-Fen û xapên siyasetê nizanim.. Di vê rewşa girikî de nizanim milevaniyê bikim.. Naxwazim zengilê rêxistinan bim..
– Zimanheziya min di naşîbûn û xortaniyê de ji gundê min Doda û trajîdiya gelê min destpê kir.
– Mîr Celadet Bedirxan wek kaniyek ava zelale û ez wek tîkî wê avê me, çendî ji wê avê vexwim kela min hênik nabe..
– Mixabin gelek ji helbestvanên me yên nûjen, nizanin helbestên kilasîk binîvisînin, dibêjin: Em helbestên nûjen datînin.
– Qamişlo ev bajarê ku ez di nav kolan û sikakên wî de mezin bûme, nikarim dûrî vî bajarî bikevim.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
* Di serî de em dixwazin ku Konê Reş ji nêz ve nas bikin, nexasim ji bo nifşê nû?
Nivîskar û helbestvanekî Kurd im.. Navê min Selmanê Osmanê Abdo ye. Sala 1953’an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo çêbûme..
Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûme.. Ji mêj ve min hez ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye.. Û wiha gelek berhem û gotarên min di kovar û rojnameyên Kurdistanî de hatine weşandin û 20 pirtûkên min hatine çapkirin.. Bi serketin di her çar perçeyên Kurdistanê de hatime naskirin..
Yekem ji wan kesên pêşî yên ku di van sîh salên dawî de li Binxetê bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Hêjî bikar û barên xwe yê nivîsandina bi zimanê Kurdî berdewam im. Ez hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de dibînim û her dem dibêjim: Zimanê me dîroka me ye.. Hêvî û daxwazên min ev in; ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêka wê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwînim.. Bi gotineke din ez:Mirovekî Kurd im.
Ji sala 1514 an ve
Ta roja îro;
Di kul, êş û janên
Gelê xwe de diponjim.
Xemxur û zikêşê
Zimanê dê û bavê xwe me;
Yekim, ji wan kesên ku,
Li dor malbata Bedirxaniyan
Dixepêrim.
Ez Konê Reş im
Mirovekî Kurd im..
* Di kîjan temenî de, hestê netewî li rex Konê Reş hat jenandin, anku we xwe kengî nas kir ku hûn Kurd in, zimanê we qedexe ye?
Nizanim ev Kurdperwerî û hezkirina ziman Kurmancî ji ku bi min re çêbû?! Bav û kalên min beşdarî di ti şoreşên Kurdî de nekiribûn.. Li gor ku tê bîra min behsa zulm û zora tîrko dikirin û cudabûna xwe ji Tirk û Ereban bi zimanê Kurmancî nîşan didan.. Di odeya bavê min de bi mereq li çîrokên Memê Alan, Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynê, Restemê Zal, Mîr Miheme, Xandimdimê Çengzêrîn, Pîra Sehirdar û çîrokên mîrekên Botan dihat guhdarîkirin.. Kesî ji gundiyan bi zimanê Erebî nizanîbû ji bilî melayê gund pê ve, Erebiya wî jî a Quranê bû, dema ku bi cendirmeyên qereqola gund re xeber dida, neferên qereqolê bi Erebiya wî dikeniyan.. Di wê biçûkaniyê de ji min werê xelkên dinyê tev bi zimanê Kurmancî xeber didin.. Ji min werê ji zimanê Kurmancî pê ve di dinyê de nîne.. Û wiha em di nav agirê du zimanan de dihatin şewitandin; Ji Bakur ve Tirk û zimanê Tirkî bû û ji Başûr ve zimanê Erebî bû.. Me di navbera Xelîl û Celîl de li ber xwe da.. Me bi zimanê Erebî xwend û di gel re jî zimanê xwe parast.. Bi rastî qenciya vê parastinê a pêşî li dê û bavê me vedigere, li civaka me a gundîtiyê vedigere..
Erê keko! Zimanheziya min di naşîbûn û xortaniyê de ji gundê min Doda û trajîdiya gelê min destpê kir.
“ Xuyaye berî ku ez Rewşen xanim nas bikim hinan hin pirtûk an destnivîs ji cem biribûn.. Digot; min kovar û destnivîs dane Mihemed Emîn Bozarselan, Dilawer Zengî, Ferzende (Mehmed Uzun) û Firat “
* We despêkê berê xwe da nivîsandina çi cureyên nivîsandinê?
