Sefqan Orkêş: Nikarim Terka Amûdê Bikim, Ger Ez Dûrî Wê Dikevim, Bêhna Min Diçike.
– Çaxa ez bûm refa nehan min helbesta bi navê “Amûdê Hêlîna Dilan ” nivîsand.
– Arta FM: Eger ez bêjim şûna mala min girtiye dibe ku her kes bawer neke.
– Ez ta refa dehan li ber pez bûm, diya min stran ji dû stranan digot, û min jê digirtin, bêhaydarî ez fêr bûm, min meqam nas kirin.
– Di şoreşa Sûrî de min her şev helbestek dido li gor bûyerên heyî dinivîsand, bi kurdî û erebî, û helbestê min gihiştin ta Humsê.
– Stranê min bûn cihê rêzgirtinê, û hunrmendê dixwest derkeve, stran û helbestê min jê re bûn pîvan.
– Em di warê pirograman de biserketî bûn, û em yekemîn radyo li deverê bûn, 70% ji serkeftinê para Arta fm bû, û 30% para hemû dezgehên deverê bû.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
“ji bo gefan, di roja didwan ji şewata Arta, min stranek ji nav şewatê belav kir, ew jî nameyek bûji bo berdewamkirina hêviyê bû. rastiya şewatê sedema wê karê Arta yê baş û bi bandor bû li ser civakê. ji hêla me ve heta niha kesin nenaskirî bûn, agir bi radyo xistin, lê piştî lêkolînê ji hêla Asayîşê ve hatine naskirin û ew radestî dadgehê kirine. Arta niha stirana diweşîne heta stodyo amade bibe û rewş zelal bibe”.
– Destpêka ku huner û mûzîkê bala Sefqan Orkêş kişand?
Hunerê ji piçûkanî ve bala min kişand, ji ber ku malbata me malbateke hunerî bû, tembûr ne tişteke xerîb bû di jiyana min de, dost û hevalên min yê li dora min hemû huner bikar dianîn, bilûr û tembûrê gelekî bala min dikişand, û tê bîra min ku me tembûr ji tenekeyan çêdikirin, û pişt re dema ku ez bûm refa şeşan, di dibistanê de tê bîra min ku Şeyda tembûrek kirî û dema ku lê dida min ji xwe re lê dinerî, ta ku ez fêrî mûzîkjeniyê bibim.
Tê bîra min dema ku min carekê lê dida, ji nişkave ji min re gotin: “Kuro wa Şeyda hat” wî çaxî ez ji tirsa re çeng bûm û terpilîm, panekî derbas bûm derî û bi ser tembûrê de ketim erdê, û ew tembûr şikest…! Ez du rojan ji tirsa re li mala kalikê xwe razam, êdî me dûv re li cem hunermend Dawûd Idwanî çaksaz kir.
Pişt re Şeyda tembûr firot û me nema tembûr kirî, em ketin komê de û amûrên mûzîkê hemû amûrên komê bûn,û min radihişt çi min karîbû lê bidim, eger tembûr yan jî bilûr ba an jî çi alav ba.
Çaxa ez bûm refa nehan min helbesta bi navê “Amûdê Hêlîna Dilan ” nivîsand û awazê çend stranan jî danîn lê dîsa jî min ji kesekî re nedigot ez helbestan dinîvisînim ji ber weke fedyekî li gel min çêbûbû.
Pişt re min bekeloriya xwend, berî wê jî min peymangeh a çandiniyê li Qamişlo dixwend lê ji ber nerînên xwe ez jê hatim dûrxistin, û ji ber ku têkiliyên min bi helbestê re bi hêz bûn ez di bekeloriya wêjeyî de biser ketim, min bêtir guhdariya Melayê Cizîrî dikir, û dema ez çûm zaningehê min strana ” Xwezî Esmer Min Karîba Bigota Ez Evîndar im” danî, û bi vî rengî stranek li pey stranekê ve.Êdî pişt re hunermendên mezin helbest ji me dixwestin weke Gulîstan Perwer û gelek hunermendên Bakûr.
