– Di vî heyamî de huner bûye bazirganî, û ji %70 bûye dizî,
– Ez çûme Başûrê Kurdistanê jî tu qedir û qîmet ji min re nehat kirin.
– Ez nizanim strana ax, û ox, û em tên kuştin bêjim, ez li ser hin Karin mezin dixebitim.
– Bêguman di wî heyamî de hunermendê nimre yek Se’îd Yûsiv bû.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
– Ji xwendevanê rojnameya Bûyerpress re xwe bide nasîn.
Navê min Se’ed Ferso ye, di sala 1958an de hatime jiyanê, ez ji gundê Til Erbîd im, mîna hemû civaka Kurdî min zarotiya xwe li gund bûrand, jiber ku gundê me bi tevahiya xwe Komonîst bûn, cudahiyek mezin di navbera me û gundên heremê de hebûn, em zarok bûn, me siyaset nas kir, me partî nas kirin, her wisa jî me xwe nas kir. Min dibistana xwe ya seretayî li gund bûrand. Min çavê xwe vekir, min tembûr di mala xwe de dît, birayê min ê mezin Asî li amûra tembûrê dixist û pir pspor bû, her wisa hin xortên dî jî hebûn di gundê me de li amûra tembûrê dixistin, di piraniya malên gundiyan de radyo hebûn, helbet stran jî dihatin weşandin, mûzîka Erebî bala min kişand, min ew stran ezber dikirn, mamostê dibistanê her roj ez radikirim û stran ji min dixwestin, sebaretî mûzîk û hunera Kurdî min baş stran ji birayê xwe Asî girtin, her wisa di gundê me de pir jin hebûn çaxa ku kesayetyek diçû ber dilovaniya xwedê ewan jinan zehf stranên şîniyê digotin, ewan stranan bala min kişandin, min dizanî ku hunera Kurdî zengîn e, her wisa jî çax ku dawet û xwestin û guhestin çêdibûn, zehf stranên ast bilind dihatin gotin, min pir ji wan stran û mûzîka wan hes dikir.
Piştî ku min dibistana xwe ya seretayî bi dawî kir, ezhatim bajarê Qamişlo û min xwendina xwe kir hetanî ez bûm mamoste di dibistanên bajêr de.
– Di kîjan salê de hunermend Se’ed Ferso, biryar da ku ew strana bêje, û li amûreke mûzîkê bixe?
Wek ku min diyar kir, di zarotiya xwe de ez fêrî amûra tembûrê bûm, û min stran jî digotin, lê cara yekem ku ez derketin li ser dika şanoyê ji bo ez strana bibêjim ew di sala 1979an de bû, ez di Koma Aştî(السلام) a Komonîstan de bûm. Ew sal ji bîra min naçe, em çûn Girê Mozan, û min ew aheng serkeftî derbas kir. Ji wir riya min ya hunerê despê kir.
– We çiqasî xwe di amûra tembûrê de serkeftî didît, nexasim wek we got, hûn bi mûzîka Erebî û amûra ûdê ve hatibûn girêdan?
Min amûra ûdê nedîtibû, tenê min wêneyên ûdê dîtibû, lê heraynê dengê wê bûm, hest dibûm ku dengê ûdê nêzî dengê min e. di sala 1981ê de ez çûm leşkeriyê min rahişt ûdê gelek pêr rehet bûm, loma min tembûr danî, û ûd bû hevala min. Min bi ûdê gelek awazên Kurdî û Erebî çêkirin, di sala 1980ê de kasêtek derket awazên min tê de hebûn, wek strana “Xwendin Nebe Kes Naçe Pêş” bi dengê Beha Şîxo bû, û hunermend Selah Resûl jî pê re bû. Min gelek helbestên Kurdî awaz kirine. Jiber min ne wek dengbêj xwe da nasîn, ez wek awazjen dixebitîm.