Di baweriya min de kurdewariya resen, hezkirina zimanê Kurdî di hinavê mirov di diçîne.. Bi gotinek din Kurdewarî û zimanhezî wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe.. Û di her tiştî de destpêk bi hezkirinê destpê dike û hezkirina durist û aktîv mêranî ye.. Sebaretî hezkirina min ji zimanê Kurdî re dikarim bibêjim ku ji gundê min Doda destpê kiriye, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, kesî jê ne bi zimanê Erebî û ne bi zimanê Tirkî zanîbû û bi demê re di nav agirê van her du zimanan de dihat şewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm û min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedîkirin.. Di sala 1973 an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez) peyda kir û çend carekî bi Cegerxwîn re rûniştim, hingê min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê Erebî helbest dinivîsand.. Lê piştî ku min Cegerxwîn dît û jê pirsî Seyda tu bi Erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi kurdî..? Beşişî û li min vegerand û got: Bi Kurdî.. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.. Di sala 1977an de bo xwendinê çûm Almaniya Rojava, li wir bi şahî çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û Tirkî bû.. Piştî vegera min di sala 1978an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reşîd.. Şêraniya zimanê Kurdî û danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bû û wê hingê, di rêka Eskerê Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Taze) de belav bûn.. Di orta salên 1980î de hin caran berhemên min di kovara (Pêşeng) de belav dibûn, ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li Sûriyê diweşand.. Belê di sala 1988an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyinî Kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weşand. Dikarim bibêjim ku ta niha min di ser 50 kovar û rojnameyên Kurdistanî de nivîsandiye.. Di warê nivîsandina gotaran de ez ji TÎR a Musa Anter a ku di rojnameya WELAT de li Stenbolê dihat weşandin û ji BEXÇE yê Kemal Burkayî ku di rojnameya RONAHÎ de, ew jî li Stenbolê dihat weşandin fêr bûme û wan wek mamoste ji xwe re dibînim di warê nivîsandina gotaran de, jixwe kêfxweş dibim ku şagirtekî Mîr Celadet Bedirxan bim.
* Gelo bandora jiyan û xwezaya gund li we kir hetanî we berê xwe da nivîsandinê?
Dibistana min ya pêşî gund û bênderên wê bûn. Ez ji wan fêrî zimanê Kurmancî, çîrok, çîvanokên folklorî, mamik, gotinên pêşiya, yarî, lîztik û hejmarên lîztokên zarokan bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne, min ew ezber kirine.. Bêguman rola jiyana gundîtiyê gelekî li min heye û mezin e.. Bi saya gund min semyanekî mezin ji gotinên kurdî yên orjînal di tûrikê xwe de kom kiriye û bi xêra erdnîgariya gundê min yê sînorî destpêk û bingehê nivîsandinê bi min şêrîn bû..
* Çima te bi zimanê Kurdî nivîsand?
Ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin.. Ji bo xelkên Qamişlo, Efrînê, Amedê, Sêrtê, Zaxo, Duhokê, Ormiya û Mehabadê.. Ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine û dirjînin, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agrî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe.. Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî bijîn û her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêje û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne.. Erê, ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê, min zimanê Kurdî ji xwe re neqandiye.. Ji bo wan kesên ku ji zimanê dayka min fam dikin. Ewên ku, ez û wan bi yek şûrî radibin û bi yek şûrî dikevin.. Ewên ku ne ji wan be ez tune me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim.. Ji ber van yekan min nivîsandina bi zimanê Kurdî bijartiye.
* Çima we navê Konê Reş li xwe kir?
Sebaretî naznavê min (Konê Reş); ev naznav, kalkê min (Ehmed), anku bavê min yê ku di heyamê xwe de mixtarê gundê Doda bû, wî, ev nav bi wateya sexîbûn, mêranî û dilfirehbûnê li cîranê xwe Ehmedê Pitê kir. Ehmedê Pitê, mirovekî feqîr, comerd û sexî bû, deriyê wî her dem vekirî bû.. Hem jî, ji zimanê Kurdî pê ve bi ti zimanan nizanî bû. Mirovekî bi cil û bergên kurdî yên orjînal girêdayî bû; kum û kolozekî reş li serê wî bû. Vî mirovî gelek çîrokên kurdî yên folklorî zanîbû. Berê, ez di vî navî de diponijîm û min hezê dikir.
