Festîval Sêyemîn a Kurteçîroka Kurdî wê di 6-6-2016an de li bajararê Qamişlo û bi beşdarbûna her sê pêkhatiyan (Kurdî- Erebî- Suryanî ) lidar bikeve, ew yek jî ji bo çesipandina têghişta gellê dimuqrat, û pêkanîna pêşinyarên ku ji komîta amadekar ya festival duyem a çîroka kurdî re hatibûn pêşkêşkirin ku di şeşê meha Pûşperan de di sala 2015an de lidar ketibû. Herweha wê berhemên nivîskarên Bakur û Başûr jî di vê festival de beşdar bibe.
Mercên beşdarbûna di festival sêyem a kurteçîrokê de:
– Divê çîroka di festival de beşdar bûye ne weşandî be.
– Divê yê çîroknivîs (yên ji kantona Cizîrê) ew çîrokên xwe bixwînin, û çîrokên ji derveyî kantonê beşdar bibin, dikarin çîrokên xwe bişînin Desteya Çand û Hunerê.
– Divê ku du kopî ji her çîrokê tev nav û paşnavê nivîskar, adrês, û nemreya telefona wî werin şandin.
– Zimanên di festival de beşdar in (Kurdî – Erebî- û Suryanî) ye.
Nivîsgeha Ragihandinê Ya Desteya Çand û Hunerê Li Kantona Cizîrê