– Çaxa hûn hatin bajarê Qamişlo, we têkilî di warê hunerê de bi kê re kirin?
Hunermendên navdar di wî heyamî de hebûn, bi rastî min nikarîbû bighim wan, jiber ez hîn piçûk bûm, anku sîpe bûm, min digot belkî pêşwaziya min nekim! Ê bêtir ez diçûm rex wî rehmetiyê Kamîranê Hesarî bû, hunrmendekî pir jêhatî û serkeftî bû, min û wî pir kar bi hev re kirine, xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike. Hinek din jî hebûn ji nifşê min bûn, pir jêhatî bûn, lê mixabin windabûn, hina ji wan tembûr û mûzîk avêtin pişt xwe, û hin jî koçber bûn. Ew jî sedema ku hunermendên mezin û navdar hebûn, û ew negihan mafê xwe û derfetên mezin ji wan re çênebûn ku bên naskirin û navdar bibin.! Piştî vegera Mihemed Şêxo min serdana wî kir ew hevalê birayê min bû, min tenê lê guhdar dikir, min yek pirs jî ji Mihemed Şêxo nedikir, pir razîbûna xwe ji ûd û bizqa min re dida.
– Her kes dengê Se’ed Ferso nas dike, ku ew pir nêzî dengê Mihemed Şêxo ye, lê Se’ed Ferso bixwe ji heskiriyê Se’îd Yûsiv e?
Strana xweş kêfa min ji wê re tê, stranên ku ez dibêjim, ew stran nêzîkê min in, ji wan hes dikim heyanî ku dibêjim, ferehiya di dengê min de alîkariya min dikir ku ez stranê Mihemed Şêxo bêjim, lê stranên Se’îd Yûsiv ew giyanekî din e, dixwazim hemû rengan bibêjim, netenê stranên xemgînî, lê belê stranên şahiyê û stranên Erebî jî dixweazim wan tevan de gewdek xweş de ku ez pê re rehet dibim bibêjim. Eger hunermendek nû hatibe naskirin û strana wî xweş be, û li dilê min bixe, yekser ez ê wê stranê bibêjim, tucarî jî nabêjim ku ew nûhatî ye yan jî ez bi temenê xwe yê hunerî jêmezinti rm.
– Di despêka ku we berê xwe da huner û mûzîka Kurdî, di wî heyamî de kî bû hunermendê nimre yek, di Rojavayê Kurdistan de?
Bêguman Se’îd Yûsiv bû, eger niha jî em werin û bidin ber pîverê dîsan Se’îd Yûsiv e. Çima Se’îd Yûsiv? jiber ku ew tembûrvanekî nimre yek bû, û wek awazjen jî bêguman nimre yek e, jixwe wek helbestvan jî ku wî gotinê stranê xwe dinivîsandin dîsan nimre yek bû. Carekî ji hunermendê navdar Ebdulhelîm Haviz pirsîn ka kî bêtir navdar e, ew yan Ferîd El-etreş, û di wî heyamî de nakokî jî di navbera wan de hebûn, lê Ebdulhelîm Haviz got:” Ferîd El-etreş netenêhunermend e, ew awazjenkî serkeftî ye, û dengê wî jî pir xweş e, nikarim xwe bighînim bejna wî!”. Min jî jiber wan her sê tiştan Se’îd Yûsiv li gor nerîna xwe ez dibînim ku ew hunermendê nimre yek e.
– We karê lidarxistina şahiyan kir, di wî heyamî de hunermend di riya şahiyan re dihatin naskirin?