“Di pirogramê diyariyan de gelek hene stranan diyarî serokan dikin, ez ji wan re dibêjim hûn diyarî metik û xaltîka xwe bikin çêtir e, ji ber haya serok ji te tune ye, û serok ji van diyariya mezintir in”.
– Bi giştî te çiqas helbest ji Şeyda re nivîsandine?
Min gelek stran ji Şeyda re nivîsandiye ez karim bêjim ji sedî pêncî min jê re nivîsandiye.
– We çawe riya xwe di hunerê de vekir, çi li gel Sefqan Orkêş ciyawaz hebû ta ket gastîna hunermendên navdar de?.
Em ji malbateke oldar in, Mele ne, û tu çîrokê meleyan û hunerê nas dikî, bavê min ev tişt nedidît şerm, lê ji me xwest em neçin zemawend û ahengan, Mehmûd Bavê Mizgîn, xalê min e û gelek stran û awazên wî hene, yek ji wan ” Serok Apo bilind Apo”. Elî Mensûr ew jî kurê xalê min e, xalê min Hiso li Bilûrê dida, diya min dengê wê gelekî xweş bû, ez ta refa dehan li ber pez bûm, diya min stran ji dû stranan digot, û min jê digirtin, bêhaydarî ez fêr bûm, min meqam nas kirin, hebûna me li Amûdê ku li ser sînorê Tirkî ne, min hunera Tirkî jî nas kir û jiber kir, min li Helebê xwend û hunera Erebî jî jiber kir, û têkiliyên min bi gelek hunermendên Helebî jî re çêbû, têkiliyên bi Nûrî Iskender û Mihemed Osman re jî pir xweş bû.
Min her dem stranê giran hildibijart mîna Sebah Fexrî û Nazim Xezalî, ji Tirka min li Arif Sax guhdar dikir, têkiliyên me bi hunermendê Tirkî ê mezin Birahîm Tatlîs jî re çêbû, û bi me re axivî ta ku were vir, lê mixabin ew derb xwar û nema dikarîbû, strana “Tu nizanî” got û li ser kenala Vîn jî eşkere kir got ev stran ya me ye.
Şeyda peymangeha mûzîkê xwend, me xwest em xeteke dî bigrin, me Koma Orkêş ava kir, em deh diwazdeh kes bûn, dawî em tenê sê kes man, me hinek pere dan hev û em çûn Helebê li gel Şiyar Agirî û me kasêta xwe tomar kir, û min li zanîngehê belav kir û nav û deng pê ket, me sê kasêt derxistin. Dûv re her kesî ji me li halê xwe kasêt tomar kirin. Şeyda di 2004an de “Elboma Xwezî Esmer” derxist, min jî di 2006an de “Nervîn” tomar kir û dûv re Şeyda yeka dî derxist, herweha her kes ji me taybetmendiyek me çêbû, lê di heman demê de me alîkariya hev dikir.
“Pîşesaziya me hiştiye em ta niha bêlayen bimînin, em her dem hewl didin di karê ragihandinê de bar û pirisyariyê ji ser xwe ranehêjin, em her dem dixin histê xwediyê mijarê yan nûçeyê de. Em bê daxuyanî tiştekî ranagihînin”.
– Wek helbestvan awazjen jî em dixwazin li ser ezmûna te baxivin?
Ez 10-12 salî bûm, min ew helbest ji xwe re nivîsand, û min awaz jê re danî, dûv re, min di refa 11an de helbesta “Kerwanî dor xeleka çavê te dikin meş ta bighêjin tewafa her du kevirê reş” nivîsand û awaz kir, dema min nêşî Şeyda kir, kêfa wî hat, û dema me tomar kir tu kesî bawer nekir ku ev ya min e, min wê demê Melayê Cizîrî pir dixwend, îca min helbest dinivîsand û min dida Şeyda û min nedigot ya min e, min malikek jê re dixwend eger digot xweş e min berdewam dikir, yan jî eger bigota ne xweş e, min temam nedikir û min digot ya xortekî ye.
