Hemwelatiyekî ji gundê (Til Stêh Xerbî) /25 KM başûrî bajarê Qamişlo/ ji nûçegihanê BASNEWSê re got ku nişteciyên gundê wî jê koçber bûne piştî çekdarên Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DAIŞ li gund cih girtine û nişteciyên gund ditirsin ku rêjîm bi top û balafirên xwe gund topbaran bike piştî ku bûye navendek ji rêxistina DAIŞê re.
Hemwelatî berdewam dike: ʺher malbatekê kesek hiştin ji bo pasevaniya malê bike û yê din çûne gundên derdorê ba merivên xwe û hin jî hatine bajarê Qamişlo li dibistanên fermî cih girtine ta ku metirsî ji ser gundê wan here û karibin vegerinʺ.
Di heman mijarê de jêderekî gundî nexwest navê xwe eşkere bike agahî da ku DAIŞ çekên sivik û giran li gundên Til Stêh û Delawiyê başûrî bajarê Qamişlo vedişêrin.
Li gor çavdêran ev gavên DAIŞê cihgirtineke nû ye ji bo amadekariyê ji êrîşa bajarê Qamişlo re bikin.