Sekirdeyekî Kurd ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê di dema 24 demjimêrên bên de navê kandîdê kurdan ji bo serokomariya Iraqê eşkere bike. Mueyid Teyib berdevkê fermî yê berê yê Hevbendiya Kurdistanî ji rojnameya Elşarq Elewset re ragihand ku Fazil Mîranî sikreterê Partiya Demuqrata Kurdistanê tekez kir ku hêzên kurdistanî sipartine serokê herêmê Mesûd Barzanî ku navê kandîdê kurd destnîşan bike û ew jî Dr.Berhem Salih e.