Di şoreşa Sûrî de min her şev helbestek dido li gor bûyerên heyî dinivîsand, bi kurdî û erebî, û helbestê min gihiştin ta Humsê.
Stranê min bûn cihê rêzgirtinê, û hunrmendê dixwest derkeve, stran û helbestê min jê re bûn pîvan. Di vir de gelek hunermend û dengbêj hatin gel min û min gelek helbest dan û xwediyê wan pê re navdar bûn.
– Destpêka we bi Koma Orkêş re bû, û we baş ew kom navdar kirbû, çima koma we herifî?
kom bê pilan herifî, îroj mamoste Dijwar Naso mêvanê min bû û me behsa Orkêş hindekî kir, lê xuyaye di jiyanê de tiştek ji tiştekî ferztir heye, û dîsan em amade ne ku em rojekê li hev vegerin û bi hev re kar bikin, ew jî li ser derfetan dimîne.
– Wek hunermend û helbestvan we çi ji şoreşa gelê Sûriyê û ya gelê Kurd re pêşkêş kir?
Dema ku şoreş pêket ez li Mosko bûm, em bîstê mehê li Sûrî bûn, tev ku me karî bû venegerin, me ji şoreşê re, ji yekîtiyê re, ji biratiyê re stra. Me ew strana “Te malê me gelek xwar lo lo lo lo ” tomar kir, û gelek ji strana xelkê digot yên Imadê Kakilo ne, lê ne ew bû, me bi dengê xwe tomar dikir û me hindekî bi deng dilîzt. Roja ku her du encumen bûn yek me strana “Diya bajara Amûdê” derxist. Û di pêşandanê de jî hat weşandin. Wê demê studyo di xizmeta gişan de bû, tenê min ji wan re digot Motorê xwe û benzîna xwe bînin û îşê wê pê tune.
– Em li ser berhemên te biaxivin CD, stran û kilîbên ku we derxistine?
ez 13 salan di koma Agirî de mam, ta sala 1996an, ez di hemû kasêtên komê beşdar bûm, dûv kasêta koma Biratî me derxist, û ji xwe pişt re sê kasêtê koma Orkêş bûn, û li dûv re min kasêt a xwe ya bi navê “Nervîn” derxist, pişt re min kasêtek bi tenê “Rûniştinek Ûdê” ew jî bi tena xwe ji ber tunebûnê min derxist, ya dawî heşt stran min di şoreşê de tomar kirin, ew jî di kombuterê de bûn Veyrûs lêxist hemû wenda bûn, dawî îca min stranên teka- teka dor deh stranan daxistin, serê sedî not ji wan helbest û awazên min in, Şeyda jî awaz dane min, û du stran hene Memo Seyda helbest û awaz dane min, min stranek Ferhadê Içmo jî bi Şeyda re gotiye, lê vê dawiyê têkiliyê min bi mamoste Ferhad re xurt bûn û min derdora 9-10 stranan jê re awaz kirin û gotin mîna “Kobanî bû bûk – Bijî bijî Kurdistan- Şervan im ez şervan im”.
– We ji kîjan hunrmendî/ê, re helbest û awaz çêkirine?
Min ji gelek hunermendan re daniye, mîna hunermend Zoya, Gulistan, Evîna Welat, Newal, Hêvî Hesekê, Hêvî Qamişlo, û strana şehîd Helebçe ku ji gotinên bavê wê Taha Xelîl in min da hunermend Jiyan û bû kilîp jî, bi rastî niha ev tenê têne bîra min.
– Tê gotin ku Sefqan ji bo Şeyda navdar bibe, ew wek hunermend li paş ma?
Bi rastî Şeyda bi Sefqan ba yan bê Sefqan ba wê navdar bûba, lê pir giring e ku dostaniyek di navbera ê helbestvan û awazdaner de hebe, îca ê me biratî ye, lewre min bêtir dikarîbû jê re binivîsanda, ji ber ez pir nêzîk wî bûm.
