Di festîvaleke navdewletî ya bo hunerên kolandina ser dar de, hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê wêneyê zarokê Kurd Alan Kurdî yê ku di Deryaya Îceyê de xeniqî, çê kir û wê yekê bala beşdarbûyên festîvalê kişand.
Li bajarokê Odunpazar a Eskîşehir a Tirkiyê festîvalek bo kolandina ser dar û texteyan hatiye sazkirin. Festîval ji aliyê Şaredariya Odunpazarê ve bi dirûşa “Dar di dest de jîn dibe” ji roja 20ê Gulanê destpê kiriye û dê heya 29ê mehê berdewam kir.
Zêdetirî 50 hunermendên ji welatên Amerîka, Japon, Koreya Başûr, Gurcistan û Tirkiye di vê festîvalê de beşdar bûn.
Di festîvalê de hunermendekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Ismaîl Çengelî jî beşdar bûye. Çengelî ku û niha li Tirkiyê koçber e, temenê wî 58 sal e û ji navçeya Bozuyuk a girêdayî parêzgeha Bîlecîk a Tirkiyê beşdarî di festîvalê de kiriye. Çengelî derbarê karê xwe de got: “Ez pirranî li ser heykelên mirovan û mijara koçberiyê dixebitim.”