Rojava bi giştî ,û Kobaniyê bi taybet , Dîsa Derwêşê Evdî diaxiv e :
Erê vê sibê Derwêşê Evdî siwarê Hedbên û Kewkebî Milan e
Birano egîdê navgirn e, siwarê meyî Kurdayî sergedan e
Vê sibê sekinî li pêşiya bavikê kal pençe dîwan e, herdû destê xwe girêdan e
Hêsira dibarîne ji henava li henarî riyan e wey lo lo wey lo lo wey lo
Ha ha vê sibê digo bavo xwedê dîne dînelê malê Ereban û Tirkan e
Dîsa bi serê me da tê şerikî mezinî giran e
Lo lo bavo tê bi mi de fermanê ezê xwe berdim bin konê paşayê Milan e
Ez zanim çûndinê mi heye, vegerê mi tune li mal û li xwedyan e.
Çavkanî : Dengbêj Bavê Selah .