Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS Tahir Sifûk ji ajansa Hawarê re derbarê êrîşên DAIŞê li ser herêma Kobanê axivî û li ser hevkariyê û devjêberdana nakokiyên partîtî tekez kir, ji ber ku herêm di demeke hestiyar de derbas dibe û pêdivî bi hevgirtin û yekrêziyê heye di riwê êrîşên çeteyên ku piştgiriyê ji hêzên tariyê distînin, êrîşên ku destkeftên gelên Rojava armanc dikin.
Tahir Sifûk got ku ji bo rê li ber van êrîşan bê girtin, divê Kongreya Netewî ya Kurd lidar keve, hêzeke leşkerî yek û hevbeş were avakirin ji bo parastina gelê kurd û destkefên wî li her çar parçeyên Kurdistanê, her du encûmenên kurdî ERGK û ENKS bi gavine erênî rabin ji bo avakirina civakeke azad û demuqrat.
Serokê ENKS tekez kir ku Kongreya Netewî ya Kurd baştirîn çare ye ji bo êrîşên çeteyên DAIŞê û berevanî di ber kantona Kobanê de erkekî niştimanî ye li ser milê hemû pêkhatên Rojavayê Kurdistanê ye bi Kurd, Ereb, Siryan û Aşûrên xwe ve, ji ber derbasbûna DAIŞê li navçeyên kurdan li dijî hemû pêkhatan e.
Li dawiyê Tahir Sifûk bang li hemû partiyên Kurdî kir ku yekrêz li dijî êrîşên komên çeteyan bisekinin.