Konferensê siyemîn yê rêxistinên pêşverû li welatên ewropa di 20 – 21 gulana 2016 de di bin navê “konferensê şehîd û girtiyên siyasî yên pêşverû” li bajarê Dortmund li Almaniya hat dar xistin
Konfernes destpêkir bi rawestandinek yek xolî ji bo şehîdên kurd û kurdistanê û her pêre rawestandin berdewam bû bi siroda netewî kurdî “ey reqîb”
Konferens karê xwe li gor lîsta xwe bi rê bir, ya ku girêdayî bû bi rewşa rêxistinî ya rêxistinên pêşverû li welatên ewropa û pêşxistina mîkanizmên karên rêxistinî û ragihandin û pêwendiyên siyasî û dublomasî li welat ewropa.
Rewşa siyasî li sûriya û li kurdistanê hat gengeşe kirin û pêdiviya komkirina hemû imkanên hêzkirin daku li beramberî hêzên terorist û hem şofînist li welat raweste û pêdiviya çareserkirinek aştiyane ji aloziya sûriya re û her wesa pêdiviya çareserkirinek dîmoqrat adîlane ji doza kurdî re li sûriyak dîmoqrat û fedral de.
Di dawiyê de biryara kongirê şardemîn yê partiya me ji bo hilbijartina çar endamên komîta navendî hat bi cihkirin , û konferes bi dawî bû bi rihek hevaltî bilind
Mayînek hertimî ji bo şehîdên kurd û kurdistanê û şehîdên azadiyê
Azadî ji bo girtiyên siyasî yên ku li zindanên rijîma sûrî û hêzên terorîst
Dortmund di 21.05.2016