– Em dixwazin li ser ezmûna te di ragihandinê de baxivin, çawe te berê xwe da gastîna ragihandinê?
Kezeba min li ser pirogramên Ereban mîna “The Voic – Arab Idol” dişewitî, min dixwest ez di komîtê de bim, û çi cara ku pirogram derdiket min ji xeleka yekê de digot wê ev biser bikeve, yan wê ev bibin bikeve, û wek min digot her dem dibû. Ez ji ragihandinê hez dikim, lê hez nakim xwe bi temamî jê re vala bikim, ez xwe wek rojnamevan di warê ragihandinê de nabînim, û ev yek bi min re nayê daqurtandin jî, lewre hemû pirogramê ku ez pêşkêş dikim têkiliya wan bi hunerê re heye mîna ” Vedenga Hunermenda – Behremendên me – şevbuhêrka hunerê – Kilasîkên me – Diyariya stranan” û ez her roj jî di pirogramê xwe de distrêm jî.
– Hunermend Sefqan çawa derbas bû dezgeha Arta?
Ji berê de ez û Sîrwan dost in, sala pêşî ji şoreşê têkilî bi min re kirin û got em dixwazin Radyoyekê vekin, radyoyek ne Kurdî li xurû, lê wê ji bo xelkê deverê be, ji ber di wê demê de jî gelek tevlihevî hebû, xwesteka berdanheva xelkê deverê hebû, kêfa min jî hat, min xwest beşdariyê di vî tiştî de bikim, ev agirê ku tê xwestin gur bibe em vemrînin, me bi hev re destpê kir wek berpirsê beşê hunerî, dûv re ez bûm rêvebirê ofîsa Amûdê, û ji xwe îsal ez bûm birêvebirê cibicîkirinê ji bo radyoya Arta.
––We çi astengî di destpêka karê xwe di ragihandinê de dît?
Helbet me astengî dîtin, ji ber tu kesî ji me ragihandin nexwendiye, astengî bêtir ji derve bûn ji ber xelkê bajêr Tîrm (Mustelehat) qebûl nedikirin, weşana me bi Erebî, Kurdî,û Suryanî bû, cemaweran digot ev radyo kurdî ye û divê weşan tenê bi Kurdî be, ji bilî wilo jî ji hêla teknîkî û eletirîk û tunebûna sûtemeniyê, em diketin hev de, û mecbûr dibûn afirandinê bikin. Lê niha guman dikim ku 99% ji guhdaran ji siyaset û xeta me razî ne.
– Hun wek rêvebirê Radyoya Arta Fm tên naskirin, gelo di vê şoreşê de wek karê we di heremên kurdî de, we çi pêşxistiye?
Bi rastî karê me di Arta de karekî hevbeş û bi şêwir e, tu carî pêşketina û paşketina kar bi kesayetan ve nayê girêdan, em hev temam dikin, di heman demê de şêwirdarên me jî hene ku xwedî ezmûn in, mezintirîn û kevintirîn kesên ku di vî warî de kar dikin, her carê mehek yan dudwan xwe ji m re vala dikin, rê pêş me dikin û şîreta jî li me dikin. Bawer bik parastin xet û rêbazê karê herî giring û westan e, û dikarîbû ev yek kiriba.
– Radyoya Arta navdartirîn Radyo ye di heremên Kurdî de, we çi proje amade kiribû, ji bo hun bigihin vê astê?
Em di warê pirograman de biserketî bûn, û em yekemîn radyo li deverê bûn, 70% ji serkeftinê para Arta bû û 30% para hemû dezgehên deverê bû.
– Di nerîna te de sedema vê serkeftinê çi ye?
Sedema yekemîn ji serkeftina me hevgirtina me û pîşesaziya me di kar de ye, ya dî, em tu car ji serê xwe kar nakin, em li şîretan guhdarî dikin, û em li gor rewşa xwe karê xwe dişopînin.
– Hûn dikarin eşkere bikin ku çi cih yanrêxistin alîkariya Radyoya we dikin?
