Encûmena zagonsaz ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê proje yasayekê amade dike ku li gor wê dê xizmeta leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bibe xizmeteke mecbûrî.
Li gorî ku Ciwan Mihemed berdevkê hikûmeta kantona Cezîrê, li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî, ew zagon amade ye, û di nizîktirîn dem de wê here ser masa hikûmetê.