Komela “Sobarto” ya çandî roja Şemiyê bîst û heyştê meha Gulanê/ Mayo û bi amadebûna birek ji siyasî, rewşenbîr, û helbestvanên Kurd semînerek ji nivîskarê kurd Nayif Çibîro re bi navnîşana ” Ola Zeredeştî” li hola Sobarto li Qamişlo lidar xist, û tê de têkiliya di navbera ola Zeredeştî û olên asmanî yên hate diyarkirin.
Semîner bi danasînekê li ser ola Zeredeştî destpê kir, dûv re nivîskar Nayif Çibîro behsa bandora vê olê li ser olên azmanî yê dî kir.
Çibîro diyar kir ku ev ol ya fermî li sê imbiratoryên Farîsî bû û gihişt ta Hindistan, Misrê, û Mexribê. Çibîro berdewam kir ku ev ol niha hatiye jibîrkirin û sedema sereke ji vê wendabûnê ew e ku Zeredeşt bi eslê xwe Mîdî bû, lewre Furs û Ereb nêzîkî vê olê nedibûn, û gelekî şerê wî bû, ji wê demê ta niha.