Dixwazim vî tiştî bînim ziman, min xwe neda nasîn wek hunermend, ez wek awazjen dixebitîm, hinek şahiyê heval û dostên min çêdibûn ez dixwestim, min hin stran di şahiyên wan de digotin, lê wek hunermend û ez herim şahiyan lidar bixim min nekiriye. Ji ber ku dengê min ‘eyînî dengê hunermend Mihemed Şêxo bû, di dawet û şahiyê ku ji bo wê hatibûm xwestin, ji min dixwestin ku ez çend stranan bibêjim. Carekî ji caran şahiya mala xalê min bû, berê dawet û şahî hemû li taran çêdibûn, min çend stran gotin, xalê min gote kurê xwe here bila hunermendê dawetê hin stranên dîlanê lêbixe rê û rêwanî di taxa me de nema xelk ji dûr hatin ji wan we ye ku Mihemed Şêxo stranan dibêje û xalê min jî ji hatina ewqas xelkê tirsiya.
– We ji kê re xwendiye û awaz û stran çêkirine?
Wek min got helbesta Taha Xelîl ya li ser bajarê Helepçayê bi zimanê Erebî bû, min awaz kir, û min li ser dika şanoya komonîstan strand, min ji helbestên: Helîm abû Zêd, Nesrîn Têlo, Seydayê Ûsivê Berazî(Bêbuhar), Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Sebrî Botanî, Seydayê Cegerxwîn, Ferhadê Icmo, stran çêkirine.
– Hûn wek awazjen xwe didin nasîn, gelo bi we re bûriye ku hunermendekî Kurd helbestek daye we ji bo hûn awzan jê re çêbikin, anku ev pisporî heye?
Na mixabin çênebûye! Ji ber piraniya hunermendên me qure ne, ew helbestan dinvîsin, awazan çêdikin, çaxa ku li karê wan guhdar dikim, pir xemgîn dibim, di asta herî nizim de ne, û cihê mixabiniyê ye. Hunermendê Kurd wek kêmaniyekê dibîne çaxa here rex awazjenkî û jê bixwaze ku helbestekê awaz bike. Tevî rêzdariya min ji hemû alavên ragihandina Kurdî re, lê hema çi stran be tê weşandin, mixabin.!
– Di pirtûkxaneya hunera Kurdî di rojavayê Kurdistan de, wê ji 100% çiqas stran bimînin nemir?
Wê rêjeya herî kêm, û pir kêm bimîne, ji ber di vî heyamî de huner bûye bazirganî, û ji %70 bûye dizî, û di vê babetê de xwe pir xemgîn dibînim, ji ber ku wê pirtûkxaniya mûzîka Kurdî sêwî bimîne.
– Strana yekem ku hunermend Se’ed Ferso bi dengê xwe tomar kir?
Di sala 1990î de min albomek tomar kir, mixabin ew albom nehat naskirin, ji ber xwediyê tomargehan bazirgan bûn, stranên şahî, û dîlanan di tomargehên xwe de vêdixistin, û alboma min û stranên min li wan tomargehan nehatin vêxistin û firotin.
– 35 sal liv û bizava hunermend Se’ed Ferso di gastîna huner û mûzîka Kurdî de heye, çima Se’ed Ferso navdar nebû?
Sedemin hene ez naxwazim wan bibêjim, û sedemin hene ji min in! Sedema ku ji min, ji ber ez xwe nabînim hunermend, a din abûriya min alîkariya min nekir ku ez gelek alboman çêbikim ji bo xelk min nas bikin. Min xwedîkirina zarokên xwe pêwîstir didît ku ez wan pereyan li albomek xwe bixim. Rast e, karekî mezin e, lê ku zarokên min jî birçî bin zor zehmet e. Sedema herî mezin ji nenavdariya min re ew e ku ragihandina Kurdî pişta xwe daye hunera Se’ed Ferso!!
– Di nav hunermendan de jî mixabin pir nakokî hene, ew nakokî çima çêdibin? Nexasim ew yekîtiya ku we ragihandî û di demek nêz de jî têkçû!?