Bijartina min ji vî navî re bi gelek wateya ye; ji rexekî ve, reşahiya ku wê demê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû. ji rexekî din ve, Kon her dem vegirtiye. Kon, mirovan ji sermê û germê diparêze. Kon bi vegirtina xwe xuya ye, rêwî, birçî û hejar xwe lê digirin, di bin sîya wê de xwe ji germê û sermê xwe diparêzin..
“Ji pirbûna Yekîtiyên nivîskaran yên rêxistinan ku piraniya endamên wan xwe helbestvan dibînin..! Di vî heyamî de helbestvanê ku bi kurdî an bi Erebî dinivîsîne û nikaribe gotarekî bi wî zimanê binivîse, şermek mezin e..! Ji xwe berberiya ku di nav nivîskaran de heye, nayê gotin.! Van yekan ez dûr hiştime.. Ez li nivîskaran digerim..!“
* Di heyamê we de, kî bêtir nivîsandin dikir, û we ji kê re dixwend?
Bi rastî, min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyinî bi kovara (Gurzek Gul/ 1989), kirasê kevin çirand û me berhemên nivîskarên ku hebûn û bi kurdî dinivîsandin di kovara xwe de diweşand.. Ji yên ku bi kurdî dinivîsandin û navê wan tê bîra min ev bûn: Xelîl Sasûnî, Hadî Behlewî, Seydayê Tîrêj, Yûsfê Berazî, Rezoyê Osê, Salihê Heydo, Ehmedê Şêx Salih, Mehmûdê Sebrî, Deham Ebdulfettah, Derwêşê Xalib, Ferhadê Çelebî, Diya Ciwan, Dilawerê Zengî, Qado Şêrîn, Tengezarê Marînê, Dildarê Mîdî, Siyamend Brahîm, Heybet Bavê Helebçe, Fewaz Evdê, Xalid Cemîl Mihemed, Kamîranê Haco, Mûsa Zaxuranî, Ezîz Xemcivîn.. Li Helebê jî ev kes hebûn: Pîr Rustem, Rûxweşê Zîvar, Selah Henan, Elî Cafer, Mihemed Hemo, Heyder Omer, Dr. Abdulmecîd Şêxo, Melayê Kurd.. Ji ber bandora me, hina ji nivîskarên ku bi Erebî dinivîsandin, berî xwe dan nivîsandina bi zimanê Kurdî jî.. Çi pirtûk bi kurdî an Erebî têketa ber destê me de me dixwend, bêtir Dîwana Melayê Cizîrî, Hawar, Ronahî û weşanîn başûr û rojnameyên ku li Ewropa dihatin çapkirin û digihan destê me wek: Armanc, Hêvî, Nûdem û gelek caran jî min di wan de nivîsandiye.. Xwendevan nebûn. Bi rêka Guzek Gul me karîbû hin xwendevanan peyda bikin..
* Em li ser psporiya te di danehev û belavkirina dîrok û berhemên malbata Mîrê Bota Bedirxanê Azîzî, û bi taybet yên Celadet, Kamuran, Rewşen Bedirxan, baxivin?
Bedirxanî ji Kurdan re şoreşa netewî ne, şoreşa rewşenbîrî ne, dîplonasiya kurdî ne. Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan “Mîr Bedirxan 1802 – 1868 ” ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê ” Peymana Pîroz ” de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayên hev in. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: “Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e“
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, ji bîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên zehmet û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê Kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi jî di warê siyasî. Belê hê jî navê gelekan ji wan neferan di tariyê de ye, wek nimûne; Ebdulrezaq Bedirxan ku wek yekem diplomatê Kurd tê naskirin, di sala 1918’an de li Mûsilê ji aliyê waliyê wê Silêman Nezîf ve hat bidarvekirin û di goristana biyaniyan de hat veşartin. Kamil Bedirxan yê ku mejiyê serhildana Bedlîsê bû, piştî bidarvekirina mele Selîm û hevalên wî xwe li Teblîsê girt û li wir dibistanek kurdî vekir. Û Behrî Paşa, Elî Şamîl Paşa, Sureya Bedirxan.. Wiha gelek neferên vê malbatê xebat û bizav di ber kêşeya Kurdî de kirine, lê mixabin ta roja îro navê wan di tariyê de ye. Wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtû ji gelê Kurd re hatine ava kirin. Mesela Bedirxaniyan xelas nabe.
