Taybet- Bûyerpress
Riya sereke di navbera Qamişlo û Amûdê de hate girtin ji hêla xwepêşandanan de, li bajarokê Henadî (Hîmo) yê nêzîkî bajarê Qamişlo rê hate girtin û nehiştin otombîl herin û werin, li gor xwepêşandêrekî sedem qutkirina kehrebê ye.
Otombîlên hêzên Asayîşê ji Qamişlo bi ser wî bajarokî de çûn ji bo dorpêçkirina vê rewşê û ji bo berê otombîlan bidin riyên axî da ku derbas bibin.