(I)
Kî Di Demboriyê De Bije Dibe Hostekarê Nalînê …
Li ber pencereya nivîsgehê rûniştî me, û li jiderve hesinê rojê kelkela xwe dipejiqîne. Çiya li wira ye, li hember min e, bi birîneke poşmankirî ji vî welatî. Welatê Afrodîtî(Yezdana Bedewbûnê) girava Qibirsê, a xwedî xewnên bigirî, ku di pêvajoya 42 salan de ji Tirkdagîrkirî, ne germahî, ne aramî, nedaye dilê nişteçiyên xwe. Her beyanî, hemwelatî çavên xwe ser ala Dirakola, a di ortê de nîv heyv ku stêrkek hembêz dike, çavên xwe vedikin.Tu li ku bî , li Başûr, li Bakûr, ji her qûrziyekê ve, li ser çiya ew Al diyar e. Weke ku ji hemwelatiyên vî welatî re bibêje, ez li vir im da ku hûn biteqin. Ne giring e hebûna yasayî jê re, bi dagîrkerî be, bi qirkirinê be, a giring hevoka xwe a hovan e pêşkêş bike. “Hey hovo çiqas tu bextewar î, çimkî tu hov î “.
Ev dîmen welê jî, li wan çiyayên welatê min danîne, ku hemû laşên pîroz di xwe de, bi rondikên sor hembêz kirine. Ew çiyayên ku bi sedan sal di rûpela hişê me de, nameyên yekemîn yên serhildanê û berxwedanê wergirtine. Ji vira ve! ez di wê xweliya bi xwînê avdayî de heliyame û hilim jê dikşînim. Veqtîna ji wê xweliyê, bi satoran her sibeh li serê min dixe. Li sûrgûnê, li xerîbîtiyê, tu çi navî lê dikî bike. Çiqas tu zîrek û hêja bî, wateya te nîn e, giyanê te veşartî ye, her gav bi vîna xwe li heyvê tameşe dikî. Tenha bi sîbera niştiman karî bigihêjî ronahiyê.
Nefreta herî gewr e li ba min ew e ku her sibeh ez şiyar dibim û sûrgûnê ser livînên xwe dibînim. Her roj berdaxeke mirinê, ji deryaya wê vedixum. Dibe di jiyanê de şaşîtî peyde bibin, û çareserî ji wan re hebin.
Ji bilî sûrgûn, evîn û mirinê, ku hemû mirov çi dewlemend û çi belengaz di wan de weke hevin, bê çar e ne, tu nikarî ji wan re bibêjî: min neşewtînin!. Sûrgûn birîneke, ser perava deryaya jiyana me a rojane daliqandî maye û wê dixemilîne. Ma pêdivî bi raxistina wê şewatê heye bo we hey xerîbîno!?. Bawer nakim ku pêdivî hebe, ji ber hûn jî weke min bûne zeviyê genim ê lerizî ji bêbextiya çerxê ku qerf û qirdikên xwe bi me dike. Bo xwêner ê li welat ji ciwanan re, jehrbûn û canêşiya sûrgûn ji cihêbûna niştiman ez ê bi wan re parve bikim.
cihêbûna ji welat weke bivirê ye, hemû reh pê re tên qûtkirin. Bêmikûsiya sûrgûnê serberdayî ye, mirov dibe bergîlê yên dîtir an, tenê tûrê bêrîyê li stû û di hundirê te de, bi merez kevir dimîne. Her roj ew ê kurkirina giyanê te di miqilkê de bibrêje û dil dufelq bike. Heke hat û te pênasî li xerîbtî wergirt, tê avenda (leyaqa)wê li kû bicî bînî?.
Li vira..! li gel ku tu wendayî, bibirîn î, ji hebûna xwe serxweş î, lê ka ku tu karîbî destkeftiyên cîhana hundirê giyan xwe biparêzî. Li vira ne her kes hişpak, hişaza dibe û sûd ji destkeftiyên Ewropa werdigre. Ev rastiyeke,tê hîroyînkêş, keysperest, derewkar, hîz, qebe, sîxûr, hevalqelp xwedî durû, şelaf û welatperwer pêrgî bibî. Tê jiyana şênber(madî) a qûrs bibînî, loma bi kiştibana cihêbûna ji welat nelîz in. Barkirina ji welat ji rêzkariya (xita)xwe derxînin, bavêjin, pûç bikin. Yana hûnê di demboriya ji zarokitî û ciwnaiya xwe de bijîn û bibin hostekarê nalînê.
Li wira, li welat, mirov hunera sipehîbûnê û belansa jiyanê vedgerîne, awaza şînî ji tabloyên mayîn û hebûna wî hildiweşin û ji dilazarî rizgar dibe. Gelo ev ne matmayineke bê mînak e, sihirbazeke?. Ji sûrgûnê ûrê mirov lavlavê dike, ji ger, seyran û xweşiya wê ti çêj wernagire. Hergav tiştek ji te kêm e, tu şiyar, an jî raketî bî. Paş pir sal derbas dibin, tu nima zanî tu ji kû yî?.
Nefret li her tiştî dikî, çimkî tu dibî weke cûkê ku carekê xwest meşa kewê bimeşe, jiber meşa kewê nazik û pir spehî ye, lê pê re derneket, zeft nebû. Xwest vegere meşa xwe a berê, jibîr kir û pê re zeft nebû. Wisa li me hatiye, em nikarin bi civaka Ewropî hemojen bibin û êdî civaka kurdî weke heye, nima em pê razî dibin. lewra em di ortê de mane, ne li ezman in û ne jî li qadê ne, hinga weke ku tu li çolistanê bi tenê bimînî. Pêwîstî bi pirbêjî tune, cihêbûna ji welat pinderpîr e (ankebût – Spider) ku bi lîka xwe ve, xêzmal ava dike bo xwîna me bimijîne. Min vê rastiyê li hember we raxist û weke em zanin, rastî girêkeke, vekirina wê mixabin dereng dimîne.
Ev gotar di hejmara (48)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1 -8-2016