* We kengî û çawe têkiliyên xwe bi malbata Bedirxan re vekirin?
Di serê sala 1989 an de dema min û hevalê xwe Abdulbaqî kovarek bi navê (Gurzek Gul) bi tîpên latînî weşand, pêdivî bû ku ez li daner û berhevkirê tîpên kurdî latînî bigerim û wî ji nêzîk ve nas bikim. Wê çaxê jî, ez li Mîr Celadet Bedirxan rast hatim. Piştî pirsyanan û xepartina li dor jiyana wî, min seh kir ku kebaniya wî ” Rewşen Xanim Bedirxan” hêj sax e û li bajarê Banyasê jiyana xwe berdewam dike. Min yek nekir dudo û min xwe pêve gîhand.. Wiha ez ketim nav deryaya malbatekê ku tev jiyana xwe di ber welat û miletê kurd de terxan kirine û tev di zîvarî û mişextiyan de mirine.
Ez çawa bûme pispor di malbata bedirxaniyan de.. Dikarim bibêjim; piştî ku min Rewşen Xanim nas kir û hûr hûr lê guhdarî kir.. Wê kul û xemên xwe, çîroka malbata xwe, mişextî, zîvarî û bêkesiya malbata Bedirxaniyan ji min re got û şirove kir, min xwe dît ku ez wek pisporekî me di warê malbata mîrekên Botan de..
* We çend berhem hetanî niha li ser vê malbatê belav kirine, û hîn çi maye ku we nenivîsandiye, û belav nekiriye?
–Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997
– Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000, bi zimanê Erebî ye.
– Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
– Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.
– Malbata Bedirxaniyan (Geşta Berxwedan û êşê), Qamişlo/ 2016, bi zimanê Erebî ye.
* Konê Reş, Dilawerê Zengî, û Mihemed Uzun tên tewanbarkirin ku we mîratê Celadet Bedirxan xistiye bin destê xwe de ?
Nizanim çima rêxistinên me li Rewşen xanim Bedirxan xwedî derneketin û ew ji ber hev vedişartin?! Dema ku min û hevalekî xwe kovara Gurzek Gul diweşand, min da ser şopa Mîr Celadet Bedirxan û çûm Banyasê. Di wê çûnê de ramana berhevkirina pirtûkekê li dor jiyana Mîr Celadet ket serê min.. Her pêlekê diçûm, min pirs jê dikirin. Wê ji min re digot; tu dereng mayî. Berî te gelek kes hatine cem min. Min jê nas kir ku piraniya xelkên dihatin cem Kurdên Bakur bûn, nemaze piştî îlona 1980’yî. Ewên ku di Sûriyê re derbasî Ewrûpa bibûn.. Wek Mihemed Emîn Bozarislan, yê ku bi kebaniya xwe re bi mehan lê dibû mêvan û qala xortekî jî bi navê Ferzende dikir ku dihat cem (vê paşiyê min nas kir ku ew Mihemed Uzun e). Hem jî xortek bi navê Şêx Seîd dihat cem, jê re digot; ez neviyê Şêx Seîd im. Firat Cewerî jî dihat cem. Ku ez ne şaş bim piraniya van kesan di rêka Şamê re, bi alîkariya Apo Osman Sebrî û Dilawer Zengî dihatin mala wê. Piştî mirina wê di hezîrana 1992’an de, me bihîst ku Dilawer Zengî digel Xefûr Mexmûrî çûye Kurdistanê û li wir ragihand ku wî pirtûkxana Mîr Celadet biriye Kurdistanê. Di sala 1999an de Sînemxan bi dûv pêmayê bav û diya xwe de hat Şamê, tiştên ku li cem Dilawer Zengî mabûn dayê û ji wir hat Qamişlo mala min, ew wêneyên ku diya wê Rewşen Xanim dabûn min, bo wê pirtûka ku min li ser jiyana Mîr Celadet Bedirxan berhev kiribû û Ala Xoybûnê, min jî tev danê. Hem jî min hin wêneyên din, yên ku min ji cem malbatên Kurdan dabûn hev, danê. Bi kurtî eve çîroka pirtûkxana Mîr Celadet Bedirxan.
