Nivîskarê kurd Konê Reş di roja bîst û heyştê meha Gulanê/ Mayo de li navenda partiya Yekîtiya Dimuqrata Kurd li Sûriyê “Yekîtî” û bi amadebûna birek ji nivîskar, rewşenbîr, û siyasetmedaran semînereke derbarê pirtûka xwe ya nû “Malbata Bedirxanî” lidar xist.
Semînerê bi rawestana kêlîkek bê deng li ser giyanê şehîdan destpê kir, dûv re birêvebirê semînerê pênasînek li ser nivîskar Konê Reş xwend:” Konê Reş, navê wî Selman Osman Ebdo ye, di sala 1953an de li gundê Doda jidaayik bûye, di warê filiklor û çîrokên Kurdî de dinivîse, û ji yekem kesên ku bi Kurdî li Rojava nivîsandiye.
Di daxuyaniyeke taybet de ji bo rojnameya Bûyerpress nivîskar Konê Reş diyar kir ku ev semîner bi helkefta derxistina pirtûka min ya nû ye, ji ber malbata Bedirxanî pir têkoşîn di riya şoreşan de û di riya Mîr Bedirxanê Azîzî ji bo mafê netewî ji bo miletê Kurd kiriye di navbera salên 1842 – 1847, û piştî girtin û sergûnkirina wî bo girava “Kirît” zarokên wî pişt re riya wî berdewam kirin.
Konê Reş di dawî de got:” Em çiqas li ser Bedirxaniyan binivîsin, em nikarin mafê wan bidin wan, ev malbata ku li sergûngehê di sala 1847an de jiya, û ta îro nikarin xaniyekî bikirin, lê di xaniyê kirê de dijîn”.