Suriştiya jin û mêr di herdu hêlên laş û saykolojî de, me dighîne encamek giring ew e ku hevjiyanî ne tiştekî lihevhatin e, ku ji ber rewşek civakî ava dibe û didome, û ne jî di nemana vê rewşê de ew wenda dibe.
Ya rast ew e ku hevjiyanî bi suriştiya mirov re hevwate ye, û bingeha berdewamiya jiyana mirovahiyê ye, hevjiyana di binyada xwe de erêkirina jin û mêr e, ku ta bi mirinê bimînin bi saya sinc û rawêjê.
Ango wateya hevjiyanê li ser late mayinê û berdewambûn û hêmeniyê ye, lê ya herî giring ne tenê hêmeniya ji hêla derve ye tevî nakokiyên hundirî û lihevketina jiyana herdu aliyên hevjiyanê, lêbelê dive ku li ser hevgihştin û dilekî rast bête avakirin bo ku vê hevpeymanê biparêzin, da ku hevjiyan yekîneyek hevgirtî bidome ji hemû hêlan, em dikarin van mercên hevjiyanê bi gotina “Dilsoziyê” diyar û pêşkêş bikin.
Gelek caran dîmenê hevjiyanê xwegirtî û hymen xuya dibe ji derve, di heman demê de gelek cureyên dilsoziyê jî hene, ber ku bi dilsoziya rast û azad re cureyên sextet ji dilsoziyê re peyda dibe li gel hin kesan, wek dilsoziya ji ber gerdişan, dilsoziya neyînî û ya derewan ku bi navê dilsoziyê dixebitin, lê di rastiya xwe de ew gelek tiştên reş vedşêre, dîmenê neman û mirina dilsoziyê dê bi dawîrêk be bi van awayan.
Ta ku em têbighêjin bi suriştiya dilsoziya rasteqîne ya ku hevjiyana bilind li ser wê ava dibe, divê ku em li ser suriştiya hevjiyanê rawestin ji hêla saykolojî û em wan binyad û mercan bînin holê.
Evîna ku di hevjiyanê de nebe latek bi hêz û ku nebe kaniya berdewamiya jiyanê ew dibe wek xwekuştinek jiyanî ji ber ku di demek kurt de ew evîn hin bi hin wê wenda bibe, û herdu hêlên hevjiyanê xwe bibînin bi hev re bêyî ku girêdanek sakolojî di navbera wan de peyda be.
Di riya dîtina beşdarê jiyanê, û anîna zarokan malbat ava dibe, yekem xal tê avakirin di tevna civakê de, bi vê derbasbûna civakî, mirov suriştiya xwe ya civakî pêk tîne, helbet bi vê gavê ew dûrî tenahiyê dibe, reng û şêwazek nû werdigre, û îdî girêdana bavîtî û dêyîtî bi cih dibe.
Rastiya hevjiyanê ne kêşeya sêks û ne jî tenê evîna pêşîn e, lêbelê wek me tekez kir, hevjiyanî daxwazek kûr e li gel mirov bo ku xwe bi beşdarê xwe re bi rengekî yekbûyî ava bikin, û kêmaniyên kesayetî bi vê girêdanê dagrin û sererast bikin.
Ji vê yekê girêdana hevjiyanî xurt dimîne, ji piştî ku hasten wan hêmen dibe, û îdî nema tenê armanc sêks û tenê evîn be, ji wê gavê ew derbasî qonaxek pîroz dibin, bi girêdanek bilind têne hûnandin û şadbûna wan bi saya hevjiyanê dimîne ku ew herdu hêl tev de bimînin, beşdar bibin di hemû rojên tehl, beşdar bin di xweşî û nexweşiyê de.
Bi vî şêwazî, ji hevjiyana rasteqîne re dilsozî dibe binyada suriştî ji wan re, û dibe jî encamek suriştî jî, ev dilsozî dibe parêzvan ji yekbûn û xwegirtina tevna jiyanê re, parastina malbatê dike-şana yekem- û mayina wê evîna dilsoz dibe ji erk û barê vî rengî ji dilsoziya hevjiyanî re.
Ev gotar di hejmara (48)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1 -8-2016
ثن لهقlojî de me dighîne encama cama