Mihemed Xêr Dawûd
Tavekê ji hestên xweş bi ser min de vegirt dema hevalê hêja Ehmed Bavê Alan bi rêya nameyekê ji min re got ku ew qêmîşî biqasî çend tiliyan ji rûpeleke rojnameya Buyer dikin daku ez bi nivîsekê rewşa derûnî Ya (rojnamevanekî- Rewşenbîrekî- helbestvanekî) Ku penaber bûye diyar bikim. Ji xwe rewşa min ya derûnî ne alîkar bû ji bo nivîsandina li ser vê mijarê ji ber ez penaber bûme!!.. Her weha ez penaberekî Nû me, hîn ber xwe nedîtiye û nizane dunya çawa digere li welatekî wekî Elmanya û civaka wê namo û xerîb e!! Lê ji aliyekî din ve min dît ku ev mijar giring e û divê li ser bê nivîsandin, herî kêm dikarim hestên xwe bînim ziman.
Çekê rojnamevan, helbestvan û rewşenbîran ziman e, dema ew çek bi wan re tune be, zû ji desthilanîn dikevin, hejar û belengaz, bêkêr û pûç dibin.. Ez bawer im ev yek ji pirsgirêkên sereke ye bo wan..
Gelek caran dema min hevpeyvîn bi mêvanan re dikir li ser ekranê TV, çaxê mêvan xwe ji pirsyarê dida alî, min bi şêwazekî din û peyvên nû pirsyara xwe dubare dikir ji bo bidestxistina bersivê, lê niha dema ez dixwazim bi kesekê biyanî re bipeyivim, li peyvan digerim.. çiqas hişê mirov bêcir dibe û qayil nabe rişma peyvan berde, ev bi xwe jî lepta dil û strêsa mirov zêde dike, mirov piştî deh salan ji karê ragihandinê di rojname, malper û kenalên asmanî de ji nişka ve xwe bibîne ker û lal, bê şiyan û karîn .. pir zor e.. lê gelek dost dibêjin ev tiştekî asayî ye û pêre-pêre çareser dibe.
Yek ji sedemên sereke yên derketina min û gelek kesên hev-pîşeyên min ji welat ew bû ku mirov hêvî dikir bi azadî di civakek azad de kar bike, di nav revenda Kurd de ku bi kultur û rewşenbîriya Ewrûpayê hatiye stirandin kar û çalakiyan bike, ez di wê baweriyê de bûm ku karkirina di bin fişarê de û hilgirtina ramanên dûr ji pirensîpên take-kesî di nav civakekê beş-beş bûyî biser rêbazên siyasî de, mirov dike daholvan, ne rojnamevan,. lê her kes dizane ku rewş li welat di çi astê de ye, loma min digot eger hundir xerab, têkçûyî û parçbûyî be, helbet dê derve avedan, serxwe û hevgirtî be..
Niha, tevlî ku zûye mirov nêrîna xwe ya dawî bîne ziman, lê rewşa revenda Kurdî û parvebûna wê bi ser çend layenên siyasî de û kîn û dubendiya navbera wan aliyan, dihêle mirov li hundir poşman bibe.. ji ber vê jî hêviyên mirov liber ba dirin û ji neçarî li penda Kurdî xwedî derdikeve dema dibêje: Hundir Bi Qurbana Derve Be.. !!
Ev gotar di hejmara (44)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1-6-2016