Hetanî ku wêje ji çarçoveya xwe ya neteweyî derkeve û bi miletên din yên cîhanê bê naskirin, pêdivî bi wergera wê wêjeyê heye. Bê werger mirov nikare wêjeya ti miletî nas bike ne jî ti milet dikare wêjeya me ya kurdî nas bike.
Destpêkê, ez dixwazim vê bêjim ku mebesta min ji wêjeya kurdî ew wêje ye ya ku bi zimanê kurdî, bi zaravayên xwe yên cuda, tê nivîsandine. Eger ji bo her miletî, her zimanî weha be, ji bo kurdan pirsgirêka zaravayan û alfabêyên cihê jî heye. Bi gotineke din, hetanî ku berhemeke wêjeyî ji hêla hemû kurdan ve bê naskirin, divê bi kêmanî bi herdu zaravayên sereke, kurmancî û soranî, bê weşandin. Hetanî niha ne ji kurmancî, ne jî ji Soranî, berhemek li vir yek li wir ne tê de, bi ti awayî tevgereke wergerê bi ti zimanekî cîhanî nehatiye kirin. Ji ber vê jî naskirina dinyayê ji Kurdan re çarçoveya xwe ya siyasî û civakî derbas nake. Dema ku gotin bê ser wêjeyê, yan bi temamî tiştekî nas nakin, yan jî hin nivîskarên esilkurd û bi zimanen din dinîvisînin nas dikin. Weku mînak, Yaşar Kemal. Di sala 2002 an de li bajarê Venîsya li Îtalyayê, ez ji bo festîvala navneteweyî – Bienalle- hatim vexwendin. Wê salê Kurdan li festîvalê cihek an salonek bi navê Kurdistanê bidestxistibûn. Di bernama wêjeya kurdî de ya ku wê bi amadebûna şaredara Venîsyayê lidarketa, Yaşar Kemal wekî mêvanê rûmetê hatibû vexwendin. Gava min pirsî, çima Yaşar Kemal û ne nivîskarekî kurdî, ji min re wisa hat gotin ku hem ew tenê Yaşar Kemal nas dikin û hem jî ew bi eslê xwe Kurd e. Ji ber nexweşiya xwe Yaşar Kemal nehatibû û li şûna xwe gotineke tomarkirî bi vîdyo bi derhêner û rojnamevanekî Tirk re şandibû festîvalê.
Di vê nivîsê de ez ê hin sedemên sereke yên ku nahêlin rê li ber tevgereke wergerê vebe û dinya wêjeya kurdî nas bike, bi kurtayî bidim zelalkirin.
– Sedema sereke tunebûna dewleteke kurdî û rewşa statuya siyasî ya kurdan li cîhanê ye. Tunebûna dewletê, tunebûna têkiliyên di navbera sazî û dezgehên têkildar jî bi xwe re tîne.
– Mentelîte an jî zihniyeta siyasî ya kurdan ti nirxê nade karê wergerê û bi taybetî jî wergera wêjeyê. Weku tê zanîn, yên xwedî imkan û dezgeh û sazî partiyên kurdan yên sereke ne û ew partî jî ji bilî pirojeyên siyasî û rêxistinê ku xizmeta berjewendiyê partiyê dikin, ti armanceke wan a din tune ye.
– Tunebûna çavkaniyên aborî ku bêyî wan werger nabe. Di vê derbarê de ne zengînek an dewlemendekî kurd, ne jî dezgeheke xwedî imkan xwedî li pirojeyên wergera wêjeya kurdî derneketine.
– Xemsarî û tunebûna insiyatîvê li cem wergêrên kurdan yên ku bi zimanên cîhanî dizanin. Her yek ji wan dikare ji sibehê heta derengî êvarê li dadgehan ji bo pereyan wergerê bike, lê ticar û ticar serê xwe bi wergerandina berhemên wêjeyî re naêşînin.
– Bêkêrî û bitenêhiştina nivîskarên kurd yên ku li Ewrupayê dimînin. Ligel nezaniya wan a zimanên welatên ku lê dijîn. Ev yek bûye sedem ku hem ji civaka xwe dûr bûye û hem jî nikare, weku nivîskar, derbasî giyanê civaka nû bibe.
– Dûrketina weşanxaneyên kurdan ji karê profesyonel û birêvebirina wan weşanxaneyan ji hêla hin weşangerên bê piroje ve. Weku mînak, ez ti weşanxaneyeke kurdan nas nakim ku hewil daye berhemên nivîskarên xwe, di riya peymangirêdana bi weşangerên cîhanê re, daye wergerandin. Hergav tunebûna imkanan dibe behaneya tunebûna pirojeyên weha.
Ev hemû sedem, weku sedemên sereke tên cem hev û rê li ber pêşdeçûna wêjeya kurdî digrin û nahêlin ku dinya wê nas bike. Ji ber vê jî çi berhemên kurdî heta niha bo zimanên cîhanî hatine weşandin encama kedeke takekesane ya hin nivîskaran bi xwe ye.
Bi vî awayî jî wê berhemên hin nivîskaran çi li vir û çi li wir bêne belavkirin, lê bi awayekî berfireh wê wêjeya gelekî ku navê wî gelê Kurd e û wêjeya zimanekî ku navê wî zimanê kurdî ye, neyê naskirin.
Ev sedem hemû bi hev re nexweşiyê tînin bîra mirov. Herwisa ji bo her nexweşî bê dermankirin, gava yekem di pêvajoya rehetbûnê de naskirina sedemane. Sedem jî ew in, yên ku me berî niha bi kurtayî hejmartibûn.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016