Ev roj tevgera şoreşgerî li Sûriyê derbasî sala xwe ya şeşemîn dibe, lê tiştê herî balkêş û mirov matmayî dike, ku îro di rewşa Sûriyê de li ser navê azadî û demoqrasiyê dijminatiya azadî û demoqrasiyê hate kirin. li ser vê yekê û di vê rê de, mixabin gelên li Sûriyê perîşan bûn û gelek qurbaniyên mezin jî dan. lê ji roja roj de tevgera azadiya Rojavayê Kurdistanê li ser berjewendî û serbestiya gelê xwe siyaseta xwe da meşandin û di vê derbarê de parastina gel û axa welat armanc girt, û li ser vê bingehê xêza sêyemîn ji xwe re weke siyasetek stratejîk da helbijartin, ku îro roj bi roj encamên wê bi şêweyek erênî bandora xwe li ser pêşeroja herêma Rojavayê Kurdistanê dike, û dibe ku bibe mînak û nimûne ji bo pêşeroja tevayî welatê Sûriyê, tevgera ku ne di nêv miletê xwe de be belê ku ne li pêsiya miletê xwe be şerm e dema ku qala siyasetê jî bike û îro mînakê wilo pir in li ser asta Sûriyê heta radeyekê ku nayên jimartin ew tevgerê mijara gotinê çi bi serxistin ji bilî ku ketin himêza dewletên navherêmî û doza welatê xwe tar û mar kirin ne bes wilo belê îro ew dewletên mîna Tirkyê giya asta ku îro li ser xwîn û koçberiya miletê wan bazarên siyasî ji bo xwe dikin û ew jî weke bazirganên siyasî li ser bobelata gelên xwe berjewendiyên partî û kesayetî ji xwe re didin meşandin.
dêmek şoreşa gelên Sûriyê bi vî awayî û li ser destên van ne merd û ne çakan û ji ber sedemên navborî ne gihişt armanca xwe û di encamê de gelên Sûriyê gelek bedêlên giran danîn. Ez weke çavdêrekî siyasî dibêjim, ku heta kesên nijadperest fena Mîşêl Kîlo , Mihemed Elûş û Birhan Xelyûn û hwd rêberê şoreşê bin, bêguman şoreşa mijara gotinê dê negihêje armanca xwe tevgera ku hemî gelên Sûriyê himêz neke û danpêdanê bi mafê gelan neke mirov ticarî nikare navê şoreşê lê bike. Û wê nikaribe li şûna rêjîmê tu pergalan ava bike, ji ber vê çendê civaka navnetewî wan weke bedîl jî nabîne, ha di vir de tevgera şoreşgerî li Sûriyê nema û tiştê hebe jî, ji hêla her kesî ve hat dizîn, îro her kes vê yekê tîne ziman û dibêje, û mijar niha bûye mijara tîrorê û kesek navê şoreşê jî nema bikar tînin weke tê xwestin.
Ha di vir de şoreşa li Sûriyê kete destê terrorist û çeteyan, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê neçar man axa welat û gelên xwe bi hemî pêkhateyan biparêze, çimkî tîror ji aliyê dewleta tirk ve bi xurtî li dijî Rojava bi gelemperî û bi taybet li dijî gelê kurd hat xebitandin. mirov dikare bêje, ku pistî şoreş hate dizîn û firotin û kete destên terrorist û çeteyan li vir rewşa li Sûriyê bû mîna cewşen û cenga cîhanê a sêyemîn û gelê, ku xwe neparêze û berxwedanê neke bê guman dê ji holê jî rabe û qir bibe bo nimûne (Kobanî û Şengal) lewra tevgera azadiya Rojavayê Kurdistanê rêbaza û xêza sêyemîn da helbijartin û di vê çarçovê de dikarîbû welatê xwe bi saya ked û xwîna şehîdên xwe biparêze û ev rêbaz li ser asta pratîkî ve berdewam e û îro fedralîzma Rojava –Bakurê Sûriyê bi xwîna keç û xortên xwe belê bi renc û xwîna wan îro sînorên Rojavayê Kurdistanê tê nîgarkirin û parastin, ta ku gelê Kurd fena sedsala bîstan neyê xapandin, îro pêwîstî bi seferberiyek netewî seranser heye, ji ber vê çendê yekrêziya netewa Kurd armancek pîroz e ji her kurdekî re li vê gerdûnê.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016