Serokê Misrê Ebdilfetah Elsîsî got ku pêkanîna rêfrandomekê ji bo cudabûna herêma kurdî ji Iraqê destpêka bobelatekê ye ji bo parîekirina Iraqa ku ji hêla radîkalên Islamî, di riwê êrîşine fereh de ye.
Ragihandinên Sîsî nîşan didin ku tirs zêde dibe ku parçekirina Iraqê bibe sedema zêdebûna desthilatdariya çekdarên ku Xilafet di herêmên bindestê xwe ji Sûriyê ûIraqê ragihandin.
Ajansa nûçeyên Rojhilata Navîn gotina Sîsî ya di civînekê de bi serokên desteyên sernivîs yên misrî re ragihand: ʺ Rîfrandoma ku Kurd niha dixwazin destpêkeke bobelatî ye ji bo parçekirina Iraqê da ku bibe dewletine biçûk û dijhev, wê bi dewleteke kurdî dest pê bibe û fereh bibe ji bo xaka Sûriyê ya kurd lê dijîntevlî xwe bike û parçene din li Urdinê ku iraqî lê dijînʺ.
Serokê Herêma Kurdistanê ya wek serbixwe Mesûd Barzanî roja pêncşema borî ji perlemana herêmê xwestibû ku rîfrandomekê ji bo serxwebûnê li dar bixin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê xwe ve ragihandibû ku wê Iraq parçe bibe û serxwebûn mafê rewa ye ji çi gelî re.