Pêşeroj Cewherî
Rêkevtina Saykis Bîko piştî têperîna sed salî îro hêdî hêdî û roj bi roj li ser lasê Kurdistanê dirize û diherise. hêjayî gotinê ye ku rêkevtina mijara gotinê di sala 1916an de di navbera Ingeltere û Firensayê de li bajarê San Rîmo yê îtalyayê hat sazkirin û piştî cenga cîhanê ya yekemîn bi dawî bû ev peyman kete meryetê de û di encamê de Kurdistan cara duyemîn hat parçekirin li ser dewletên navherêmî mîna Iraq, Suryê, Tirkya, û Iranê de, ji xwe weke tê zanîn cara yekem Kurdistan di çarçova peymana Qesir Şêrîn di navbera Sefewî û Osmaniyan de di sala 1639an de hate parçekirin. ji encama herdu peymanên bêbext û rûres de tiştek bi navê Kurd û Kurdistan bi sêweyek fermî li cîhanê nema. ango ev çar sed sal e dijmin û neyaran kirasek ji agir li bejn û bala welatê Kurdistan kirine û gelê Kurd tê de li ber çavê hemî cîhanê dişewite bo nimûne:îro dewleta Tirk li Bakurê welat gund û bajarên me bi agir û hesin û çekên herî pêsketî wêran dike,li Nisêbîn, Şernex, Gever û Silopî û HWD.
tistê herî xemgîn û cihê daxê ye ku ev dewleta faşîst di bin sîwana bêdengiya cîhanê de û di çerxa bîst û yekê de dike, lê pêwîst e ji hêla her kes ve îro were zanîn ku miletê Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn peymana Saykis Bîko têk biriye û kesê vê rastiyê nebîne xwe dixapîne û bêguman dê poşman jî bibe. îro Kurd xwedan rêxistin, hêz û raman e û bêyî Kurdan tiştek çareser nabe, çi li ser asta navherêmî û çi li ser asta navnetewî û ew qedera ku li ser gelê me hate ferzkirin îro biberxwedan û têkoşîna xwe têkşkand. Kurdistan her dem di dîrokê de welatê rojê bû. ji ber vê çendê ew tucarî di jiyanê de nayê tunekirin û ji holê nayê rakirin. careke din em bi hêvî ne ku ev rastî ji hêla her kesî ve were dîtin, çimkî Kurdistan di kûrahiya dîrokê de ji bo hemi mirovahiyê welatê xwedawenda bû, cara yekem li bajarê Orfayê li ser destê Ibrahîm Elxelîl rûgeha miroatiyê di warê olî de tê naskirin. Li ser dema îro jî gelê Kurd pêsengiya şoreşa demoqratiyê dike. îro xort û keçên Kurd li şûna û ji bo hemî mirovahiyê canê xwe kirine mertal û her kesî diparêz li himber tîrora hov û dirinde.
bi vî awayî careke din dîrok li xwedanê xwe vedigere, lê vê carê dam û dezgehên dîrokê ji destê xwe nema berdide, çimkî ji her kesî pêtir gelê Kurd dikare nirxên mirovatiyê biparêze, li ser vê bingehê Saykis Bîko dirize û hêmanên nû tên avakirin ji ber ku Firensa û Engeltera bi xwe çi rola wan li ser asta navnetewî bi bandor nemaye lewra hemî pilanên wan jî roj bi roj têk diçin. îro Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo jiyaneke nû tê amadekirin û Kurd tê de hêmana sereke rola xwe dilîze . bi vê helkevtina giring di jiyana gelê Kurd de ku di 16 vê meha Gulana têper dibe sed sal di ser wê peymana rûres û bedyom re derbas dibe, pêwîst e netewa Kurd seranser di vê rojê de ji mala xwe derkeve û rêkevtina mijara gotinê şermezar bike çi li Kurdistan û çi li welatên diyaspora bi meş û xwepêsandanan û banga yekrêziya gel bîne rojevê û bi dirûsmeyan were berzkirin.
Di dûmahiyê de divê ew qedera bêbext êdî li ser asîmanê welatê me Kurdistan ji hev belav bibe û ev bêguman di çarçova yekrêziya gelê Kurd de ye ku bi şêweyekî zûtirî pêwîst e kongira netewî were bestin û girêdan.
Ev gotar di hejmara (43)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin15.5.2016