Dixwazim vî tiştî bibêjim ku hîna Hunermend Mihemed Şêxo sax bû, em gihan hev û me xwest ku em Yekîtiyekê ji hunermendan re çêbikin, mixabin me bi hev nekir û heta vî çaxî jî em nagihan hev mixabin, çaxa ku saziyên me tune bin ku alîkariya hunermendan bikin, wê halê me ev nakokî û nehevaltî be, rola partiyan jî di vê babetê de hebû, ewan jî dixwestin hunermendan bi xwe ve girêbidin. Di sala 2006an de em 33’ê hunermend lihev civiyan û me kongirek lidar xist, di wî kongirî de ez hatim hilbijartin wek Serokê Yekîtiya Hunermendên Rojavayê Kurdistan. Me hin kar jî bi navê yekîtiyê kirin, lê mixabin hin dest ketin nav me de û ew kar jî têk çû.
– Di van salên dawî de, diyar e liv û bizave Se’ed Ferso û çalakiyên te, di navendan de, aheng û semînarên partiyan de ne. Hûn ji bo stranekê tenê bêjin vê vexwendinê erê dikin?
Ez dixwazim bi zelalî û bê tirs li ser vê babetê baxivim, partiyên me her ku alîkariya me nakin, lê pêwîst e ku şerê me jî nekin!, ez diçûm ahengên hemû partiyan, eger tu neçî wê şerê te bikin, û eger tu herî, te bê qedir û qîmet pêşwaz dikin. Ez çûme Başûrê Kurdistanê jî ti qedir û qîmet ji min re nehat kirin, tenê dixwestin ez ji navenda çand û hunera wan re stranan tomar bikim. Her wisa ez di vê rewşê de dibûrim, heger ez kilîpekî ji xwe re çêbikim li ser hesabê nanê zarokê xwe ev mûzîk û strana Kurdî hemû ji min re nelazim e, ez diçim ahengên partiyan ji bo tenê şerê min nekin, û hew!!
– Di van pênc salên bûrî de, şoreşek li dar e, liv e, bizav e, ragihandineke xort heye, Se’ed Ferso çi ji bo vê liv û bizava mezin kiriye?
Ez nizanim strana ax, û ox, û em tên kuştin bêjim, ez li ser hin Karin mezin dixebitim, wek min di destpêkê de got ji bo ew kar bimînin nemir, û di pirtûkxaniya mûzîka Kurdî de, werin hilandin.
– Helalê hazir, helbestvanê stranî, heqê helbestê didinê ji bo ew helbest bibe straneke serkeftî?
Na! di vê demê de min hîn ew helbestvan nediye, ji ber ku nivîsandina helbestê hindekî nizim bûye, berî çend mehan ez li mehrecana helbesta Kurdî hazir bûm, ji 80ê helbEst û helbestvanî min 5 helbest nedîtin, mixabin ev rastiyeke.
– Bi sedan hunermendên Kurd ji Rojavayê Kurdistan koçber bûne, hûn çawe vê pirsgirêkê dixwînin?
Koçberî bixwe xisareteke mezin e, ji gel û zemînê re, nexasim ku yê koçber afrêner û hunermend be. Ji dîroka gelê Kurd ve, û ew bêkes e, bêxwedî ye, û her û her, bi xemgînî me li ser gelê xwe stran digotin, di heyamê berî şoreşê de jî tirsa rêjîmê hebû, destêwerdana partiyan di nav hunermendan de hebû, lê kar dihat kirin. Di vê şoreşê de û evqas azmanê azadiyê, yê hunermend jî dît ku gel ne gelê wî ye, partî ne partiyên wî ne, loma berê xwe da koçberiyê, tevlî ku ez şaştiyeke mezin dibînim ku hunermend û afrêner koçber bibin. Ez xwe wek mînak bavêjim vê rojevê, ez nejiber ku bi bajarê xwe ve girêdayî me koçber nebûme, lê ez ji xerîbiyê hez nakim. Û hew!