Xuya ye berî ku ez Rewşen xanim nas bikim hina, hin pirtûk an destnivîs ji cem biribûn.. Digot; min kovar û destnivîs dane Mihemed Emîn Bozarselan, Dilawer Zengî, Ferzende (Mehmed Uzun) û Firat. Ji Bozarslan razî bû lê gazin ji Ferzende dikirin û digot: Kurê min pêjna Ferzende nayê, ma tu wî nas dikî?
* We pirtûkek bi zimanê Erebî li ser bajarê xwe Qamişlo nivîsandiye, çima Qamişlo? û we çi tişt, û bûyer û razên cuda nas kirin û dîtin? Di 20’ê vê mihê de 90 sal li ser avakirina bajarê Qamişlo derbas dibe, we çi ji vê boneyê re amade kiriye?
Kak Ehmed Bavê Alan! Ku ez û te li ser bajarê xwe nenivîsînin ma wê kî li ser binivîsîne? Ji min û te berî gelek kesan tê xwestin.. Qamişlo ev bajarê ku ez di nav kolan û sikakên wî de mezin bûme, nikarim dûrî vî bajarî bikevim! Ti bajaran jê xweştir nabînim ku lê bijîm! Dibe ku di wiha nivîsandin de karibim, hinekî ji his û hestê xwe derbarî vî bajarî bînim ziman. Ev bajarê ku, her roj di nav sikak û kolanên wê de negerim, rehet nabim, bêhna min dernakeve..! Bi xelkên wê re, neaxifim, kul û derdên wan, kêf û şahiya wan ji nêzîk ve nebihîzim, sebir û hedan li min nîne..! Her ezê bi hewildan bim ku veşartokên vî bajarî ji nêz ve nas bikim û bişopînim..
Ev bajarê ku di tebaxa 1926’an ve ji rex generalê Fransî (B. Terrier) û hevalên ve bingeh hatiye danîn û bi hunera xelkên xwe ji Cihû, Siryan, Ermen, Kurd, Aşûrî û Ereban ve hatiye avakirin, li veşartokên xwe miqate ye û dergehê xwe zû bi zû ji biyaniyan re venake.
Niha, gelek wêneyên kevin û nû ji veşartokên wê, wek filaşbakê di ber çavê min re derbas dibin.
Di qonaxa 90 salî de mirovên wê bi xurtî li dergehê hiş û xeyala min didin, doza mafê xwe dikin ku, ez wan bînim ziman; Qidûr Begê Milî bi kumê xwe yê bi rêşî, Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi bijîşkiya xwe ya çelengî, Cegerxwîn bi helbesta xwe Kî Me Ez, Namî bi helbesta xwe Pêşkevin em serfirazin, Karabêtê Xaço bi strana lawikê Metînî, Aramê Dêkran bi Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e, Mihemed Şêxo bi strana Ez bûme pîrê xemcivîn û Seîd Yûsiv bi strana Qamişlo bajarê evînê, Adilê Hiznî bi strana Çiyako.. Û Wiha ew filaşbak, min bi dûv xwe de dikişkişîne û li taxên bajar digerîne.
Erê Qamişlo bi veşartokan dagirtiye û dergehê xwe ji her kesî re venake!. Ez, yê ku min piraniya çax û demê xwe tê de derbas kriye incex karibim bi ser hin qûncikên wê yên veşartî vebim wek; Behcetê Mela Mihemed yê ku ji girtin û lêdanê hişê wî birîndar bûye, Xalidê Meşayix, yê ku di ser heft salan re di zindanên Şamê de razaye, Silêman Adî şehîdê Newrozê, ku hêj li hêviya Kurdperweriye ku serdana gora wî li taxa Mehmeqeya bikin û gulekê li ber serê wî deynin.
* Em behsa nivîsandina te ji helbestê re bikin, û çima we pişta xwe daye nivîsandina helbestê? û we niha berê xwe daye nivîsandina romanê, gelo raste wek tê gotin, ku helbestvan çaxa têk diçe, romanê dinvîse?
