibêje emê dengê xwe bidin Erdogan.
Yek ji îdîaya Bucak jî ew e ku Demirtaş dê nikaribe derbasî dora diduyan a hilbijartinê bibe. Pirs ev e; Dema ew qas kurdên li Tirkiye û bakur dijîn wisa bifikirin dê çawa derbas bibe…
Belê Sekreterê Partiya Kurdistana Tirkiyeyê dengê xwe dide serokê partiyeke tirkan Recep Tayyip Erdogan.
jeder: Diyarname