Heçî helbest e ,dariştina hest û nîgaşȇ di çend malikȇn bi ritm û aheng de ye.
Zimanȇ ku helbest pȇ tȇ nivîsîn divȇ peyv û bȇjeyȇn herî xweş û vebijartî yȇn wî zimanî di helbestȇ de bi cih bibin.
Helbestvan, siruş û nîgaşa xwe bi peyvȇn guncaw li ser rûpelȇ dinivîse.Ne tenȇ wisa, lȇ belȇ divȇ helbestvan bi şȇweyekî hunerî li ser peyvan bilîze da xwendina malikan xweş li ser zimȇn biherike bȇyî ku tu guvaştin di nexşeya helbestȇ ya wateyî de çȇbe.
Her çi qas helbestvan di warȇ rȇzimanȇ de ne zimanzan be jî lȇ divȇ ku baş bi qeyd û bendȇn gramera zimanȇ ku pȇ dinivîse tȇgihiştî û liberketî be.Ji aliyȇ wateyȇ ve divȇ ku helbest xudana wateyeke diyar û bibandor be,ji ber dema ku helbest bandora xwe li hestȇn guhdar neke tȇ wateya netekûziya helbestȇ.
Ev xalȇn jorîn û çend bendȇn din hene ku dibin wekî gerekî û pîvan ji nivîsandina helbestȇ re.
Dema ku em vekolîn û danberheviyekȇ li ser dîwanȇn zirhelbestvanȇn xwe yȇn Kurd çȇbikin,em ȇ rastî gȇreyekî ji çewtî û şaşîtiyȇn beloq û berbelav werin ku tûrika wȇjeya Kurdî pȇ seqet dibe.
Di qada watenasiya helbestȇn wan de em ȇ li kelem û latȇn gij û tûj rapelikin ku berȇ me bikeve xaçerȇyȇn bȇ ser û ber de.Gelo ev helbest çi dibȇje yan dixwaze bigihe ku derȇ?
Helbesta Kurdî bûye belavgeheke navtȇdanȇ ji çend kesȇn ku ABEya Kurdî ezber kirine re, hema ji xwe re me re van tîpan wekî tizbiyȇ mirîdan li dûv hev rȇz dikin bȇyî ku ji nirx û giraniya vî zimanȇ tȇrtijî tu mifayȇ bigirin an tu sûdȇ bidinȇ de.
Ji ber ku heçî zimanȇ Kurdî ye zimanekî xwezayî û guherbar e û bi wergirtina çend pȇş-paşpirtrikan ji peyvekȇ bi dehan peyvȇn nû çȇdibin, ev yek dihȇle ku zimanȇ me di asîmanȇ wȇjeyî û hunerî de bi qeşengî biçirûse; Berhevok û berhemȇn gelȇrî û nivîskî vȇ zengîniyȇ ji me re diyar dikin.
Lȇ tişta xuya ew e ku helbestvanȇn me yȇn nasnavgiran ji rastiya zimanȇ xwe kor in, ne tenȇ kor in lȇ mixabin wȇrankerne gewc in û hȇmanȇn rȇzimana Kurmancî bi hȇsanî tȇkelhev û aloz dikin,anku gelek rȇgezȇn rȇziman bin pȇ dikin û binpȇkirina herî berbelav pȇkneanîna ergatîviyȇ di demȇn borî de ye û gelek tiştȇn din hene,wekî çȇkirina cînavk,lȇker û qertafine nûjen!
Helbet afrȇnerȇn me (helbestvan) tu caran nahizirin ku her peywirek barekî taybet dixwaze û heçî helbest e barȇ wȇ giran e, ji ber ku helbest zimanȇ miletan e û her kes dikare bihizire û nîgaş bike lȇ bi tenȇ helbestvan dikare wan hestan bi şȇweyekî hunerî di helbesta xwe de vebȇje.
Lȇ tişta diyar ew e ku gelek helbestvanȇn Rojava ne dizanin nîgaş bikin ne jî binivîsin û her tim barȇ vî zimanî giran dikin û di nerîna min de rȇya çareseriyȇ ji vȇ diyardeyȇ re bi tenȇ derxistina zagoneke hevbeş ji aliyȇ hemî dezgeh û hevgirtinȇn rewşenbîrî ve ye ku tȇ de bendȇn pejirandin û çapkirina dîwanȇ werin danîn.
Dibe ku li tu cihan ev tişt nebûye lȇ li welatȇ min ev yek pȇwîst e da ku zimanȇ me ber bi pȇşveçûnȇ ve biçe û dibe ku ȇdî hin dîwançȇkerȇn me ji dewlemendiya vî zimanî şerm bikin.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016