Keko! Ez bêtir xwe nivîskar dibînim, lê carna helbest bê destûr, bê pilan, di hiş û xeyalê min de dilîze, min dike wek jineke ducanî; bêhna min teng dibe, dihisim min tiştekî xwe winda kiriye û barê min giran bûye.. Dema ku ez wan tiştên di xeyal û huşê xwe de tînim ser kaxezê, di rengê helbestekê de dertînim, hingê ez rehet dibim û barê min sivik dibe.. wek wê jina ducanî, dema ku dizê bê çendî bêhna wê derdikeve, wilo dibêjin.. ez jî wilo me..
Tevî vê rewşê, helbest bala min nakişîne wek ku nivîskarî dikşîne, ez di nivîskariyê de û bêtir di nivîsandina romanê de bêtir karim êş û janên xwe û yên civaka xwe derînim… Ji ber ku di helbestê de ez neçar dibim ku ronahiyê berdim ser rexekî hûrik di jiyanê de.. Lê di romanê de derfet fireh e ku ez ronahiyê berdim ser tev cureyên wêjeyê, ji helbestê bigre ta bi gotar û şanoyê di eynî romanê de.. Dihisim ku êdî nema helbest tenê têra min nake..
Qet min pişta xwe nedaye helbestê.. Her ez bi kul û xem, êş û janên, kêj û şahiya welat û welatiyê xwe re me.. bi bûyerên welatê xwe re tême hejandin.. Min helbest li dor Şingalê, Kobanî, Serê Kaniyê hunandine û gelek helbest li dor perîşaniya xelkên bajarê xwe Qamişlo nivîsandine..
* Çima Konê Reş dervî çarçoveyên nivîskara ye?
Ji pirbûna Yekîtiyên nivîskaran yên rêxistinan ku piraniya endamên wan xwe helbestvan dibînin..! Di vî heyamî de helbestvanê ku bi kurdî an bi Erebî dinivîsîne û nikaribe gotarekî bi wî zimanê binivîse, şermek mezin e..! Ji xwe berberiya ku di nav nivîskaran de heye, nayê gotin.! Van yekan ez dûr hiştime.. Ez li nivîskaran digerim..!
Ji rexekî din ve, di pêvajoya 30 saliya xebata min ya rewşenbîrî de ez pêrgî gelek xort û keçan hatime, min ew li dor nivîsandina bi zimanê kurd sor kirine.. Qet, ez di pêvajoyê têkiliyên xwe de bi nivîskar û rewşenbîran re poşman nebûme. Min sûde ji tevan wergirtiye, her yek bi reng û formekî.. (Dinya dan û standine).. Ez pêşketinê ji tevan re hêvî dikim û wek ku kurdan gotiye: (Qenckiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro).
* Berê nivîsandina çand û wêjeya Kurdî li kû derê ye, nexasim helbesta Kurdî?
Di vî warî de, em dibînin ku çapkirina dîwanên helbestan zoriya cureyên torevanî yên mayî biriye, wek: çîrok, şano û romanê…
Eger em stastîkekê di vî warî de çêbikin, emê bibînin ku pileya weşandina dîwanên helbestan bilindtire ji cureyên torevanî yên din hem jî, ji yên zargotinî, gelo sedem çi ne?
Me got cihê dîwanên helbestan bi gelekî ji coreyên mayî berztire, lê gelo raste ew dîwanên helbestane?! û xwediyên wan raste helbestvan in?!
Bêgoman helbestvan di nav wan de peyda dibin û têvelin – gava ku em wî nifşê pêşîn ji vê mijara xwe bidin alî, ew nifşê ku ji mêj ve bi rengê Cizîrî, Xanî û Cegerxwîn dinivîsînin – yên ku em dixwazin li dor wan rawestin, ew nifşê ku doh fêrî alfbaya Kurdî Latînî bûne û îro dîwanên helbestan çap û belav kirine, bê ku helbestên dîwanên wan şert û mercên dîwanên helbestan hilgirin.
