Du melayên Rojhilatê Kurdistanê bi navên Mela Mihemed Elewî û Mela Mihemed Koste ji bajarên Bokan, Seqiz û Bane ciwanan dişînin nav rêzên DAİŞê.
Mela Mihemed Elewî ku niha melayê gundê Sûrîn ê ser bi bajarê Bane ye, heta niha çendîn ciwan ji bajarên Seqiz, Bane û Bokan şandine nav rêzên grûpa bi navê Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ).
Mela Mihemed Koste jî ser bi grûpên radîkal ên nav Sîstan û Belûçistan e li rojhilatê Îranê û heta niha çendîn ciwan şandine İraqê da ku mil bi milê çekdarên DAİŞê li dijî hêzên hikûmî şer bikin.
Li gor Newroz Tv, ew herdu mela bi agahdariya Komara Îslamî ya Îranê ciwanên Kurd dixapînin û wan dişînin cebheyên şer da ku di nav rêzên DAİŞê de şer bikin.
Jêder: (BasNews)