Taybet- Bûyerpress
Rêvebirên radyoya ARTA FM û kadirên xwe, êvara yekşemê bi amadebûneke cemawerî ji xelkên Amûdê û rêxistinên siyasî û kesayetiyên niştimanî û komeleyên jin û zarokan, li yarîgeha girtî li bajarê Amûdê, şahiyek bi derbasbûna salekê ji karê radyoya xwe li dar xistin.
Demjimêr 9ê êvarî rojnamevan Îsa Şêxo destpêka şahiyê pêşkêş kir, paşê di gotina destpêkê de hunermend Sefqan da xuyan ku ARTA FM gelek bername û çalakiyên nêzî pirsgirêkên civakê pêşkêş kir, Sefqan sipasiya cemawerên radyoyê jî kir ji ber e bûn sedema serkeftina wê.
Rêvebirê radyoyê Sîrwan Hac Berko di riya Skype re, kurtegotinek pêşkêş kir, tê de sipasiya beşdaran kir û xwest ku radyo li gor hêviyên wan be, tiştên ku dixwestin pêşkêş kiribe û kêf û sûde jê wergirtibin.
Piştî wê, gelek stiranên Kurdî, Erebî û Siryanî ji aliyê hunermendan ve hate pêşkêşkirin, dîlanên filiklorî li dar ketin û helbest hatin xwendin heta deregî şevê.