Roja duşemê li deriyê sînorî yê Sêmalka asayîşan nehişt Ibrahîm Biro sikreterê Partiya Yekîtî ya Kurd û endamê komîta têkiliyên derve di Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS de derbasî Rojava bibe û ew vegerandine Herêma Kurdistanê.
Li gor malpra partiya Yekîtî (Yekîtî-media) endamên Asayîşê nehiştine derbas bibe bi mehna hebûna biryarekê ji rêvebiriya Asayîşê, Ibrahîm Biro ji wê malperê re got ku gotûbêjeke dirêj di navbera wî û endamê Asayîşê de çêbû, lê her ew endam li ser a xwe ma.
Biro got ku ev qedexekirin siyasî ye ji ber helwestên partiya wî ne û ji ARA Newsê re ragihand ku wî xwest ku bi girtinê be jî derbas bibe lê wan ew vegerandin û ev qedexekirin tu sûdeyê nade doza kurd li Rojava.
Ibrahîm Biro ji heman jêderê re got ku bi çi awayî be ew ê debas bibe û gelek riyên derbasbûnê hene.
Hêjayî gotinê ye ku Ibrahîm Biro berî mehekê ji Rojava derketibû ji bo berê xwe bide konfiransa Qurtube.