Mixabin gelek ji helbestvanên me yên nûjen, nizanin helbestên kilasîk binîvisînin, dibêjin: em helbestên nûjen datînin, mane nûjenî pêşketina kilasîke û nûjeniya ku ne ji kilasîk hatibe derê, ew nûjenî bîjîye! Ji rexekî din ve û sebaretî me Kurdên Rojava, em bêjin nebêjin rewşenbîriya ku bi me re kom bûye, ji zimanê Erebî ye, bi saya zimanê Erebî jî em serwxtî rewşenbîriya cîhanî bûne. Eger mirovek ji helbestvanekî ji terzê nûjen bipirse û daxwaza navê sê helbestvanên Ereb yên hevçerx bike, dibe ku piraniya wan nizanibin..?! Ji ber ku naxwînin.. Gerek mirovê rewşenbîr nemaze torevan, bi tevgera rewşenbîriya welatê xwe re be, ew welatê ku tê de dijî û tûrikê wî bi metelok û çîrokên folklorê kurdî dagirtî be.
*Çima Konê Reş xwe dûrî ragihandinê dike, û nerîna wî di alavên ragihandina Kurdî di rojavayê Kurdistanê de çî ye?
Qet min xwe dûr nekiriye.. Ez nivêskar im lê ez ne siyasî me û bi fen û xapên siyasetê nizanim.. Di vê rewşa girikî de nizanim milevaniyê bikim.. Naxwazim zengilê rêxistinan bim..
* Bûyera herî dijwar ku di jiyana we de bûrî, ku hevjîna we de qezayekê de jiyana xwe ji dest da, û hûn ji bêtirî 20 salan ve, di tenahiyê de dijîn, çima ev tenahî, û vê tenahiyê çi da te, û çi ji te stand? We çima jiyaneke nû, û hevjîneke nû nehilbijart?
Bûyerek reş bû di jiyana min û zarokên min de.. Keçxala min bû.. Me hez hevûdin dikir.. Me gelek rojên xweş û dijwar di avakirina hêlîna xwe de bi hev re qedandin.. Me 16 sal bi hev re derbas kirin, 5 zarokên me çêbûn.. Di vegera me ji Şamê, di rûdanek diltejîn de, ji nişka ve, di rex min canê xwe ji dest da û 18 neferên din pê re..
Min gelek helbest ji bo wê hunandine û kêla ber serê wê bi helbestek ji kezebê niqişandiye û ta roja îro, her heyv serdana gora wê dikim.. Her roja 5ê Nîsanê nergizên ser gora wê vedibin û bi min re dikenin.. Kak Ehmed Bavê Alan! Ne ku ez di jinanînê de neramiya me, lê rewşa zarokên hûr, kurê nesax û mijûlbûna bi rewşenbîriya kurdî re ew derfeta nedan min..! Min jî dît ku, ez ê nikaribim bi berprsyariya jinek nû rabim û mafê wê yê civakî wek ku tê xwestin bidimê; ez pê re herim û bêm wek heyamê Diya Sîpan..! Hem jî min dît ku, jinek nû wê bibe kelem di pêş nivîsandina min de.. Wek ku diyare nivîskarî tenêtî ye.. Bi tenêtî, xwendin û nivîsandinê navê (Konê Reş) di nav 40 melyon kurd de hatiye naskirin, parastina vî navî ji min re zor giring e. Ma çend (Konê Reş) hene?! Ta niha, min parastina navê xwe (Konê Reş) û zarokên xwe di ser jinanînê re girtiye û qet min negotiye jinê nayînim, lê hêj ez rastî yek wek xwe nehatime. Bi rewşa xwe razî û bextiyar im. Gelek li min mane ecêbmayê û di nav civakê de bûme wek nimûne.
* Berhemên Konê Reş yên çapkirî, û yên destnivîs, çend in û çi ne?
– Ji berhemên min yên çapkirî evin, lê yên ku di çapxaneyê de ne û amade ne ji çapê re 7 pirtûk hene, ez navê wan nabêjim:
– Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991
– Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê Erebî ye.
– Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997
– Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê Erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012.
– Welato!, Helbest, Beyrût, 1998
– Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001
– Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004
– Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006
– Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.
– Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993
– Helbestên zarokan: Amed (Diyarbekir) 2013.
– Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 – 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.
* Gelo hin helbestên we bûne stran?