Alîkarî di destpêkê de ji wezareta karê derve a Swêdî bû, û niha ji ya Emrîkî ye, beşê saziyên civaka sivîl, û herweha saziya Kiryêtîv jî alîkariyê bi me re dike.
–Hûn tewanbar dibin ku mûçeyên bilind ji we re tên û hun mûçeyên kêm didin endamên xwe?
Tiştek heye navê wê girêbest yan lihevkirin di navbera karmend û rêveberiyê de heye, û guman dikim Emirîkî ji wisa zîrektir in, eger gazindeyek wisa hebe tekez wê doza belgeyan bikin, û wê pirisyaran alîkarîkêm kiribana, vajî vê yekê vê rêxistinê radyoya Arta ji xwe re kiriye wek nimûne, û ji hemû radyoyen dî re dibêje wek Arta kar bikin.
– Hun çiqasî dikarin xwe bêlayen bikin ji hin mijar û bûyerên siyasî?
Pîşesaziya me hiştiye em ta niha bêlayen bimînin, em her dem hewl didin di karê ragihandinê de bar û pirisyariyê ji ser xwe ranehêjin, em her dem dixin histê xwediyê mijarê yan nûçeyê de. Em bê daxuyanî tiştekî ranagihînin.
– Di karê we de çi xêza sor e, û çi çênabe ku hun li ser baxivin, û gengeşe bikin?
Xêza herî sor di karê me de êşandina civakê ye, em her dem li hêla civakê ne, em dûrî êşandina simbolên civakê dirin.
– Di pirograma te de çi te aciz dike, û çe te kêfxweş û geşbîn dike?
Carnan eger mêvanin min hebin, hindek bi riya telefonê diaxivin û tiştin şexsî di navbera wî û mêvan de hene, dixwazin safî bikin, ev yek min dixe helwesteke nexweş de, ez pir pê aciz dibim, dixwazim ji van kesan re bêjim nakokiyên kesayetî ne li ser radyoyê çareser dibin. Ji hêleke dî ve di pirogramê diyariyan de gelek hene stranan diyarî serokan dikin, ez ji wan re dibêjim hûn diyarî metik û xaltîka xwe bikin çêtir e, ji ber haya serok ji te tune ye, û serok ji van diyariya mezintir in.
–Tê gotin ku navê Sefqan û programê wî hişt ku Arta fm pêş bikeve, û xelk lê guhdar bikin?
Guman dikim di vir de wê tiştek wek danustendinekê di nav her du aliyan de hebe, min da Arta, û Arta jî da min, hunermend li deverê tune ye ku karibe rojê sê saetan derbas bibe malê xelkê û bi wan re bide û bistîne weke min, lê di heman demê de ken û dengê xweş û kêlîkên xweş jî da Arta.
– Hindek peyv hene dixwazim wateya wan li gel te nas bikim?
Arta FM: Eger ez bêjim şûna mala min girtiye dibe ku her kes bawer neke.
Amûdê: min berê gotiye hêlîna dila ye, Amûdê diya min e, destê min jê nabe.
Huner: penageh e.
Malbat: li ser asta teng ez bi wan ve girêdayî me, her fireh dibe ez nema wan nas dikim. Malbat li gel min rewa zemînê ye.
– Kê Arta şewitand û çima?.. Gello em ê careke dî dengê Sefqan – piştî wan gef û şewatê- di Arta Fm bikin?!
ji bo gefan, di roja didwan de min stranek ji nav şewatê belav kir, ew jî nameyek bûji bo berdewamkirina hêviyê bû. rastiya şewatê sedema wê karê Arta yê baş û bi bandor bû li ser civakê. ji hêla me ve heta niha kesin nenaskirî bûn, agir bi radyo xistin, lê piştî lêkolînê ji hêla asayîşê ve hatine naskirin û ew radestî dadgehê kirine. Arta niha stirana diweşîne heta stodyo amade bibe û rewş zelal bibe.
Ev hevpeyvîn di hejmara44an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin.1.6.2016