– Di salên berî şorşa Sûriyê de, gelek hunermendên Rojavayê Kurdistan ji bo Ewrupayê, li ser aheng û newrozan dihatin xwestin, gelo hûn çima carekê nehatin xwestin?
Li ser vê babetê tişta ku ez dizanim, ew tenê têkilî ne, yê min ew tîkilî tune bûn loma ez nedihatim xwestin. Ew ne şêwaza kî deng xweş û mûzîk xweş e, dibe ku ew li ser şêwaza ku kî bêtir kare ji wan re xelekên dîlanan veke, li ser asta hemû Kurdistanê ez bi tenê şêwaza Mihemed Şêxo tînim, û stranê wî dibêjim. Diyar e ku Kurd nema ji vê hunera ast- bilind hez dikin. “DunyaTV” li Bakurê Kurdistanê ji bo bîranîna Mihemed Şêxo li min geran, û ez du caran hatim xwestin li ser TV ya wan, ne ez wan nas dikim, û ne ew min nas dikin, lê dengê min bihîstibûn, û gotin divê ku ev bibe mihvanê me. Ma gelo gelê me yê Kurdê Rojavayê Kurdistan ku li xerîbiyê rûniştîne Se’ed Ferso nas nakin.!?
– Çima Hunermend Se’ed Ferso her çax û wextî reşbîn e, û ne geşbîn e?
Li gor ez rojevê dişopînim, û bi taybet di rewşa hunermendan de, di Rojhilata Navîn de, ew dezgehên wan ragihandina wan hunermendên xwe datînin ser serê xwe, di rewşa me ya Kurdî de, tevlî ku dezgehên me û ragihandina me wek a wan lêhatiye eger ne bêtir be jî, em li hunermendê xwe guhdar nakin, wek ku ew tune be. Çaxa ku tu bê hêvî be, helbet tê li mala xwe rûnê, û bicarekê jî negeşbîn be.
– Di jiyana te ya hunerî de, ku nêzî 35 sala ne, Se’ed Ferso dixwest çi peyamê pêşkêşî gelê xwe bike?
Her û her xwestek û peyama min ku ez karibim hunereke serkeftî ast bilind pêşkêşî gelê xwe bikim. Û heta ez sax bim jî ez ê li ser vê xetê kar bikim.
– Ji nifşê nûhatî, hûn hêviya parastina huner û xeta ast bilind, di kê de dibînin?
Niha û di nav hunermendên Rojavayê Kurdistan de, ez hunermend Şeyda dibînim ku ji hunera xwe hez dike, û ne bi erzanî rahiştiye vê hunerê. Lê dîsan dibêjim ku gulek buharekê çênake, dibe ku yên wek Şeyda gelek hebin, ji hunera xwe hez bikin.
– Di dîroka xwe de, Se’ed Ferso çi xelat wergirtine?
Min gelek xelat wergirtine, lê dixwazim bibêjim û bila li min negrin ku ew ne dezgehên mezin in. Yekîtiya Nivîskarên Kurd Xelata Rezoyê Osê diyarî min kirin. Ji hêla partiya Pêşverû ve jî hatime xelatkirin. Ji hêla 7 rêxistinên jinan ve hatime xelakirin. Komîta Maf a Mafê Mirovan ez xelat kirim. Ji aliyê Koma Qamişlo ya serbixwe ve jî hatime xelatkirin. Partiya Wehidê”Yekîtî” jî ez xelat kirim.
Gotina dawî?
Şîreta min ji hunermendan re, ne pêwîst e hûn stranan çêbikin, a pêwîst ew e ku hûn hunerek ast bilind serkeftî pêşkêşî gelê xwe bikin, eger we di heyamê salekê de nav da, hûnê hemû salan wisa nemînin navdar eger hunerek ast bilind di destê we de tune be hûnê wek gelekan winda bibin..
Ev hevpeyvîn di hejmara (47)an de ji rojnameya Bûyerpress hatiye weşandin