Stêr Çelo
Lê heyf û mixabin ku, ta vêga Insiyatîf û pêşengtiya şoreşê ne di destê rewşenbîran de ye. Êdî rewşenbîr nikarin xwe li hember volkana kolanan bigrin, nemaze yên li kolanan bêtirî rewşenbîran stem û êşîgan nas dikin û bi cefakêşî jiyan dikin.
Li gorî zanyariyên felsefî û ramyarî, rewşenbîr ew mirovê ku bi çavekî berfereh, bi nêrîneke obcektîf û bi armanca guhertineke baştirîn, di civakê de cihê xwe digre. Her wiha ji bo ronîkirina asoyên pêşerojek bi nirx û azad û avakirina civakeke demokratîk xwedî roleke girîng û agtîf e. Di heman demê de, ew di tariyê de wek mûm û findan e, civak jî li ber ronahiya wî rêça rêzgariyê û pêşketinê dişopîne.
Rewşenbîr, kesayetek serbixwe ye lê ne bê alî ye. Bi liv û tevgera xwe, bi berhem û çalakiyên xwe nêziktirîne ji jiyana siyasî, çandî û ramanî. Belê, ew alîgirê daxwaz û hêviyên gelê xwe ye. Lewra bi wêrekî û zîrekî teşiya yapiya civakeke sivîl û demokratîk dirêse. Wiha jî, dibe jêdera hêz û afrandina şêwaz û rêbazên çareseriyê ji bo hemû kêşe û pirsgirêkan.
Divê rewşenbîr bibe wek pirekî hezkirinê û li hevhatinê di nav hemû pêkhatiyan de. Civaka Rojhilat bi gîştî û ya Kurdan bi taybetî hîna derd û bandora bermahiyên kevneperstî û nijadperestiyê jiyan dike. lewra em nikarin bi hêsanî li ser asta siyasî û îdlojî bighin hev. Lê belê bê guman em ê karibin li ser sifra çandî, wêjeyî û ramanî bighin hev.
Tevî ku, ti hêlîn û paşûla rewşenbîran li herêma Rojhilata navîn ava nebûne, ew jî ji ber rênedana rejîmên desthilatdar e, dîsa jî pêwîstî û pêdiviya şoreşa Sûrî bi gîştî û ya Rojava bi taybetî, bi rola ronakbîr û rewşanbîrên serbixwe heye. Lê heyf û mixabin ku, ta vêga Insiyatîf û pêşengtiya şoreşê ne di destê rewşenbîran de ye. Êdî rewşenbîr nikarin xwe li hember volkana kolanan bigrin, nemaze yên li kolanan bêtirî rewşenbîran stem û êşîgan nas dikin û bi cefakêşî jiyan dikin.
Sîstemên desthilatdar ji kombûna rewşenbîran, ji dengên azad û ji nikulên pênûsan zor ditirsin, lewra hewl didin ku rewşenbîrên nandoz bi aliyê xwe ve bikşînin û li dijî yên şereşger bikar bînin.
Ger ku rewşenbîrên me, nikaribin pêşengtiya civaka me bikin, bê guman wê gel neçar di pençên tarîtiyê de vegevize û wê bibe cangoriyê berjewendiyên siyasetên bi qirêj. Herwiha hemû pirtûk û pirtûkxane wê werin şewtandin û agir jî wê xwe li hest û ramanên mirovan bipêçe.
Ev gotar di hejmara (44)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1-6-2016