Min doz li kesî nekiriye ku helbestên min bike stran. Tevî vê yekê jî dibihîzim ku hina helbestên min li vir, Bakur û Başûr kirine stran.. Qet min helbest ji bo strangotinê nehunane û min guh li vê yekê nekiriye..
* Xelat û bawernameyên ku gihiştin we?
Min gelek xelat standine û beşdarî gelek festîvalên Kurdistanî bûme. Ji yên ku di vê lezê de tên bîra min: Xelata zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî. Di sala 2000î de jî, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve hatim xelatkirin.
Di sala 2003an de min beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de li Amedê kir. Di sala 2004an de min xelata Festîvala Bedirxan ya yekemîn li Silêmaniyê stand.. Di sala 2006an de, xelata festîvala Bedîrxan ya li Hewlêrê. Di şibata 2008 an de xelata festîvala Seydayê Cegerxwîn li Hewlêrê.. Hem jî di sala 2010an de min beşadarî di festîvala Feqeyê Teyran de li Wan û Miksê kiriye û di sala 2008an de li Brukselê û min di wan de xelat wergirtine.
Hem jî endame di PEN a Kurdî me li Amedê û di tebaxa 2006an de, bûme yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û rûpelek ji min re tê de hatiye vekirin.. (www.poetasdelmundo.com).
* Eger hat û jiyan vegeriya hûnê dîsan nivîsandinê bibjêrin?
Bêguman.. Lê wê bi rengekî din be..
* Konê Reş li ser çi poşman bûye?
Tevî asteng û dijwariyan, qet, ez di pêvajoya jiyana xwe de li tiştekî poşman nebûme.. Min negotiye xwezî min wilo kiriba an wilo nekiriba.. Jiyan bi kul û xemên xwe, kêf û şahiya xwe di coga xwe a normal re derbas dibe..
* Çima hûn li Qamişlo mane û rojane li sikak û kolanên wê digerin, û li ser dinvîsin?
– Ji ber ku Qamişlo:
Qamişlo sembola biratiya gelan e, hin bi bihewildanin wê biratiyê serjê bikin..
Qamişlo berdewamiya xelkên (Mar Yaqûb Nisêbînî) û (Mezilevdînê nava Nisêbînê) ye, hin dixwazin wê berdewamiyê nema bikin û biperçiqînin..
Qamişlo, kilîta dergehê berriya Mêrdînê ye, hin bi hin kilîtên sexte li dergehên wê têne ceribandin..
Qamişlo, mêşdanek kewarên hingivîn e, hin bi hin moz û şalûl raser dibin ..
Qamişlo darek çinarê ye, ne di çax û demên pêwîst de, pelên wê têne weşandin..
Qamişlo, kaniyek ava sar e, hin bi hin çaviyên wê têne xitimandin..
Qamişlo, wek hespek kihêl e, hin bi hin êmê wê kêm dibe..
Qamişlo, kelehek dorpêçayî ye, hin bi hin dergevanên wê pişta xwe didinê..
Li Qamişlo, kolana Quwetlî dergehên xwe girtiye û kolana Manok ala xemgîniyê bilind kiriye..
Piştî temenekî dirêj we çi qewîtî, ji xwe re nivîsandiye?
Ku ez li goristana Hilêliyê, di navbera Qamişlo û Nisêbînê de bême veşartin.
* Ji bo gelê Kurd, û çand û wêjeya Kurdî, hûn çi dixwazin di dawiya vê hevpeyvînê de bibêjin?
Dixwazim bibêjim ku ez bi nivîsandinê rehet dibim û xwe pê rehet dikim!. Ji îro û sibe re dinivîsînim. Dibe ku ev nivsîdandin di pey min re, xweş dîdevan bin ji ked, xebat û westandina min û we re.. Roja îro silav li sifra hazir e. Tu çi tovî di xakê de bireşînî, tê berê wî tovî hilînî. Birayara qenc û neqencan di destê civakê de ye. Bav û kalên me ji mêj ve gotine: Qenckiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro. Werin em xizmeta civaka xwe bikin..
Spasiya xwediyên rojnameya Bûyerprees dikim, hêviya berdewamiyê ji wan dikim.. Wan barekî giran hildaye ser milên xwe û barên giran, barên mêran e.
Ev hevpeyvîn di hejmara(49)an’ ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin.15/8/2016